Li dû pêga Feqiyê Teyran
Feqiyê Teyran xwezaperestekî bawermend e, yanê Feqî helbestvanekî metafîzîkîst e, ji xwe nivîskarên ku di wan heyaman de jiyane piraniyên wan giþ nivîskarên metafîzîkîst in, ango bawermend in yanê oldar in. Feqî jî ji wan bawermendan yek e, îcar Feqî piraniya helbestên xwe li ser esasê xwezayê afirandiye, loma xwezaperestek e. Wekî em dizanin ku “Av” ji bo wî girîng e. Xweza û her tiþt jî bi avê girê dide. Ger ku av tune be, jiyan jî dê tune be. Ya ku rih dide jiyanê û dinyê av e. Çawa ya ku rih dide mirov xwîn be, ya ku rih dide her tiþtî jî av e. Loma Feqî bi helbesta xwe ya ‘Av’ê esil çavkaniya her tiþtî ji me re eþkere kiriye, danîþankirin kiriye. Em ji girîngiya ‘Av’ê haydar û hiþyar kiriye. Loma Feqî di heman demê de feylesofekî kurd yê metafîzîkîst e. Helbet em di der heqê Feqî de birêsin dawî nayê loma jî min xwest bi kurtasî qal bikim.
TEYRIKÊ AVÊ
Kesê yekem ku dil dabû hydrayê(avê) û hemû alava avê þîrove kiribû û bingeh û binyada hebûnê wekî av qebûl kiribû qet bêguman Fîlozofê Grekî Thales bû. Li gorî Thalesî “arke” yanî bûjena(made) ewilîn hyrda bû, ango her tiþt ji avê bû.
Mirov ji dilopek av, ji “sperma”yê diafire, bi avê xwedî û mezin dibe;
Wekî çawa ku mirov ji avê çêbûbe û bi avê dest pê kiribe, felsefe jî bi Thalesî dest pê kiriye, Thales filozofê ewilîn e û pir normal e ku wekî xwe her tiþt bi avê dest pê bikira. Çawa Thales yekem ‘filozofê avê ye, wiha jî Feqiyê Teyran yekem ‘helbestkarê avê’ ye.
Her wiha referansa Feqî ya avê Quran e, ji ber ku Quran wekî ontolojîk mirovî ji dilopeke avê dide dest pê kirin. Bi dû re palpiþta Feqiyî ya avê Hz. Muhemmed e, “Ey mirov tu ji teref Xwedê Teala ve ji aveke wekî “tûk” ê afiriye...” (Rp, 7-8)*
LOGOS FEQÎ
Têgeha ‘logos'ê wekî mîratê ji fîlosofê “çem”an Herekleitosî maye, “tu kes di eynî ‘çem'î de nikare xwe du caran biþo” ji ber ku ‘av’ li cihê xwe nasekine, diherike û her tiþt diguhere. Feqî jî ber ‘çem’an û herikandina av'ên xwe helbestkarê ‘logosî' ye. Logos, ligel wateyên xwe yên wekî “gotin”, “aqil” û her wekî dinê tê wateya “doktrîna herikandinê” jî. Divê mirov ewil destnîþan bike ku logosa Feqîyî tiþtekî “avî” ye, bi taybetmendiyên avê fesiliye. (Rp-13)*
Îcar em werin ser romana Lokman Polat ya bi navê “Trajediya Evîndaran”
Di romanê de karakterê me ango vebêjvan û nivîskareke biyanî di heman otelê de dijîn. Vebêjvan di vê otelê de xewnên xwe pêk tîne. Romana me wiha didome heta ku diqede... Di xewna xwe de Vebêjvan û Feqiyê Teyran bi hev re dikevin dîalogên mijarên eþqan ên cihêreng, her du jî li hev guhdar dikin, çîrokên hev, hîkayetên hev, jiyana hev, guhdar dikin, behsa serpêhatiyên xwe, ceribandinên xwe dikin. Her carê dikevin xewnên hev û galegalên cihêreng û ji hev re dirêsîne. Geh behsa dîroka osmaniyan û ermeniyan dike, geh behsa çîrokên wê serdemê dike. Qala çîrokên evîndaran, ên misliman û ên ermeniyan û qedexekirina evînên wan dike. Di wê serdemê de misilman û xiristiyan nikaribûn bi hev bijîn, jiyaneke hevpar, eþqek hevpar qedexe bû... xewnên vebêjvan piranî li ser jiyana Feqî û çîrokên evînên trajîk rawestiyaye. Di xewna xwe de vebêjvan heyama niha û heyama borî bi Feqiyê Teyran re parve dike, ango berawirdî hev dikin: Mînak “Perwerdeya kurdî qedexe ye û dewleta dagirker li hemberê daxwaza kurdan a ji bo perwerdeyê derdikeve. Lê, kurd ji bo vê daxwazê têdikoþin, çalakiyan pêk tînin û dibistanan boykot dikin.
