Fistanê zer, rengê sor û coþa bi stranan
Li nav kurdan rengê sor her navdar e. Kurdan rengê sor wekî rengê xwe hesibandiye, gotina "Bila sor be, çend qiriþên wî zêde be" jî bi ser de. Xwîna kurdan sor e, her di nav vê xwîna sor de gevizîne. Rengê kurdên elewî jî sor e. Di nav rûpelên dîrokê de ew jî di nav xwîna sor de fetisîne; loma ye jî li hin deran û hin deman wan xwe înkar jî kiriye. Ligel hezkirina vê rengê sor jî di salên dawî de rengê zer di nav kurdan de derketiye pêþ. Ew wisa ji rengê zer hez dikin hema bêje hindik maye rengê sor bê ji bîr kirin. Rengê zer ji bo wan bûye hêvî, bûye rengê azadiyê. Em nizanin eleqeya vê heye yan na lê stranbêj Ayfer Duzdaþ ku stranên qewmê rengê sor dane hev û jê album derxistiye, bi ev stranên sor lê bi fistanê zer ku li xwe kiribû li ser dikê bû. Helbet ew fistan, bi qasî ew stranên ku dane hev û dê pêþkêþî temaþevanên xwe bikira lê hatibû jî. Belkî ji îro pêde fistanên zer cihê fistanên sor jî bigirin, kî dizane...
Belê konsera Ayfer Duzdaþ êvara 11'ê gulana 2019'an li Navenda Çanda Nazim Hîkmet a li Þîþliya Stenbolê bû. Duzdaþ bi strana "Dîlber" ku di albuma xwe "Leylan" de weþandibû dest bi konserê kir. Yek ji armanca konserê pêþkêþkirina stranên kurdên elewî, ya din, hinek be jî danasîna albuma wê ku par bi navê "Ji Xorasanê Heta Çorimê Newayên Kurdên Elewî" derxistibû, bû.
Ji 'Koma Asmîn', 'Vengê Sodirî' heta niha
Duzdaþ di sala 1973'yan de li Sêwasê tê dinê, lê di zarokatiyê de ligel malbatê tê Stenbolê û dibistana seretayî, navîn û lîseyê li Stenbolê dixwîne. Sala 1998'an de li Lîseya Hunerên Bedew a Perayê perwerdehiya keman û þanê dibîne. Di navbera 1996-98'an de li Navenda Çanda Mezopotamyaya (NÇM) Stenbolê dest bi qursa muzîkê dike. Piþtî xilasbûna serdema qursiyeriyê ligel hevalên xwe Koma Vengê Sodirî ava dike ku komê bi kirmanckî (zazakî) stran digotin. Her wiha ligel hunermendên jin di nav Koma Asmîn de cih girt. Koma Asmîn wê demê tekane koma jinên stranbêj bû li nav kurdan. Duzdaþ demek dirêj di nav her du koman de stranên xwe gotin, karê muzîkê dom kir. Piþtî ku her du kom belav bûn jî wê karê xwe yê muzîkê dom kir û heta îro anî.
Bav bi ser NÇM'ê de digire
Erê jiyana xwe di nav muzîkê de derbas kir lê ne hêsan bû. Li aliyek divê her xwe pêþ bixista, berhem biafiranda, lê li aliyê din jî malbat hebû û wekî gelek malbatên kurdan dixwestin "keça xwe biparêzin". Di demek wisa de Duzdaþ ji bo konserê ligel komê dê biçûya derveyî Stenbolê. Dê biçûya lê ev yek dê çawa ji bavê xwe re bigota? Bibêje dê li mal tofan rabe, helbet dê bav nehêle jî. Difikire, pir difikire, paþê dibêje, "Wele ezê herim, hey dê tofan rabe, qet nebe piþtî ez vegerim bila ev tofan rabe." Berê xwe dide derî, dê derkeve, lê bi pistînî ji diya xwe re dibêje, "Konsera me li derveyî Stenbolê heye, ezê herim lê ji bavê min re nebêje." Û derî digire. Ew li konserê ye, lê dayika dilþewat, dayika di tirsa tiþtek bi keça min bibe yan na de gotin gihandiye bav û bavê wê, ligel diya wê bi ser NÇM'ê de girtine; tofan rabûye jî...
