Îzzet Altinmeþeyên wêjeyê
Destpêkê de vê bêjim; heke netewa kurd jî wekî netewên din xwedî dewlet û statû bûya; wekî netewên xwedî dewlet nasname, ziman û çanda kurdan jî wekî ya wan ne di bin metirsiya talan, înkar û piþaftinê de bûya; hêngê her kurdê xwedî hunerekê dikarî bigota ez ê hunera xwe, wêjeya xwe bi zimanekî din ê ku hê bêhtir li huner-wêjeya min tê bikim; me jî dê ji wê tercihê re rêz bigirta, heta bigota bo me çi þanazî ye, di nav hunermend-wêjevanên filan netewê-welatî de yên ji me ne jî hene; heta belkî me xwe binepixanda ku yên ji me nebin ew netew nikarin du peyvan jî bînin ba hev…
Û tiþtê herî girîn jî ev e; heke ev rewþa piþaftinê ya kurdî nebûya, ev rewþa entegresyonê ya netewa kurd nebûya me jî dikarî mîna hinan bigota, ya girîng huner… Ji lew, huner-wêjeya ku kurdek bi tirkî, erebî, farisî dike ne masûm e, ew kes jî bi wê kirina xwe ne masûm in…
Çimkî kes nikare têkîliya kurdekî/ê ya bi tirkî, erebî, farsî re wekî ya bi îngîlîzî, firansizî re asayî be nîþan bide, normal bibîne.
Li cîhanê hin netew û dewlet bi hiþmendî û pîskolojiya împaratoriyê karên xwe bi rê ve dibin; mînak Amerîka, Brîtanya û Tirkiyê; kesên ji netew û civakên din bo dewlet û netewa xwe bikar tînin-dixebitînin.
Ji hin dezgehên wan ên kesan dixebitînin re em bêjin (daîreya mezin)
qest ji daîreya mezin ev e; hemû tiþtên aîdî civak, netew û kêmarên di bin destê netewa mezin de biçûk in, li jêr in; a li jor netewa wan e, tiþtên aîdî neteweya wan ên baþ û maqûl in; û erka wê daîreya mezin ev e; tiþtên baþ ên aîdî yên li jêr bi awayekî kesî pê nehesîne, berhev bike bike malê netewa xwe.
A tirkan jî daîreya wan a mezin, ‘daîreya zimên e, zimanê tirkî’!
Kesên ne tirk ên ku bi kar, huner û wêjeya xwe xizmetî wê dezgehê dikin; hin bi dilsozî, hin bi teþwîq, hin bêyî ku haya xwe li xwe hebe ka xizmetî çi dike, hin bo ajo û derdê popîlertiyê ji wan re vî karî dikin. Bi awayekî bo mezinkirina wê daîreyê dixebitin, an tên xebitandin…
Du armancên vê daîreyê hene, yek her çi tiþtê baþ li cem civak, netew û kêmarên li jêr hebe wekî stran, xwarin, govend, çîrok, peyv; bi rêya wêjeyê, muzîkê, sînemayê û hwd. hilberînin û bînin li ya daîreya mezin zêde bikin, bikin malê wê.
Armanca duyem jî, divê ew kes bi karê ku bo daîreya mezin dikin xizmetî entegrasyonê jî bikin. Loma kesên ne tirk ên bi karên xwe xizmetî vê daîreyê dikin divê kesên entegrebûyî bin da karibin entegre jî bikin.
(entegresyon piþtî asîmlasyonê tê, çi ku tê hesibandin asîmîlasyon bi ser ketiye, em di qonaxa entegrasyonê de ne)
Tê gotin Îzzet Altinmeþe çend hezar kilamên kurdî kirine malê tirkî; yên mîna wî jî pir in…
Dema Îzzet Altinmeþe de kesên ew kar dikirin bo hê kurd wekî îro bi xwe nehesiyabûn wan kesan bi rehetî bi dewletê ve bi netewa tirk ve girêdana xwe eþkere diyar dikirin, digotin "em tirk in hunera me jî hunera tirkan e."
Lê piþtî ku kurd piçekî bi xwe hesiyan wê daîreya mezin jî rêbaza xwe guhert. Êdî Altinmeþeyan erka xwe bi cî anîbûn loma kesên din diviyan; kesên di nav kurditiyê de xuya dikin, kesên ji nav komeleyeke behsa demokrasî û mafan dike, kesên ji sendîkayeke ku kurd jî bi kurdbûna xwe ya siyasî-lê ne bi zimanî û çandî li wir in û kesên xwe çepgir, demokrat an welatparêz dihesibînin û hwd.
