Çend gotin ji bo hêja Sadînî
Hêja M.Xalid Sadînî çendek berê nivîseke pesinandinê di derheqê TRT Kurdî de weþand (1). Çima ket nava tiþtek wisa ez nizanim. Min nivîs hinek dereng dît û ev çend roj in her di nav dudiliyê de bûm; binivîsinim-nenivîsin, çûm û hatim. Axir, gere bihata nivîsîn.
Bêyî bikevim nava nîqaþeke siyasî, ez ê bikim ku ji aliyê rojnamegerî ve çend gotinan bibêjim. Ezê hin ji gotinên wî bi kurtahî wergerînim û di binî de fikir û dîtinên xwe lêkim.
*
Birêz Sadînî ji avakirina Komarê digire heta îro tîne. Dibêje, “Ev televîzyon serketina 70-80 salan a têkoþîna kurdan e”
- Ev rast e, lê dewlet dema vê rastiya te qebûl dike, rê li ber mafên te yên din vedike yan bi vê saziyê te xirab nîþan dide? Xala muhîm ev e bi ya min.
*
"Di sala 2009'an de ez helwesta 'em naxwazin' a li hemberî TRT Kurdî fêm nakim û ne mimkûn e fêm bikim jî."
- Werin em li dîroka vê kanalê binêrin: Hikumetên wê demê destpêka 2000'î de ji bo Tirkiye bikeve Yekîtiya Ewropayê, ji bo çend saetan, weþana bi kurdî (kurmancî, kirmanckî) dan dest pê kirin. Heta em gihîþtin 2009'an rewþ wisa dom kir. Di adara 2009'an de hilbijartina herêmî hebû, hikumetê ji bo di vir de bi ser bikeve bêyî bingeh hatibe sazkirin, bêyî kesên bernameyan jî çêbikin hebin bi rojek de biryara vekirina vê kanalê da û vekir. Di rewþek wisa de ka kîjan kurd dê biçûna ava xwe bixista ser vê coyê?
Piþtî hilbijartinê ku tiþtek neguherî, pê re jî rewþ nerm bû, dê bê bîra gelek kesî di serî de Ahmet Turk (Wê çaxê Serokê DTP’ê bû) gelek kesên din roportaj dan kanalê. Vê yekê rê li ber normalbûna kanalê vedikir lê çi bû, bi ser re salek derbas nebû ev "TRT 6" teslîmê FETO'yiyan kirin, gelek rêzefîlmên di kanala cemaetê Samanyolu de dihatin weþandin ji bo kurdî hatin dublajkirin û di kanalê de hatin weþandin. Samanyoluyê ku bi van rêzefîlmên xwe bi tirkî çêrên kurdan dikirin, vê carê bi kurdî dest bi çêran kirin. Pirs ev e: Gelo tiþtek normal bû kurd ji bo weþaneke wisa bêjin "baþ e û em dixwazin?"
*
"Lewra TRT Kurdî li Tirkiyeyê di asta bilind e kurdî meþrû kir."
- Ger xalek baþ a kanalê heta îro çêbûbe ew jî ev e û li vir em li hev dikin. Dîsa jî çiqas hewce dike mirov pesnê kanalê ku hê jî normal nebûye bide?
*
“Gelek mebûs û þaredarên HDP'ê bi çargavî dixwazin herin kanalên din lê ji bo TRT Kurdî roportajê nadin. A rast hay ji xwe tune ne ku dijî kurdî ne. Lê ya muhîm peyamdayîn e, ne muhîm e li ku ye."
- Birêz Sadînî dixwaze bibêje herin peyama xwe li wir bidin. Em wisa bêjin: Dê û bav, kal û pîrên me dizanin kanalên tirkî ne ê kurdan in, zêde guh nadinê jî. Dema kurdekî beþdarî kanalên tirkî dibe tenê wê kêliyê bi wê kanalê ve girêdayî dimînin, paþê ji bîr jî dikin. Lê kanalek bi kurdî dema weþanê bike zêdetir nêzî xwe hîs dikin. Ew çêran jî bikin. Bila kanalek bi kurdî weþanê bike, çêrê nirxên te bike û tu jî here li cem wan di heman bernameyê de biaxive. Gelo tuyê wan çêran meþrû nekî?
*
"Bi rêzefîlm, sînema, çand, spor, þahî, bernameyên dîrokî û belgefîlman ev kanaleke gelek normal e."
- Bifikirin niha di gelek kanalên tirkan de rêzefîlmên kurdan xirab nîþan didin hene û ew bi kurdî jî di vê kanalê de têne weþandin. Ka me çi fêm kir? Birêz Sadînî dîroka kanalê wisa paqij nîþan dide, tu dibêjî qey ew rêzefîlmên Samanyolu nebûn di kanalê de hatin weþandin... Pirs ev e: Birêz Sadînî wan rêzefîlman qebûl dike gelo? Ha, ez nabêjim weþan sedî sed xirab e, lê diyar e ku sedî sed ne baþ e û sedî sed ne normal e jî.
*
"Tenê di bernameyên nûçeyên wê û nîqaþên siyasî de hinek cudatî dixuya, ku ev jî tiþtek normal e."
- Vê xalê wekî tiþtek ji rêzê nîþan dide kekê min Xalid Sadînî. Hêja Sadînî yan tênagihê, yan jî rêyek þaþ dide ber me.
Du gotinên min hene:
1- Ji bilî îstîsnayan piraniya weþanên têne kirin li ser hin fikran têne kirin. Ev weþan jî bi vî awayî û jixwe weþana ku kanalek dike qanaleke "hêja, girîng, balkêþ" bernameyên nûçeyan û bernameyên nîqaþê ne. Kanal bi bernameyên çêkirina xwarinê, yan bi pêþbaziyan nabe kanaleke balkêþ, kanaleke bi teqdîr; berevajî, bi nûçe û nîqaþên siyasî dibe kanal û xeta wê diyar dibe.
Ez dikarim ji dîrokê jî mînakan bidim lê na, ezê ji îro mînakek bidim. Di roja îro ya Tirkiyeyê de (em jê hez bikin nekin ew tiþtek din e) Foks TV (Fox TV) ligel ku ne kanaleke nûçeyan e bi nûçeyên xwe ji kanalên nûçeyan wekî CNNTurk, NTV û kanalên nûçeyan ên nêzî hikumetê zêdetir tê temaþekirin. Ji van kanalan zêdetir gel îtîbarê pê dike. Çawa mirov rabe bernameyên nûçeyan û yên nîqaþê wisa biçûk bibîne û hema bibêje çavên xwe ji bo wan bigirin?
2- Em kurd jî di nav de ev kanal bi baca gelên li Tirkiyeyê weþanê dike. Ji ber ku wisa ye divê bêalî be, li gor pîvanên rojnamegerî, mesela wekî BBC tevbigere ku em jêre bibêjin her bijî. Lê hem bi baca me weþanê bike, hem çêran li me bike ka çawa emê “cudatî”yên wê qebûl bikin û jê re bibêjin her bijî?
*
"Yê weþanê dike dewlet e û dikaribû alîgiriya partiya desthilatdarî normal bihata dîtin. Îro AKP ye, sibê CHP, du sibê partiyek din be jî dê heman tiþtî bike."
- Xala yekê ev e, ger îro ev kanal bêedaletî dike divê em dijî vê bêedaletiyê derkevin yan em vê qebûl bikin? Ger îro aliyek e, sibê aliyek din jî bê dê heman tiþtî bike em çima dikevin nava ev tiþtê ku em rast nabînin? Yan sibê dema em bên desthilatdarî emê jî heman tiþtî bikin? Gelo dixwaze vê bibêje?
Gelek nivîskar û rewþenbîrên kurdan belkî naxwazin herin beþdarî kanalê bibin, tu çima di nivîsa xwe de wan wekî alîgirên Yalçin Kuçuk û Dogu Perînçek nîþan didî? Belkî wijdana nivîskar û rewþenbîran ranagire here kanalek/weþanek, ma ji ber ku naçin ew îleh bûne aligirên Kuçuk û Perînçek? Ma ne eyb e mirov însanan wisa bi nav bike?
