• Rûpela Pêþî
  • Hilbijartina Herêmî 2014
  • Hilbijartina Herêmî 2009
  • REFERANDÛM - 2010
  • Hilbijartin 2011
  • Rûpela Pêþî
  • Qunciknivîskar
  • Rifat Arya/ Mesîla Dil
Rifat Arya/ Mesîla Dil

Rifat Arya/ Mesîla Dil

Berf û Xwîn-II

Dîrok : 07 02 2010

-Ji bo xatirê te hêjayê-

Li zivistanên ku berfê dida ser banê difikirim. Dema ku seqemê guliyên darebiyan diquraft ez li ber deriyê malê li benda çûçikên gewrikî dimam, ji niþkê ve refên wan mîna xêliyeke cûn î deqdeqî ji nava mijê xuya dibû, li dora xwe diherbilî, fireh û dirêj dibû, dibû gilok û pahn dibû û li ber min datanî. Min li dora xwe qût direþand ser berfa sîsik û kutayî.

Di wê kêliya ku ew bi berhevkirina libên genim dadiketin de min çavê xwe digirt û xwe serdev davêt ser giloka ku ji bask, nikul û çîveçîvê bi gewde dibû. Ji niþkê ve pirrînî bi wan diket û radibûn lê hingî ku dilê wan bi wê qûtê sor ve bû carek din bi lez vedihatin xwarê. Min vê dudiliya wan ji xwe re dikir firsend û zûzka destê xwe li valahiya di navbera xwe û wan de digerand. Wê çaxê bivê nevê yek ji wan wê bihata zevta destê min.

A di wan rojan de bivê nevê bêhtirî hemû tiþtî tu dihatî bîr û xeyala min; çima ku ew çûçik di nava destên min de liv û raperînkên hûrik û bêguneh li xwe dixistin, çima ku pûrta wan a livayî zêdeyî rastiyê diþibiya mûyên hûrik ên ku zendên te dinixamtin.

Dema ku ez lê dixebitîm ku bendikê zirav ji bêrîka xwe derxim û lingên çûçikê girê bidim wê jî cehda xelasbûna ji destên min dikir. Her ku min pêçiyên xwe lê dianî hev gewdeyê wê di nava destê min de mîna dilê zarokekê lê dida. Wê çaxê stûxwarî û bêgunehiya te xwe dida miqabil çavê min ku te destên xwe dixist bêrîka pantorê xwe û te lêvên xwe yên biçûçik hiþk didan hev.

Min digote te em xwe li ser piþtê bavêjin nava berfê lê te bi ya min nedikir. Te digot ez naxawzim “resmê” xwe çêbikim. Min tê derdixist ku tu naxwazî ez gewdeyê te li erdê dirêjkirî bibînim. Lê dema ku te destê xwe ji bêrîka xwe dernedixist, te lêvên xwe dimûçikand û “na” digot, min ji niþkê ve tu li ser piþtê dahf dida û tu di berfê de diçû xwarê. Min jî xwe li rex te davêt û “resmê” me herduyan di berfê de çêdibû.

Tu bi xeyd û grîn radibû ser piyan. Dema ku min destekî xwe li ser sînga te dipeland û bi yê mayî berfê ji ser porê te yî kurîþkî dadiweþand dilê te mîna çûçikekê lê dida. Lê her ku min cehda zevtkirina te dikir pirrîn ji baskên te diçû û tu ji nava destê min xelas dibû.

Hingî ku zivistan dirêj dikir, rojê refek ji çûçikên birçî bi ser qûtê min de dihatin, refek ji dilên ku li valahiya esmên diavêt. Destê min bûbûn du dafikên jîr û stemkar. Her êvar çûçikek di nava odeyekê de, herdu lingên wê bi çepilê pencerê ve girêdayî, xwe li camê dixist û cahda derketina derve dikir. Hetan ku ewrên xewê hemî deverên mejiyê min didan ber siya xwe çavê min wer damayî dima li wê girtiya bi bask a xeydok û çavlider. Lê bi sibehê re dibihejî û bi serê benekî ziravik ve dima darvekirî.

Dema ku min radihiþtê ew ji ben vedikir, pêþî zûzka min saxtiya dilê wê dikir bê ka lê dide an na. Lê min dêhna xwe didayê ku herdu pencikên wê pevketine û germahî tê de nemaye. Wê çaxê ez bi ser de digiriyam û min ew davêt teniþta xênî. Çûçika min diçû tûþî nava berfê dibû lê ne li ser piþtê we ku min dixwest, ji alî nukul ve di berfê de diçû û wenda dibû. Wê kêliyê min tê derdixist ku ew jî wek te li min dike û naxwaze ez wê “resimkirî” bibînim li ser berfê.