Ji ber ku di nav girseya bihêz a kurd û entegrebûyî de ew kes nêzî wan bûn an ji sendîka û komeleya wan bûn bi hêsayî dihatin tolerekirin. Ji loma wê daîreya mezin jî pêþî li wan wêjevan, muzîkjen, sînemager û helbestkaran vekir, bi awayekî nepenî propagandaya wan jî da kirin-dide kirin.
(ger kesên li talanê dixin ne ‘demokrat’ lê rastgir, oldar, nijadperest bûna, ku pirtûk û xebatên wan di nav ‘kurdên din’ de wiha rastî eleqeyê bihatana gelo yên ji vê talanê re bê helwest dimînin dê dîsa bê bertek bimana? Lê xelkî baqil e, dizane çawa di binê kayê re avê bibe!)
Û wan jî destpêkir; çi çîrokeke kurdî ya xweþ hebû, çi straneke kurdî ya baþ hebû, çi xwarin, fîgur, cil û berg, kêrsim, tiþtekî çandî, zimanî û foklorîk û heta serdemeke bo kurdan trajîk hebû kirin fîlm, rakirin danîn kirin malê daîreya mezin; heta di fîlmek ji wan fîlman de çendîn ku wê demê gelek fraksyon û þoreþgerên kurd li wan bajar û navçeyan hebûn û serdest bûn jî, lê di wî fîlmî de þoreþgerên li wir giþ ji çepê tirkan bûn (em giþ bi Emînê Dîn keniyabûn) her wiha di pirtûka yekî de çîroka bi navê ‘çîroka xalê min’ de jî eynî tiþt heye, wekî hîngê þoreþgerên kurd ne li wan navçeyan bin, wekî þoreþgerên çepê tirkan bi tenê li wir hebûne çîrokên xwe lê kiriye; mînak pir in…
Helbet dîtin kurdên entegrebûyî gelek eleqeyê nîþanî van xebatên qey dibêjî ji derveyî vîna wê piþtê-daîreyê tên kirin didin, hem dîn ji wan kesên kurd an demokrat xuya dikin re kurd pir didin çepikan û dîtin ku ava di cihoka asîmîlasyon û entegrasyonê de xweþ dihêrike, qedehên xwe hildan gotin noþ, ji talanê re noþþþþ…
Helbet erkeke din jî diket ser milê wan kesên ne tirk ên ji daîreya mezin ‘ji zimanê tirkî re dixebitîn’; bi nav û destnîþanên xwe divê binê çend bangawaziyên daxwaza aþtî, mafên mirovan dikin jî îmze bikirana, li hin mîtîng û civînan bejna xwe bihejandana; çendîn ev yek ne bi dilê daîreya mezin bûya jî, lê wan didî ku ev dilê entegrebûyiyan xweþ dike, armanca tarî-nepenî vediþêre çavê xwe ji îmze û pozên artîstkî re digirt, heta carinan didî ku eleqe kêm e, radibû derbarê wan de gilîname didan dozgeran, bala eleqeya kêm jî dikiþand ser wan kesan.
Wan kesan tu caran hevpeyvînek nedane rojname, malper an kovareke kurdî!
Çimkî daîreya mezin û eleqeya entegrebûyiyan hestek wisa ‘xwe mezin dîtînê’ daye wan ku; ew layîqî xwe nabînin rûyê wan di malper, kovar û rojnameyeke ‘marjînal’ de nîþan bidin.
Berevajî vê, rojname û kovar û malperên bi tirkî tên deriyê wan.
Berê ‘nivîskar û rewþenbîrê esil kurd’ dinivîsandin, niha ê hinan bes bajarê wî dinivîsin; jixwe ew pênase têrê dike ku girseya entegrebûyî çima ku gotine kurd e, bi dilxwazî çavên xwe ji talanê re bigire, heta bêyî zanibe çi lê diqewime dide pêþiyê, diz dibe ser devê gencîneya xwe jî…
Wêjeya wan;
Vê bêjim; heke ew kes rabin bi camêrî bêjin çendîn em kurd bin jî, lê em wêjekarên zimanê tirkî ne, ne nivîskarên kurd in em ê bêjin, aha wisa bi camêrî ha! ehlen we sehlen. Lê wê nabêjin, nikarin bêjin, çimkî dizanin bêyî kurdê entegreyî kêm kesên ji civakên din wan dixwînin. Jixwe armanca wan û hêza li piþt jî ew girseya bes ‘nav’ kurd maye ye.
Û helbet hin nivîskarên din jî hene; nivîskarên ku lingekî wan ê di nav milkê kurdî, lingê din di nav ê tirkî de ye; wan hê biryara xwe nedaye, loma ne mijara me ne…
Heke ew nivîskar-wêjevanên mijara me biçin li herêmeke din a Tirkiyeyê, li wekî ya Egeyê, Behra Reþ, Behra Spî, Trakya an Anatoliya Navîn mijarekê ji xwe re bibînin, roman, çîrok an fîlmê xwe bi çand, devok û derûniya wan deran birêsin, meriv dikare bêje heqet çi romanûs, çîroknûs an fîlmbaz bûne; balam a ew dibêjin hunera me ye, vegotina me ye, çîroka me ye, bes honandin a wan e; huner û çîrok, naverok an a kilama dengbêjekî ye, yan a mîtolojiya me û rojhilat e…
(ecêb e! di mala giþan de jî denbêjek hebûye, giþ li ber dengê dengbêjekî mezin bûne…)
Tirkê dinê nedî û kurdê entegrebûyî yê xwenenas jî dibêje, helal be çi huner afirandiye, çi vegotin bidest xistiye…
Dibêm bila tirkek bi tirkiya xwe ve rabe heke ku qûna xwe jî biçirîne nikare qalibekî wisa di vegotina tirkî de bikar bîne, çimkî tirkî ne ew ziman e ku xwedî vegotin û qalibên wisa be; heke ne ji ziman û çandeke dîtir be, heke ne bi vegotina kesê binhiþê xwe ji ziman û çanda xwe yî înkar kirî tije be, bi tirkî ew qalib û vegotin ne guncav e.
Bo zanibim ew kî ne û çi dinivîsin min çend heb pirtûkên wan xwendin; bi xwe mikur werim min xwe bi xwe gotiye, ‘heke ez dewsa wê daîreya mezin de bim ez van kesan bo ev xizmet ji zimanê tirkî re kirine, plaket çi ye yaw…! ez ê bi pere û pirpirikên zêrîn xelatan bidim wan’; bi þeref heq dikin…
Min peyva entegre bûyî pir bikar anî; entegrebûyîn ev tiþt e ‘bi zimanê wan diaxivî, bi zimanê wan dihizirî, rojeva wan rojeva xwe dizanî, bi derûniya wan tevdigerî, êdî li gorî plansaziyên wan a pêþerojê jiyana xwe saz dikî û bi çavê yek ji wan î xwe dibînî-dinêrî’.
Û encama vê yekê li bajarekî mîna Amedê di rojên hevpeyvîn û destnîþanan de wiha diyar dibe; a kurdê nivîskarê tirkî dor nayê te da tu pirtûkekê pê bidî destnîþankirin, helbet yên dorê nadin te jî kurdên ji alî derûnî, hiþî û zimanî ve asîmîlebûyî ne; (qey dibên dora entegrebûyînê ‘belkî’ nehatiye wan!)
Lê ya nivîskarekî kurd-entegreyî tirkî nebûyî, dikarî heta êvarê jî pê re sohbetê bikî. Çimkî yên tên pirtûka bi destnîþan jê bigirin deh kurdên mîna wî/ê yên entegre nebûyî ne; yanê problema ketina dorê tune ye…
Dibe ji wan nivîskaran hin di ber xwe re dibin tînin jî; ‘rojekê ku min Nobel stend belkî li ewyana rêûresma xelat girtinê, yan ku li qada Amedê girseyek amade bû da min bide kolên xwe ez ê kurdbûna xwe bi eþkereyî biqîrim’.
‘Helbet bo fînalê xeyalekî xweþ e; Yaþar Kemal jî fînalekî wisa xeyal dikir!..’
Belê heke ew xeyal pêk hat, mîna navê xwe dizanim ên ku dê li wê qadê te hildin ser milan jî wê amade bin; kirine jî…
Lê divê ew vê yekê ji bîr nekin; navdariya we heya karê wan bi we qediyaye, yanê heta we ji kurdî biriye kiriye malê tirkî, ta hûn kêrî wan hatine...
Di muzîkê de jî yên wisa hebûn, bi salan serê ciwanên kurd bi ‘ozgûn arabeskê’ kir çeqilmast çi wext got kurdî hema fîþ jê kiþandin! Û li parçeyên me yê din jî yên wisa hene; ên bi çîroka kurdî kelama erebî û ya farsî bilind dikin…
Têbinî: heke ew nivîs zora hinan biçe û bêje yaw ma tu hê li wir î!? Dibêjim wan; keko-xanimê, heta hûn li deran rûnin serê du gotinan bi tirkî bêjin neteweya me, zimanê me, çanda me, foklora me û wan ji xwe re bikin mijara ‘çerez’ a xwe tatmînkirinê hin jî dê tim bêjin ‘bi saya serê we û ew ên hûn bi israr dibêjin nivîskar, rewþenbîr û hunermendê kurd, evî tiþtî tînin serê netew, ziman, çand, foklor û nizanim çikê we’!
Heke na, hûn nebêjin em netewek in, ziman û çandek me heye; ew hinên van gotinan dibêjin jî xwe ker dikin, ji wan re çi durûtî…