Di vir de emê dîsa gotinê bibin ser BBC. Mînakek nû heye: Di sala 2015’an de hikumeta Îngilistanê xwest butçeya BBC kêm bike, naveroka bernameyên BBC bide nîqaþ kirin, bi gotineke din xwest mudexeleyê naveroka kanalê, bernameyên wê bike û ji bo vê mesele heta meclisê bir. Rêveberiya BBC bi daxuyaniyeke wisa bersiva hikumetê da: "...BBC ne saziya xebatkarên wê yan jî ya siyasetmedaran e, malê gel e. Hîsedarên me gel e. Pereyên rusqetê (weþanê) ew didin. Herî zêde divê em guh bidin dengê wan. Yê ku der barê pêþeroja BBC û radyoyan de biryarê bide jî ne hûn, lê gel bi xwe ye." (2)
Ger weþana TRT Kurdî wekî BBC ba, kîjan partî bihata jî ferq nekira û dîsa jî nivîskar û rewþenbîrên kurd neçûna kanalê me yê bi hev re ew rexne bikira. Lê mixabin ne wisa ye.
Belkî derveyî mijarê ye lê ev fikra hêja Sadînî me ber bi wir de jî dibe: Îro hemû þaredariyên li Tirkiyeyê ji bo rantê ne. Îro partiya A li ser e, sibê B, du sibê D ye, ferq nake, normal e... Partiyên dewletê çawa ji bo rantê dixwazin þaredariyan bi dest bixin, kurd jî bila wisa bikin? Partiyên A,B,C çawa kanalê bo xwe bikar tînin, dema partiya D jî bê ser gere li gor xwe bikar bîne yan wekî BBC li gor xelkê bikar bîne? Em vê rewþa kanalê “normal bibînin”. Guherîn bi vî rengî çêdibe gelo? Edalet li her derê, her cihî, ji bo her kesî, her kanalî ye. Em di saziyan/kanalan de edaletê nexwazin sibê dema em hatin cihê wan emê jî bibin wekî wan.
*
"Saziyeke çapemeniyê ya objektîf a bêalî qet çênebû yan jî ger çêbûbe emrê wê kurt bûye. Lewra gere em TRT Kurdî jî wisa binirxînin. Ji ber ku tenê kurdî diaxive ne rast e em jê li benda tiþtên din bin û bendemayîneke wisa neaqilane ye jî."
- Baþ e ger em ne li benda tiþtek baþ in em çima ew qas pesnê wê didin? Ger em ne li benda tiþtên muhîm in berde bila jixwe re weþana xwe bidomîne, kî diçe-naçe ew dizane, tu çima însanan sûcdar dikî ku yên naçin wekî alîgirên Kuçuk, Perînçek nîþan didî? Li gor min dîtiye belkî sedî 80’yê nivîskar, rewþenbîrên kurd neçûne vê kanalê, naçin, ma hemû alîgirên Kuçuk û Perînçek in? Ma ne eyb e mirov însanên naçin bi tiþtek wisa sûcdar bike?
Xala din jî ev e: Dîsa BBC... Li Îngilistanê BBC bi pereyên ji bacê têne girtin weþanê dike, berevajî gotina Sadînî, emrê wê ne kurt e jî, ji sala 1922’yan ve weþanê dike. TRT Kurdî jî bi baca ji gel tê girtin weþanê dike. Em ji TRT Kurdî weþanek bêalî bixwazin, yan em bêjin "jixwe saziyên objektîf" tune ne, em pesnê wê bidin û bila wisa dewam bike?
*
"TRT Kurdî bi bernameyên xwe li nav hemû kurdên ser rûyê dinê kanala herî zêde tê temaþekirin e."
- Li gor kîjan îstatîstîkê TRT Kurdî herî zêde tê þopandin? Ka nîþanî me bide em jî bizanin.
*
"Her wiha li nav tirkan jî pir tê temaþekirin.Mînak maçên lîgên 2'yemîn û 3'yemîn TRT Kurdî yekser dide. Em bêjin Amedspor ligel Denîzlî Sporê dilîze, dinîzliyî jî bi kurdî re têkiliyek saz dikin."
