Lawija me “yêd di tûrê mar de”
Halê me, ‘ne tê kuþtin ne tê hiþtin’, li wê dera hanê.. di navbera nal û bizmarê de.
Em ê dîsa bertek û paliyên xwe biþidînin, dê bibe gurre gura kerba me û mîna kela nîskê em ê bi ser tifika xwe de vereþin. Çend gotinên qelew ji kîsê me re..
Kurê min! Xwezî me karîba dinyayeke xweþtir ji we re bihiþta! Nizanim çi bibêjim bo te.
Keça min! Xwezî me karîba ezmanek sayîtir diyarî we bikira! Nizanim çi bibêjim bo te.
Ya me, heçî em in marê di tûr de ne. Ne me ew dil heye di sengerê pêþ de bin, ne jî me ew dil heye bi cihekî ve bo xwe raqetin û ji xwe re kuçekek nû deynin. Ji xwe re tevneka nû birêsin, li zemanekî dî, li ser erd û warekî dî.. nexêr. Berxikê min nexêr! Em di tûrê xwe de digevizin û bi jehra xwe diwerimin, dikefizin, paþê ditirsim hûn jî ji jehra me bigirin.
Îro, dinya li kuþtina me temaþe dike û bi ser de dibêjin: wîî! Hûn çi xweþkûk dimirin! Ez qurbana wê mirina xweþkûk!..
Kurê min! nizanim, ez ê çawa bikaribim kewþenek ser rûyê erdê peyda bikim û we berxikên xwe tê de stare bikim da ku mirina we ya xweþkûk nebe replîkek ji þanoya vê cihana gewrik û qehpik! Ez çi bikim keça min! Ez bo keziyên te yên bêhna binevþan jê têt, ji kîjan çiyayê asê temberîkan vehênim û te bi kîjan lawijê bixemilînim da ku li ser sehneya vê dinyaya derewîn, nebî ew kuþtiya xweþkûk ya di bin qîlên qilêr ên ayetfiroþan de biherimî!..
Xwedê! Tu li kîjan perdeya vê þanoyê yî?
Ez zanim kurê min, çendek naçe, ev kula me jî dê sar bibe. Ev kovan jî dê bikeve ser birînên dîtir û ji birînên me dê çiya di zikê xwe de bizûrin, bibin volkan û bipijiqin.
Çendek naçe, em ê hêrs û rika xwe di þûþecamên twitterê de sar bikin û vegerin ser xewna xwe ya derew.
Bêhnek dî dîsa em ê li malê xwe li ber encamên maçên hefteyê pan bikin. Em ê dîsa xwe bi hevsarê reqemên meaþ û mehmizan sûr bikin û em ê dîsa heçku çi tiþt li me û li mirina me ya “xweþkûk” neqewimîbe, em ê dîsa bi leqleqa dinyaya xwe bi ba bikevin.
Ez bo te bi kîjan zimanî vê xewna me ya reþ þîrove bikim keça min!
Wa ye dinya êdî mîna berê ne kerr û lal e, belam dinya vê carê jî temaþe ye li ber çavê me; em li ber çavên dinyayê..
Dîsa gwîzên xwe li ser dilê me diþkênin. Û dîsa dilê me bi kuþtina me ya “xweþkûk” dipalînin. Dibêjine me: bêhna xwe fireh bikin em ê hevsarê wan bi qirika xwe bigerînin! Dilê min bi birîna me honik dibe lê agir hê jî baran e ser serê me!
Kurê min! min efû bike. Keça min! min efû neke! Çima min efû bikin?
Paþê dengê teyarê mit bû. Kurê min ê tifal dîsa ji nav nivînên xwe hilpekî. Ji tirsa xwe avêt ber hembêza min.
Min dî, ji min re bi zimanekî berî tarîxê qise dike. Min fam nekir. Go, “Exa.. Eta.. Eza.. Îlna.. Etna.. Ejma..”
Bêlome! Îja ev çi bû; ev çi felaket bû! guhê min li strana “Ez felaket im” bel bû.
Dinyayê çerxek dî dida ger û geþta xwe. Þevê xwe bi ser rojê de diqulipand. Ez ê dîsa mîna riknê rojane ewilê biçûma ber þaþeya TV û ajansan.. Ka çend mirinên xweþkûk li xezîneya vê dinyaya gewrik zêde bûne.
Dû û bêhna sotinê bi carekê de li kezeba min didewixî!
Her nebî vê carê em dê tev “xweþkûk” bimiryana. Kurê min! min efû neke! Keça min! tu jî min efû neke!
Ji ber ku me ev barê xeman ji we re hiþt!.. Vê lawija di tûrê marî de; marê di tûrî de, bi jehra wê re bihêlin. Bila ji xwe re xweþkûk xweþkûk bimire.
Sibe tê.. wekî þairê gewre gotî, “stêrka berbangê mizgîniya xêrê ye” va ye li me da der..