Kurd li Pêþangeha Pirtûkan a Frankfurtê ji ya xwe nayên xwarê!
Pêþengeha Frankfurtê ya Pirtûkan nîvê meha derbasbûyî li dar ket. Lê belê ji ber êrîþa li ser Rojava ev pêþangeh zêde nekete rojeva medyaya kurdan. Her wiha li pêþangehê vê carê bi navê kurdan tenê standa Wezareta Roþenbîrî ya Baþûr hebû û ew jî dubareya salên darbasbûyî bû.
Di destpêkê de ez dixwazim hinek agahdariyên îstatîstîkî bidim û dû re werim ser merema xwe;
Mêvanê vê carê yê pêþangehê dewleta Norwecê bû. Ev welatê ku ji derdora 5 mîlyon þêniyan pêk tê, 900 pirtûkxaneyên ji gel re vekirî, 300 pirtûkxaneyên zanistî û bîst pirtûkxaneyên herêmî û netewî yên xwedî hemû cureyên arþîvên çapkirî di nava xwe de dihemîne.
Li Pêþangeha Frankfurtê ya îsal zêdeyî 7 hezar dezgehan berhemên xwe dan nasandin û bi giþtî 302 hezar mêvan jî çûn serdanê.
Heta niha gelek caran weþanxaneyên kurdan tevlî vê pêþangehê dibûn. Lê beþdara ev bi salan e hema bêje bênavber tevlî dibe Wezarata Roþenbîrî ya Baþûr e. Wezaretê dev ji kevneþopiya xwe berneda û îsal jî standek vekiribû.
Di jiyanê de mirov dibe xwedî tecrube û bi pêþ ve diçe. Lê belê li gor dixuye ev standart ji bo Lijneya Wezareta Kurd a her sal beþdarî vê pêþangeha bi perestîj derbas nabe. Dîsa wekî hersal standeke teng û bêrêkûpêk kirê kiribûn. Semînerên di nava standê de bi rê ve birin ji profesyonaliyê dûr bûn. Ne cih hebû, ne teknîka ku mêvan bikaribin dengê wêjevanên beþdar yên wekî Bextiyar Elî bikin. Wekî her carê bi min re hesta ku armanca van biraderan beþdarbûn e û xilas.
Di wêneyên xwarê de ku standên welatên cuda hene û min li derdora standa Kurdistanê girtine, tê dîtin ka her welat çi qedir û qîmetê dide beþdariya vê pêþangehê.
Xelk bi standên xweþik û balkêþ hewl didin hem wêje û hem jî welatê xwe li vê derê bidin nasîn. Ji bo nasandina wêje, wêjevan, welat û geþtiyariyê ev der cihê bidestxistina prestîjê ye. Lê ji bilî gezoya ku amadekarên standa Kurdistanê li mêvanan belav kirin, mixabin tiþteke ku bikaribim bibêjim ev xweþ bû di bîra min de nema.
Li ser vê meselê salên berê jî li pêþangehê bi wezîr û rayedarên Wezareta Roþenbîrî re axivîbûm. Îsal jî li ser navê wezaretê Dr. Salar Osman beþdar bû. Min bi þermî heman çîrok ji wî re jî dubare kir. Ew jî wekî hemû beþdarên salên berê di wê baweriyê de bû ku bi mesrefeke ne bilind dikarin standeke bi rêkûpêk û bi prestîj ji bo carên dî amade bikin. Her wiha soza ku wê li wezaretê vê yekê bike di rojevê de jî da.
Ez niha behsa xeyala ku Kurdistan jî wekî Katalonyayê ku berî çend salekî bûbû mêvana fermî ya heman pêþangehê nakim. Ji xwe danînberheva agahdariyên li banî yên derbarê binesaziya pirtûkxaneyên mêvana îsal ku Norwec bû, besî wê yekê ne ku em hewla xeyaleke wisa nedin xwe. Lê beþdariyeke bi rêk û pêk ku dikare karîzma û prestîja kurdan li wir bilind bike, pêkan e û qet ne xeyal e. Tenê hinek mesref û cidiyet jê re lazim e.
Fotoyên ji fûarê:
- Standên Fûara Frankfûrtê