• Rûpela Pêþî
  • Hilbijartina Herêmî 2014
  • Hilbijartina Herêmî 2009
  • REFERANDÛM - 2010
  • Hilbijartin 2011
  • Rûpela Pêþî
  • Qunciknivîskar
  • Helîm YÛSIV
Helîm YÛSIV

Helîm YÛSIV

halimyusiv@hotmail.com,HalimYoussef20,helim.yusiv

Sê roj li Misrê

Dîrok : 14 03 2019

Duþemê 18.02.2019 bû, serê sibehê zû bû li balafirgeha Qahîra paytexta Misrê daketim. Xortekî misrî ku bi rê de min naskir ew rojnameger bû li hêviya mi bû- Ji hêla birêveberên "Mîhrîcana Qahîra ya Navdewletî ya wWêjeyî" hatibû þandin. Îsal cara pêncan e ku ev festîval bi piþtgiriya Wezareta Çanê ya Misrê li dar dikeve. Mijara fetîvala îsal "Wêjeya Rojhilat" bû. Ji welatên cuda yên mîna Malezya, Kûrya, Malta, Yewnanistan, Hollenda, Slovakya, Swêsre nivîskar hatibûn vexwendin. Ji bo min jî þevek hatibû veqetandin. Divabû ez li ser wêjeya kurdî ya nûjen biaxivim û romana xwe ya nû "Wehþê di hundirê min de" îmze bikim. Roman ji nav Weþanên Safsafa li Qahire nû derketibû. Rojên li pêþiya min pir hindik bûn. Lê bi tevger û hevdîtinan dagirtîbûn. Otela ku ez lê dimam piraniya mêvanên festîvalê ji nivîskarên biyanî li wir bûn. Derfeta herî baþ a hevnaskirinê li wir bû. Ji bo zêde nivîs dirêj nebe ezê hin çavdêriyên xwe yên her sê rojan bi kurtayî rêz bikim:

- Hebûna kurdan ya fermî li Misrê hema hema nîn e. Nûnerên hin tevgerên kurdan ku li wir hene di bin navê rojnamegeriyê an jî navendên lêkolînê tevdigerin. Wisa jî nivîskar û lêkolînerên misrî yên ku bi mijara kurdan û dîrok û doza wan re mijûl in hejmara tiliyên destekî derbas nakin. 

- Ji wan Dr. Mehmûd Zekeriya ku bi rehmetiya Duriya Ewnî û Mistefa Mihemed Ewed re pirtûkek li ser kurdên Misrê derxistine. Ev pirtûk wekî diyarî gihiîþte min. Pirtûka din jî ya ku lêkolînerê misrî yê ku bi salan li Hewlêrê jiyaye Recayî Fayid nivîsandibû. Pirtûka bîranînan e. Ez li wir bûm ev pirtûk derket û îmzekirina min û ya wî di heman rojê de bû.

- Li her deverê dibe mirov li hin misriyên ku bi eslê xwe kurd in rast bê, lê tu têkiliya wan ne bi kurdan û ne jî bi kurdî re nemaye. Hin ji wan xwe wekî kurd serbilind dibînin. Ji wan derhênerê sînemayê yê navdar Elî Bedirxan. Ez serdanake taybet çûm cem wî. Me behsa dîroka Bedirxaniyan kir, wisa jî behsa wêjeya kurdî. Elî Bedirxan bi kurdbûna xwe serbilind e. Min jêre got ku tu wekî çiyayekî me kurdan î li Misra erebî, ji ber wê ez nû hatim Qahîra çavên min li te geriyan. Bi dilgermiyeke mezin pêþwaziya min kiribû û bi kenekî sivik bersiv da û got; erê, jixwe navê keça mina biçûk Cudî ye. Min navê çiyayekî Kurdistanê li keça xwe kiriye. Elî Bedirxan gazin ji xemsariya kurdan a di warê berhevkirina belgeyên dîrokî û arþîvkirinê de dikir. 

- Tevî ku nivîskarên biyanî yên mêvanê festîvala Qahîra ya wêjeyê ya navnetewî nivîskarin bijarte bûn, lê dîsa jî ji bilî semîner û axaftinên li zanîngeha "Eyn Þemis" û bi beþdarbûna xwendekaran amadebûn û guhdarîkirin pir kêm bû. Ev yek ji xalên ku birêveberên Festîvalê digotin ewê lêbikolin û wê sedeman destnîþan bikin, da ku beþdarî di salên bê de baþtir bibe.

- Yek ji axaftinên balkêþ di bernama festîvalê de, þeva sê nivîskarên Maltayî bû. Mijara nivîsandina wêjeyê bi zimanê maltayî û yê îngilîzî bû. Gotûbêj li ser nasnameya wêjeyê bû û li dor pirsa gelo wêjeya bi îngilîzî ya ji hêla nivîskarên maltayî ve tê nivîsandin wêjeyeke maltayî ye yan na? Gengeþiya çêbû nêzîkî vê gengeþiya li ser kurdên ku bi zimanên din dinîvisînin bû.

