Kirasê kurdî êdî li nifþê nû teng tê
Berî bi salan cara ewilî çûbûm Amedê. Pêþiya hingî jî bi rojekî li Stenbolê bûm. Wekî piraniya xelkê wêneyekî Amedê yê guhertî di serê min de hebû. Behsa wî wêneyê bi stran, helbest û nivîsan di serê min de bi cih bûyî de dikim.
Helbet vî wêneyî di nava xwe de ziman jî dihewand. Li gor fikra min ev bajar navenda siyaseta kurdan, wêje û hunera kurdî bû. Li bendê bûm ku jiyan bi kurdî be.
Lê ew Ameda min dîtî ne ya di helbestan û stranan de bû. Min li Stenbola ku çend rojekî berî hingî li wir bûm ji Amedê bêhtir diyalogên bi kurdî bihîstibûn. Rabûn, rûniþtin, kirîn û firotin, bi kurt û kurmancî jiyana Amedê hemû bi tirkî bû.
Ez behitî mabûm. Lê di nava demê de min ew rastî qebûl kiribû û piþtî þokê êdî rastiya heyî hêdî hêdî fêr bûbûm.
Dizanim, dibêjin çil û çar çîrokên hirçê hene, her çil û çar jî li ser hirmiyê ne. Ev hinekî jî bûye meseleya nivîsên derbarê axaftina kurdî û metirsiya ku kurdî winda bibe de. Werhasil, ez serê we ne êþînim û bi kurtî bêjim:
Di meseleya zimên de wê demê jiyana xelkê ya hem navend û hem jî navçêyên herêmên Mêrdîn, Þirnex û Culemêrgê bi kurdî bû.
Lê hêdî hêdî ev navend jî didin dû rêya Amedê û tirkî êdî tevlî jiyana xelkê dibe.
Heta berî demeke kurt li bajarên wekî Nisêbîn û Cizîrê mirov tenê axaftinên bi kurdî dibihîstin. Lê rewþa zimên ya niha ne ya berê ye.
Êdî gelek dê û bav ku di nava xwe de bi kurmancî diaxivin, bi zarokên xwe re bi tirkî diaxivin. Ne tenê dê û bav lê gelek bapîr û pîrik ên baþ bi tirkî nizanin jî bi neviyên xwe re bi tirkî diaxivin.
Bi taybetî hevjînên ciwan bi bi tirkî radibin û bi tirkî rûdinin. Hejmara keçên ciwan ên bi hev re bi tirkî diaxivin jî rojane zêdetir dibe.
Profîla kesên bi tirkî diaxivin bi serê xwe hêjayî lêkolîneke berfireh e lê ez bi hevokekî çavdêriya xwe bibêjim; Ev kurdên li banî behsa wan hatiye kirin bi piranî xwendina bilind li zanîngehan temam kirine. Kurdiya wan jî wekî ya min û we ye. Kirasê kurdî êdî li wan teng û klasîk tê. Bi tirkî xwe rehetir hîs dikin, gerdûnîtir dibînin, romantîktir e ji bo wan.
Hew dirêj bikim û dawiyê li vê meselê bînim: Wateya dûrbûna nifþê nû li bajarên wekî Cizîrê ji kurmancî, topavêtina siyaseta kurdan a zimên e. Bila her kes destê xwe deyne ser kêleka xwe û li þûna propagandaya rijî, bibêje ka li ku derê xeta hatin kirin ku heta rewþ di vê derê re derket…