Çîroka ROSETO
Li baþûrêrojhilatê Îtalyayê cihek bi navê Roseto Valfortore heye. Di sedsala 19'an de cihek feqîr e, ji ber ku hêviya baþiya aboriyê bi wan re namîne loma di dawiya sedsala 19'an de komek ji 11 kesî pêk hatî ji wir derdikeve û berê xwe dide New Yorka Amerîkayê. Piþtî rojek ew ji wir diçin Pennsylvania û li kêleka navçeya Bangorê bi cih dibin. Salek paþê 15 kesên din jî tên wir. Ev koçber hêviyê diþînin bajarê xwe û koçber qefle bi qefle berê xwe didin wir. Di sala 1894'an de ji Roseto 1.200 kes ji bo paseporta Amerîkayê serîlêdanê dikin.
Ji ber hejmara rosetoyiyan zêde dibe pêþî navê "Îtalyaya Nû" li cihê ku mane dikin. Dûre navê gundê xwe Roseto li wir dikin.
Li wir dêrek çêdikin wekî gundê xwe navê "Our Lady of Mount Carmel" lêdikin. Navê lehengê mezin ê îtalî Garibaldî li kolanê dikin. Keþe Paspuale de Nisco dibe keþeyê dêrê û rê dide ber wan: Pîvaz, fesûle, kartol, darên mêweyan bi wan dide çandin. Ji bo þerabê li piþt malan rezan bi wan dide çêkirin.
Li ser Kolana Garibaldî dikanên biçûk, firin, restorant, bar têne vekirin. Ji bo kincan atolye têne sazkirin.
Du navçeyên cîran Bangor piranî ji gelê kelt û îngilîz bûn û li aliyê din alman hebûn. Lê Roseto bûbû îtalyan û îtalyanî serdest bû.
Roseto dibe dinyayeke ku xwe bi xwe dikare debara xwe bike. Ger doktor Stewart Wolf neba dibe ku ev der wisa bimana.
Doktor Wolf li ser mîde û hezmkirinê pispor bû, li Zanîngeha Oklahoma dersên tibê didan. Havînan li çiftlikek nêzî Roseto dema xwe derbas dikir lê haya wî ji Roseto tune bû, heta ku dawiya salên 1950'yan li nêzî wir di komeleyeke herêmî de semînerek da. Piþtî axaftinê ew ligel hevalekî xwe yê doktor çûn bîraxaneyê û doktorî jêre qala meseleyê kir: "17 sal in ez karê xwe dikim, ji her derê nexweþên dilî tên cem min lê ji Rosetoyê heta niha ez rastî kesek xweþê dil ê bin temenê 65'î re nehatime."
Wolf gelek þaþ bûbû. Di salên 50'yan de li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dermanên ku kolestrolê têk bibin, dermanên nexweþiya dil baþ bikin derneketibûn û qeyrana dil li DYA'yê di astek bilind de bû, lê li Roseto rastî nexweþek wisa nehatibûn...
Wolf li ser vê yekê di sala 1961'ê de dest bi lêkolînê dike. Li hemû paþeroja tibî ya rosetoyiyan dinêre, li þecereya wan, her wiha gazî dike bê pere EKG'ya wan jî dikiþîne lê encam balkêþ e: Di bin temenê 55'an de tu rosetoyiyek ji ber qeyrana dil miribe, yan jî bi nexweþiya dil ketibe nabîne. Mirovê li wir ji ber extiyariyê dimirin, ne ji ber tiþtek din.
Wolf difikire, "Teqez ew ji ber hay ji xwarina xwe hene loma bi vê nexweþiyê nakevin." Lê dema dinêre, na, ew ne donêzeytê ê ku bi fêde ye bikar tînin, berevajî vê, wekî Îtalyayê donê berazan bikar tînin; ew sporê jî nakin, na, yoga jî nakin. Berevajî ku hay ji tenduristiya xwe hebin cixareyê jî dikiþînin, qelewin jî. Ligel vê yekê jî li du navçeyên derdorê, li Bangor û Nazarethê sêqat zêdetir qeyrana dil çêdibe lê li Roseto tiþtek tune ye.
Doktor Wolf nedizanî dê çi bike. Gazî hevalê xwe yê civaknas Bruhn kir û li navçeyên geriyan; çûn serdana rosetoyiyan, ligel hev xwarin xwarin, sohbet kirin, çavdêrî kirin, dîtin ku rosetoyî wekî malbatkî dijîn, xwedî torek civakî a berfireh in.
Mêze kirin ew diçin dêrê, dêr wan tîne ba hev, aram dike. Rosetoyî li kuçeyê dema rastî hev tên bi îtalî silav li hev dikin, hal û hewala hev dipirsin, alîkariya hev dikin.
Dîtin ku li wir qet bûyerên întîxarê çênebûne, sermestiya ji alkolê, yan jî tilyakê jî nîn e; rêjeya sûcê jî di asta herî jêr de ye. Ji aliyê civakî ve alî hev jî dikin.
Wolf û Bruhn dibînin ku di navçeya ku 2 hezar serjimariya wê heye de 22 saziyên sivîl hene û ew her diçin wir. Dîsa hay jê çêdibin ku dewlemendên wan tu demê dewlemendiya xwe wekî pesn nîþan nadin, ger kêmasiyek feqîrên wan hebe wê ji holê radikin, vê yekê wekî felsefeya jiyanê didin pêþberî xwe.
Ev hemû bûn sebeb ku Wolf, Bruh û saziyên tenduristiyê bi çavekî din li meseleya qeyrana dil û tenduristiyê binêrin.
Ev çîrok nîþanî me dide ku berî her tiþtî însan, moralê însan, yekîtiya însan, nebiçûkxistin lê mezinkirina însan pêþî li nexweþiyan jî, pêþî li tiþtên din ên xirab jî digire. Çîrok nîþanî me dide ku civakek dikare çawa rabe ser lingan, çawa bibe civarek rastîn, çawa bikaribe xwe bi xwe têra xwe bike.
Dema min ev çîrok xwend gelek bala min kiþand. Min dixwest rojek wekî nivîs bi awayekî bikar bînim, niha rastî koronayê hat û texmîna min ew e tam dema wê ye.
Niha li Tirkiyeyê çiqas însan ditirsin ji ber vê nexweþiyê. Lê ev çîrok nîþanî me dide moral, alîkariya hev dikare her tiþtî binpê bike.
Em bi çavek cuda li meseleyê, li însanan, li civakê, li pêþerojê binêrin dibe ku em bi rehetî bi ser bikevin. Ger mirov bixwaze û bikaribe bibîne di çîrokê de gelek xalên din jî hene. Roseto bo min gelek balkêþ bû.
**
Têbinî: Çîrok ji pirtûka Malcolm Gladwell "Outliers" hatiye girtin, ne yek bi yek lê kakila wê min girtiye. Tirkiya pirtûkê bi wergera Aytul Ozer bi navê "Çizginin Diþindakîler" ji MediaCat derketiye.