VW diajom lê dilê min ji bo Mazda lê dide
Mirov kîjan otomobîlê bikire û jê memnûn be, piþtî demekî girêdaneke hîsî bi wê markayê re çêdibe. Çîroka min a Volkswagen jî ew e lê ev demek e heyraniyeke min a Mazda jî çêbûye.
Heta niha min herdem erebeyên Volkswagenê ajotine. Saxlem in. Konfora wan jî ne xerab e û arzan in jî. Bila þaþ neyê fêhmkirin, ji me re li gor piyaseya Almanyayê arzan in.
Ya rast, ji ber çîroka Volkswagenê ya Þerê Cîhanê yê Duyemîn carnan dilnexweþiya min a jê re û muhasabeya wijdanî bi min re rû dida. Lê balkêþ bû ku Volkswagenê berî çend mehekî tiþteke ku tu kes ne li bendê bû kir; Ji ber êrîþa li ser Rojava, projeyeke xwe ya mezin li Tirkiyeyê da rawestandin. Ev yek bû sedem ku kêfa gelek kurdan êdî ji otomobîlên Volkswagen re werin.
Lê ne tenê aliyê siyasî yê Volkswagenê kurdan eleqedar dike. Heke kurd çîroka otomobîla Mazda bizanin, wê meyla wan bikeve ser wê jî.
Otomobîla Mazda ya japonî yek ji markeyên mezin ên dinyayê ye. Li gor malpera Statista ya almanî otomobîla Mazda par di feydekirina firotinê de li seranserî dinyayê di rêza 11'an de cihê xwe girt.
Çîroka otomobîla Mazda di sala 1920'î de dest pê kir. Þîrketa bi navê Toyo Cork Kogyo Co. Ltd. li Hîroþîma ya Japonyayê hat damezirandin. DYA'yê wê piþtre bombaya atomê biavêta vî bajarî.
Þîrket di destpêkê de devikên þûþeyên þarabê çêdike. Lê karê wê zêde bi serketî derbas nabe. Xwediyê þîrketê Jujiro Matsuda biryar dide ku derbasî çêkirina parçeyên mekîneyan bibin.
Di sala 1931'ê de jî dest bi çêkirina otomobîlên Mazda tê kirin. Navê ji otomobîlê re jî tê hilbijartin ne bi tesadûfî ye. Xwediyê þîrketê Jujiro Matsuda navê xwedayê dînê zerdeþtîtiyê Ahura Mazda li otomobîla xwe dike. Di malpera þîrketa Mazda de di vê derbarê de ev agahdarî tê dayîn: "Ahura Mazda rihê xuliqandinê yê zerdeþtîtiyê ye. Ew ronahî û zanînê di nava xwe de dihewîne."
Sedemeke din jî ya Jujiro Matsuda biryara navlêdanîna Mazda dayî navê wî bi xwe ye jî. Di japonî de Matsuda û Mazda wekî hev têne gotin.
Logoya otomobila Mazda jî sembolên zerdeþtî di nava xwe de dihewîne. Sembola wekî herfa "V" di nava giroverîkê de dixuye, bask û tîrêjan û giroverîk jî rojê sembolîze dike. Li gor fîlozofiya þîrketê, per û bask sembola rihê azad in.
Ez têm dawiya nivîsê û piþtî her du çîrokên li banî, dixwazim vê yekê bibêjim; Kurd otomobîlan çênakin lê otomobîlên ku bikarin wijdana xwe pê rehet bikin hene.