Li ser van gotinên min, seydayê hêja, Feqîyê Teyran got:
- Di dema me de li Rojhilata Navîn û Kurdistanê medreseyên olî hebûn. Di medreseyan de perwerde dihatin dîtin. Di dersan de mamosteyan dersên zanîna îslamî, ziman û edebiyatê didane me”. (Rp, 60)
Em dibînin ku di xewnên xwe de vebêjvan bi Feqî re dinaqiþe, behsa mijarên cihêreng dike. Rewþa heyama aniha û rewþa serdema borî berawirdî hev dike. Di vê rêwîtiya xewnên vebêjvan de geh em di rûpelên dîrokê de ne, geh em rûpelên ramyariyê diqulipîne, geh em di rûpelên helbestvanên klasîk de ne û geh em di serdema niha de ne... Romana me carinan jî me li bajarên Ewropa digerînin, her çiqas di çanda me de rewþên ewropayî tune be jî, vebêjvan rewþên Ewropayî bi gelemperî berbiçav dike. Di her xewnên xwe de, vebêjvan û Feqî timî behsa çîrokekê dikin, behsa çîrokên evîndariyê ên trajîk dikin. Carinan jî behsa Ehmedê Xanê û Melayê Cizirî hwd dikin Dema ku vebêj behsa jiyana bajar û dewletên Ewropa dike. Em fêm dikin ku cudahiyek di navbera bajarên welêt û ên ewropayî de heye. Vebêj qala gelek serpêhatiyên xwe dike, yanê di her sehneyekê de û di her xewnekê de sehneyên cihêreng xwe destnîþanî me dike. Vebêj hemû serpêhatiyên xwe veguhezandiye çîrokên evîndarên trajîk ango eþqên ku dawiya wan bi trajîk diqedin. Feqet van serpêhatiyên xwe bi Feqî re parve dike. Feqî jî jiyana xwe û eþqa xwe bi vebêjvan re parve dike. Eþqa Feqî û Dîlberê, eþqeke xwezayî ye. Vebêjvan nivîskar bi xwe ye. Nivîskar tim û tim xeyal kiriye, di her xeyalên xwe de çûye cem feqî û carinan jî çûye cem Ehmedê Xanî, di vê rêwîtiya xewn û xeyalî de gelek bûyer diqewime, gelek serpêhatî tên sêwirandin. Di her xewnên xwe de sêwirandinên cihêreng afirandiye vebêjvan. Li dû þopa Feqîyê Teyran ketiye vebêjvan. Loma romaneke xewnî ye, romaneke xeyalî ye. Romaneke ji sêwirandinên xewnî pêk hatiye. Vebêjvan behsa çîroka Dewrêþ û Edûlê dike, behsa çîroka Ax Tamarayê dike. Qala trajediya evînên wan dike. Vebêjvan behsa berhema xwe ya nivîsandiye dike, qala navê xwe yê duyemîn dike, dibê navê min ê duyemîn Dilperîn e. Ez bi vî navî helbestan dinivîsim, dibê heta niha min gelek roman nivîsandine, ji niha pêve nema romanan dinivîsim, hinekî behsa kurtejiyana xwe û di pêþerojê de dê çi bike behsa wê dike, helbet vê sohbetê di xewna xwe de ji Feqiyê Teyran re qal dike. Helbet behsa Melayê Cizîrî û behsa dojeh û bihuþta Danteyî dike, li ser dojeh û bihuþtê nîqaþên cihêreng dikin, yanê bi kurtasî vebêj û Feqî qala gelek tiþtan dikin, ji edebiyatê bigire heta hunerê, ji ramyariyê bigire heta dîrokê û hwd... roman wiha didome heta ku diqede. Vebêj, gerokek e, ango li gelek bajar û dewletan geriyaye, hemû gerên wî bûne serpêhatiyên cihêreng, paþê van serpêhatiyên xwe yên heyama nûjen û yên heyama Feqiyê Teyran berawirdî hev dike. Feqiyê Teyran helbet li heyama nûjen ecêbmayî dimîne. Feqet vebêj hemû guherînên heyama nûjen ji bo Feqî rave dike.
Di gelek dîmenên romanê de pevþabûnên erotîk pêk hatine, feqet ev pevþabûn çawa dest pê dikin û wiha jî diqedin, yanê di dîmenên me yên pevþabûnê de þayesandin tune ne. Halbûkî di erotîzmê de þayesandin û kitekit gelekî girîng e. Loma jî ji erotîzmê bêtirîn diþibin sehneyên pornoyî, ji ber ku sehneyên pornoyî çawa pevþabûn dest pê dike wilo jî diqedin, yanê di pornoyê de senfonî tune ye, romantîzm tune ye, lîrîzm tune ye, hest tune ye û estetîk tune ye. Feqet di erotîzmê de senfoniya muzîkê heye, senfoniya çivîka heye, senfoniya pêlên behrê heye, senfoniya çem û robaran heye, ahenga xwezayê heye, yanê hemû aheng heye, lîrîzm heye, reqs heye, oryantalîzm heye, estetîk heye û romantîzm heye. Loma jî dîmenên pevþabûnê û evîna feylosofê kurd çiqas li hev dikin? An jî çiqasî dîmenên pevþabûnê û dîmenên Feqiyê Teyran ên xwezayî û bi aheng li hev dikin? Welhasil vebêj di dîmenên pevþabûnê de bi gelek jinên biyanî re radizê. Sehneyên pevþabûnê sehneyên heyama nûjen e, heyama pornoyî ye. Feqet vebêjeriya sehneyên epîk ên evîndaran bi tam in. Tama çîrokan xweþ û cihêreng bûn. Taliya talî hemû sehneyên çîrokan ji xewnan û ji serpêhatiyan zaye..
*Feqiyê Teyran, Hemû Berhem, Weþanên Belkî