Rêzefîlm sosyolojiya civakê diguherînin
Wextekî li Tirkiyeyê rêzefîlmên brazîlî gelekî dihatin temaþekirin. Lê êdî ev demeke li gelek welatên dinyayê rêzefîlmên tirkî têne ecibandin. Ev bi salan e bi taybetî di dema prime timê de di gelek tv´yên ji Baþûr weþanê dikin rêzefîlmên tirkî yên bi dublaja kurdî têne weþandin.
Ev zêdeyî deh salan e ji bilî rêzefîlma tirkî ya bi navê “The Protector” min li tu yên din temaþe nekiriye. Ji wê yekê ne pisporê rêzefîlmên tirkî me. Lê çavdêriyeke baþ a eleqa ji bo van rêzefîlman heye.
Li kuçeya hunerê ya Amedê bûme þahid ku di dema weþana rêzefîlmekî de qehwexane miþt bûne. Li Stenbolê min dîtiye ku hevalekî min ê gelekî nêzîk civana me ya hevdîtinê daye piþtî dema weþana rêzefîlma jê hez dike. Li Hewlêrê dostekî min ê ji Rojhilat ji ber rêzefîlmeke tirkî ya jê hez dikir dinya xira bûba wê saetê xwe digihand malê. Li Almanyayê nasekî min ê ji xelkê vediþart ku bûye fanatîkê rêzefîlmekî lê belê ji qewlê wî ve “piþtî gelek serdegirtinan” ew êdî li xwe mikur hat ku ew bûye dîlê temaþekirina wî rêzefîlmî.
Hezkirina rêzefîlmên tirkî êdî li gelek welatan belav bûye. Min carekî ji yekî erîtreyî pirs kiribû ka çawa fêrî erebî bûye. Wî got bi rêzefîlmên tirkî. Min jî meraq kir ka çawa bi rêzefîlmên tirkî fêrî erebî bûye. Li rêzefîlmên tirkî yên bi dublaja bi erebî herdem temaþe kiriye. Di nava demê de bi xêra wan rêzefîlman fêrî erebî bûbû.
Li gor ku xelk bi dublaja erebî ya rêzefîlmên tirkî fêrî erebî dibin, helbet xelk bi wan rêzefîlman fêrî tirkî jî dibin. Ne li welêt lê li Almanyayê min bi taybetî gelek jinên kurd jî dîtine ku gotine bi rêzefîlman fêrî tirkî bûne.
Wê rojê di balefirê de bi tesadûfî ciwanek ji Amediyê li teniþta min bû. Piþtî hevnaskirinê me dîwan germ kir. Mirovek balkêþ bû û haya wî ji veguherînên civakî hebû. Behsa bandora rêzefîlmên tirkî ên di televîzyonên Baþûr de kir. Nizanim îdîaya wî çiqasî rast in an na lê got ku hebûna tofana rêzefîlman ew qas zêde ye ku bandorê li çand û sosyolojiya civakê jî dike. Ev yek dibe sedem ku senaryoyên di hinek rêzefîlman de wekî bûyer di nava civakê de jî rû bidin. Mînaka hebûna hokarên hinek kes wekî di rêzefîlman de bibin dildarên diþ û xesûyên xwe da.
Di meseleya dîrok û siyasetê de jî rêzefîlmên tirkî bi bandor in. Berî demeke kurt televîzyoneke hunerî ya bi navê Ava li Baþûr vebû. Ev televîzyon ji hêla teknîkî ve gelekî bi kalîte ye. Yekem rêzefîlma wê jî bi reklameke mezin hat danasîn. Ev jî rêzefîlma tirkî ya bi navê “Ertugrul” bû. Çîroka rêzefîlmê jî derbarê êl û kesayetên Împaratoriya Osmanî ava kirine. Ev rêzefîlm li Tirkiyeyê gelekî tê hezkirin. Ev hezkirina heyî bi vî awayî di nava kurdên bi tirkî nizanin de jî belav bû.
Dixwazim vêca werim meselê; Kurd ji bo festîvalan mesrefên mezin dikin. Di warê birêxistinkirina konsertan de jî ji mesrefê narevin. Lê dema mesele dibe fîlm û rêzefîlm dil nahêlin mesrefên mezin bikin. Digel ku eleqeyek mezin ji bo rêzefîlman heye, hê jî nayê fêmkirin çima li þûna mesrefên wir de wê de rêzefîlmeke bi kalîte nayê çêkirin ku rasterast ji hêla civakî, sosyolojî, dîrok û siyasetê ve xîtabî civaka kurd bike?