Hingî ku zivistan dirêj dikir, bihar pir bi derengî dihat û gava ku dihat ez pê re li çûçikên xwe yên ku min ew digirtin, bi darve dikirin û þîna wan dikir, difikirîm.

Û dema ku ez diçerixîm teniþta xênî, min refek çûçikên mirî didît li ser wê erdê. Di ser wan re pijkojên sorik li guliyên darebiyan ji xwe re didan der…

rarya-@hotmail.com

 

***

Nivîsa yekem a vê beþê: Berf û Xwîn

 

Rifat Arya/ Mesîla Dil

Hemû Nivîsên Rifat Arya/ Mesîla Dil

Hûn dikarin li van jî binêrin

'Têkiliya Kurd-Yewnanan' tê nîqaþkirin

'Têkiliya Kurd-Yewnanan' tê nîqaþkirin

03 03 2021

PEN'a Galî 'Endamtiya Rûmetê ya Navneteweyî' da Çomak

PEN'a Galî 'Endamtiya Rûmetê ya...

02 03 2021

Ji Þikeftên Hîlarê deng û awaza stranên jinan bilind dibe

Ji Þikeftên Hîlarê deng û awaza stranên...

02 03 2021

Gorbaçovê xwest Sovyetê biguherîne 90 salî ye

Gorbaçovê xwest Sovyetê biguherîne 90...

02 03 2021

Hilbijartin: 07.06.2015

Ji aliyê HDP'ê ve bajarên krîtîk

Ji aliyê HDP'ê ve bajarên krîtîk

31 10 2015

Þîrketên anketan ji bo HDP'ê gotibû çi? (Ji bo 7'ê pûþperê)

Þîrketên anketan ji bo HDP'ê gotibû çi? (Ji bo 7'ê pûþperê)

09 06 2015

Vaye lîsteya mebûsên HDP'ê yên hatin hilbijartin

Vaye lîsteya mebûsên HDP'ê yên hatin hilbijartin

08 06 2015

Kîjan navçeyê herî zêde deng daye HDP'ê

Kîjan navçeyê herî zêde deng daye HDP'ê

08 06 2015

Nivîskaran ji bo 7'ê pûþperê çi gotin?

Cemil Oguz

Demîrtaþ dondirmeyek deyndarê Delalê ye

08 06 2015

Zekî OZMEN

HDP bi dengên kurdên xeyalþikestî bi ser ket

08 06 2015

Helîm YÛSIV

Serkeftina HDP‘ê serkeftina rojavayê Kurdistanê ye

08 06 2015

Nivîskarên kurd hilbijartin nirxandin

Nivîskarên kurd hilbijartin nirxandin

07 06 2015

Hin pêþniyarên HDP'ê

Ji aliyê siyasî û rêveberî ve pêþniyarên HDP'ê

Ji aliyê siyasî û rêveberî ve pêþniyarên HDP'ê

05 06 2015

HDP: Meaþa herî hindik dê 1800 TL be

HDP: Meaþa herî hindik dê 1800 TL be

21 04 2015

Ev partî ji ku hat ku?

Ji 1999 heta 2015'an meþa azadiyê

Ji 1999 heta 2015'an meþa azadiyê

04 06 2015

Mebûsên berê yên vê tevgerê

Mebûsên ku 2007'an de hatin hilbijartin

Mebûsên ku 2007'an de hatin hilbijartin

04 06 2015

Mebûsên ku 2011'an de hatin hilbijartin

Mebûsên ku 2011'an de hatin hilbijartin

04 06 2015

2014: HILBIJARTINA HERÊMÎ

Hin îstatîstîkên hilbijartina 2014'an

Li kîjan navçeyê HDP herî zêde dengan digire?

Li kîjan navçeyê HDP herî zêde dengan digire?

06 06 2015

Îstatîstîkên hin bajarên mezin

Îstatîstîkên hin bajarên mezin

05 06 2015

Li bajarên kurdan vê tevgerê sedî çend deng girtin?

Li bajarên kurdan vê tevgerê sedî çend deng girtin?

05 06 2015

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Rifat Arya/ Mesîla Dil
  • Sîdar Jîr
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Krîstîn Ozbey
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Komên-Wêjeyê
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2021 Diyarname