- Berî her tiþtî divê em vê bibînin: Dewlet pere û îmkanên dide TRT Kurdî bila nîvê wê hema bide kanaleke herêmî ew jî dê heman weþanê bike ev yek. Ya diduyan dewlet ev du sal in nahêle temaþevanên Amed Sporê di deplasmanê de herin li maçên wê temaþe bikin. Her maça deplasmanê ji bo van temaþevanan bi sedemên bêsedem qedexe ye. Û bi ser de jî rayedarên sporê yên Tirkiyeyê bêsedem cezayan li Amed Sporê dibirînin, pêþî lê digirin, her wiha rêveberên wan rastî tacîz û lêdanan tên... Weþandina çend maçên Amed Sporê dikare vê bêedaletî ji holê rake? Ha, ev jî heye TRT Kurdî vê weþanê ne ji bo çavên reþ û belek ên Amed Sporê diweþîne, ne jî ji bo denîzliyî ji kurdî hez bikin. Ji ber vê ye: Kanalên dewletê yên din (TRT Spor û hwd.) maçên din ên lîgan (Lîga Super, Lîga PTT 1, Lîgên 2’yem) diweþînin, ên Amed Sporê jî di vê çarçoveyê de. Û helbet ji ber kurd bi awayeke din nikarin li maçên Amed Sporê temaþe bikin, kîjan kanal be jî dê temaþe bikin, TRT Kurdî jî vê yekê ji bo xwe bikar tîne. Bi vê yekê mirov nikare bibêje TRT Kurdî xwedî weþanek serketî ye û pir tê temaþekirin. Ev yek nake ku em bi vê pesnê wê bidin. Û bila bawer bike denîzliyî, yan jî rîzeyî ji ber maçan ji kurdî hez nakin, yan jî empatiyê çênakin...
*
"Wekî gotina dawî weþana TRT Kurdî bi qîmet e, 11 sal in weþana wê çi dibe bila bibe kedek mezin xistiye nava xezîneya kurdî."
- Çiqas tiþt li xezîneya kurdî kiriye meseleya nîqaþê ye. Helbet 11 sal ne hindik in. Di 11 salan de 11 hezar dilopên avê bên rijandin dê di nav de hin çilkên paqij jî hebin. Vê meseleyê her kes dikare ji hin aliyan ve lê binêre. Mirov dikare bibêje kedek mezin xistiye nava xezîneya kurdî jî, mirov dikare gotina gel ku dema yek tirkî-kurdî tevlihev dike dibêjin "Kurdiya TRT 6'ê" jî binêre.
Mirov dikare bibêje erê gelek tiþt li kurdî zêde kirin, lê mirov dikare bibêje gelek tiþt ji kurdan birin jî. Bi kurtahî mirov dikare wisa jî bêje; Dema rewþ asan bû gelek kesên xwedî zanîn çûn têde xebitîn, lê dema rewþ xirab bû ew kes çima hatin qewirandin, yan jî wan kesan çima dest jê berda? Serdem muhîm in, mirov di kîjan serdemê de dixebite, kîjanê de pesnê dide jî muhîm e.
Ji bo min xala muhîm ev e kek Sadînî dibêje "îro A partî ye, sibê B, C, D partî be dê li gor wan be" û ev yek min gelek diêþîne. Belkî ne hedê min e ez bêjim, lê ez xwe ranagirim: Em kesên xwedî qelem gere ne li gor partiyên A,B,C,D, dîsa ne li gor serdeman, li gor rastiyên meseleyê û li gor edaletê qelema xwe bikar bînin. Yan na îro emê bi gotina xwe piþtgiriya partiya A bikin, sibê D were emê li gor wan tevbigerin. Ev yek tiþtek li me zêde nake.
***
Gotineke þexsî: Ez ji nivîsên dirêj hez nakim, ger heta vir we xwendibe û min dema we girtibe, min we aciz kiribe biborin...
***
1-Turkiye’de Kurtçe televizyon yayinciligi; TRT Kurdî / M.Xalid Sadînî / Independent Turkçe / 20.04.2020
2- Ýngiltere hukumeti BBC'yi masaya yatiriyor / BBCTurkçe