Yekem album: "Leylan" tê
Ev yekem derketina wê ya li derveyî Stenbolê bû ne nebû ya dawî. Duzdaþa ku li Sêwasê hatibû dinê, hay ji gelek stranên kurdî yên nehatine berhev kirin hebû, hay jê hebû ku divê ew stran winda neba, divê hinan ew berhev bikira. Erê divê bikira lê kî? Pirsa çima "Ez nekim" pêre çêdibe û dikeve dû stranan; stranên dawetê, stranên þînê, bi taybetî jî stranên kurdên elewî ku zêdetir ew veþarî mane... Diçe Mûþê, Gimgimê, diçe Meletî, Semsûrê, diçe Koçgirî, Dêrsim, Çorûmê... Û berhev dike wan stranan. Li aliyek jî xebata xwe ya pêþkêþkirina stranan, geþkirina muzîka kurdî didomîne. Piþtî cih girtina di nav albumên "Þahiya Stranan" de yekem albuma xwe ya solo bi navê "Leylan" di sala 2008'an de pêþkêþ dike.
Stranên þînê "Þînên Koçgiriyê"
Di van deman de ji bo strana "Sallana Sallana" ku straneke Eyþe Þan e klîbek dikiþîne. Hem ji klîbê, hem ji stranê û hem ji dengê wê gelek tê hez kirin; pêre êdî ne tenê Ayfer Duzdaþ a di nav koman de heye, êdî Ayfer Duzdaþ a bi serê xwe, bi vîna xwe û dengê xwe, heye. Ew pêre jî xebata xwe ya lêkolînê didomîne û di sala 2012'yan de albuma "Þînên Koçgiriyê" derdixe. Jinên extiyar ku li ser cenazeyan, li ser goran û þînxaneyan klamên ku digotin qeyd kiribû û ew wekî album pêþkêþî dîroka muzîka kurdî kir. Û dîsa lêkolîn, dîsa berhevkirin; vê carê berê xwe dabû newayên kurdên elewî. Duzdaþ ji Xoresanê heta Çorumê ev girtin dest, dan hev, tomar kirin, loma navê albumê jî wisa lêkir. Û album par bi etîketa Kom Muzîkê derket. Li ser vê Duzdaþ wisa dibêje: "Newayên kurdan ên li Xorasanê zêde nedihat nasîn, loma min ew der hilbijart. Xorasan wisa erdnîgariyek e ku kurd, tirk, faris bi hev re bi biratî dijîn. Sedema min Çorûm hilbijart jî li wir kurdên elewî hene. Kurdên elewî ku ji Dêrsimê, Koçgiriyê ji bo wir hatine sirgûnkirin hene, lê ev yek zêde nayê zanîn. Tê zanîn li Xoresanê elewiyên tirk hene, lê nayê zanîn ku li Çorûmê kurdên elewî hene. Ji bo ez balê bikiþînim ser vê yekê min ev xebat kir." Û ew niha bi van stranan li ser dikê bû.
Bajar bi bajar stran
Di konserê de herî zêde beþdaran di strarên "Sallaha Sallana", "Dîlber" û "Çerkeþ Xatûn" de beþdarî kir ku ev yek nîþana herî zêde ji wan hez kir bû.
Duzdaþ geh ji Çorûmê "Hey Narim" got, geh ji Koçgirî "De wer meke" pêþkêþ kir, geh temaþevan bir Dêrsimê û "Duzgî duzgî" pêþkêþ kir, geh bir Varto, geh Meletî, Semsûr... Û helbet strana bi kelhûrî "Kamel kamel ke" jî pêþkêþ kir. Çawa ku di vê stranê de bilbil dibe evîndarê gulê, Duzdaþê jî temaþevan kirin evîndarê xwe û kêliyek bi coþ diyarî wan kir.
Û di dawiya nivîsê de fermo ji we re parçeyek konserê, ji strana "Çerkez Xatûn":
Ji bo vexwendnameyan malpera ku hûn serî lê bidin: http://www.davetiyeonline.net/
Bi sedan cureyên vexwendnameyan li benda we ne.
Bi her zimanî em dikarin ji bo we vexwendnameyan amade bikin.
Navnîþan:
Yýldýztabya Alibeyköy Cad.No: 156, Alibeyköy Eyüp-Ýstanbul, Telefon: 0212 -6266455, info@davetiyeonline.net