- Der û dorên nivîskar û rojnamegerên misrî gelek navên nivîskar û helbestvanên kurd ên ku bi erebî dinîvisînin dizanîbûn û kêm zêde ji wan agahdar bûn. Romana min a "Wehþê di hundirê min de" her çendî bi erebî derketibû lê li ser berg "romaneke kurdî" hatibû nivîsandin. Ji ber vê li her derê ez li vê hevokê rast dihatim; ev yekem car e ku em berhemeke wêjeya kurdî dixwînin. Vê yekê hem ez kêfxweþ dikirim, hem jî xemgîn dikirim.

Her sê rojên li Misrê rastiyeke ku mirov nikare jê bireve careke din anîn bîra min, ew jî ev e; rê ya li pêþiya wêjevanên kurd gelekî dirêj e, barê ji wan tê xwestin ku bê hilgirtin jî pir giran e. Rêyeke dirêj li pêþiya me ye, wisa jî bi çi awayî be divê ev bar bê hilgirtin.

Sê rojên bi axaftin û danûstendinan dagirtîbûn. Di roja çaran de hin planên careke din ji bo çûna Misrê di serê min de zelaltir dibûn. Wê ew car kengî be ez nizanim, lê bê guman wê ne dûr be.

 Eleqeya ji bo îmzekirina pirtûkan baþ bû.


Gelek kurdên Misrê hene ku xwe kurd nahesibînin. Lê derhêner Elî Bedirxan xwe kurd dihesibîne. Li Misrê pêþî min xwest ez wî nas bikim. Me sohbetek xweþ çêkir
.

Helîm YÛSIV

Hemû Nivîsên Helîm YÛSIV

Hûn dikarin li van jî binêrin

Pêþkêþvana nûçeyan Ozlem Sarikaya mir

Pêþkêþvana nûçeyan Ozlem Sarikaya mir

17 05 2022

Li hemberî xedeqeyê ‘Govend e’

Li hemberî xedeqeyê ‘Govend e’

17 05 2022

Va ye fotoyê herî buha: 12,4 mîlyon dolar

Va ye fotoyê herî buha: 12,4 mîlyon...

17 05 2022

Lîstika bi kurdî “Don Kîxot” jî hat qedexekirin

Lîstika bi kurdî “Don Kîxot” jî hat...

16 05 2022

Hilbijartin: 07.06.2015

Ji aliyê HDP'ê ve bajarên krîtîk

Ji aliyê HDP'ê ve bajarên krîtîk

31 10 2015

Þîrketên anketan ji bo HDP'ê gotibû çi? (Ji bo 7'ê pûþperê)

Þîrketên anketan ji bo HDP'ê gotibû çi? (Ji bo 7'ê pûþperê)

09 06 2015

Vaye lîsteya mebûsên HDP'ê yên hatin hilbijartin

Vaye lîsteya mebûsên HDP'ê yên hatin hilbijartin

08 06 2015

Kîjan navçeyê herî zêde deng daye HDP'ê

Kîjan navçeyê herî zêde deng daye HDP'ê

08 06 2015

Nivîskaran ji bo 7'ê pûþperê çi gotin?

Helîm YÛSIV

Serkeftina HDP‘ê serkeftina rojavayê Kurdistanê ye

08 06 2015

Zekî OZMEN

HDP bi dengên kurdên xeyalþikestî bi ser ket

08 06 2015

Cemil Oguz

Demîrtaþ dondirmeyek deyndarê Delalê ye

08 06 2015

Nivîskarên kurd hilbijartin nirxandin

Nivîskarên kurd hilbijartin nirxandin

07 06 2015

Hin pêþniyarên HDP'ê

Ji aliyê siyasî û rêveberî ve pêþniyarên HDP'ê

Ji aliyê siyasî û rêveberî ve pêþniyarên HDP'ê

05 06 2015

HDP: Meaþa herî hindik dê 1800 TL be

HDP: Meaþa herî hindik dê 1800 TL be

21 04 2015

Ev partî ji ku hat ku?

Ji 1999 heta 2015'an meþa azadiyê

Ji 1999 heta 2015'an meþa azadiyê

04 06 2015

Mebûsên berê yên vê tevgerê

Mebûsên ku 2007'an de hatin hilbijartin

Mebûsên ku 2007'an de hatin hilbijartin

04 06 2015

Mebûsên ku 2011'an de hatin hilbijartin

Mebûsên ku 2011'an de hatin hilbijartin

04 06 2015

2014: HILBIJARTINA HERÊMÎ

Hin îstatîstîkên hilbijartina 2014'an

Li kîjan navçeyê HDP herî zêde dengan digire?

Li kîjan navçeyê HDP herî zêde dengan digire?

06 06 2015

Îstatîstîkên hin bajarên mezin

Îstatîstîkên hin bajarên mezin

05 06 2015

Li bajarên kurdan vê tevgerê sedî çend deng girtin?

Li bajarên kurdan vê tevgerê sedî çend deng girtin?

05 06 2015

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname