Li þiveriyên çiyayekî…
ji bo Gernûs: Þengul Ogur
li hezê digerim bi dilekî miþt hez
nebînim, bi ser ve nebim jî ez
ez ê ji dû venegerim…
li hezê digerim, hezeke wisa:
safî, sebîl…ne miqabilî tiþtekî…
û henûn henûn, mîna ya mindalekî:
dibînim heza berxikê li dû makê …
dinêrim li çivîkê hêlîn li ber helakê!
ez ê bi ser ve bim, nizanim…
ya ku zanim; hez nebe, heyat gwîzeke pûç e.
hez nebe; jiyan goka li ber devê qalûç e:
aware aware, derbeder
li ser kevirekî xwelîser ji qalûç re qûç e!
li hezê digerim
di dilê welatekî de li vî diyarî
min ji welatekî hez kir, hinekî jî ji vî bajarî
û paþê, dîsa ji welatekî: mîna nanekî çar parî!…
-tavildê welatekê ku ev çend min jê hez kir; ji êþa pir, giriyê pir, mirinên pir…hezê li þûntaziyekê ew terk kir, û wî jî hez bi gorî xwe kir bi yek carî-!
li hezê digerim, niha…
dizanim; dengê xwezayê ye hez:
herikîna avê, gûvvîna bê, xûþþîna spîndarê…
min xezalek winda kir li vê beriyê:
dildarên xakê nebedî bûn
di þiveriyên çiyayekî de vê berêvarê!