Gotinên ez jê hez dikim
Ev nivîs hema wisa hatiye nivîsîn, ger ne bi dilê we be biborin...
Li gundên me zivistanan pir berf dibariya/dibare. Di demên wisa de pir sar bû/e. Di þevên nav vê zivistana bi sar û seqem e ku niha mijara me ye de tiþtê herî xweþ, tiþtê herî zêde me jê hez dikir nivînên me bûn. Yek ji beþên van nivînan jî lihêf bû ku bi taybetî lihêfên ji hiriyê... Wan lihêfan her em germ dikirin... Ma emê çima jê hez nekin? Peyvên ku ez ji wan hez dikim jî eynî wekî van lihêfan in û her min germ dikin.
Ew peyvên ez ji wan hez dikim her dilê min dikelînin. Her min sermest dikin. Bawer bikin dema dibihîzim bandoreke wan a baþ li wê kêliya jiyana min çêdibe.
Û her peyva ku bandor li min/me dike di heman demê de dibe parçeyek jiyana me jî. Yê min jî wisa ye.
Relaks
Ji nav van peyvan, peyva "relaks" (orjînal nivîsîna wê "Relax") a ji zimanê îngilîzî ez gelek jê hez dikim. Lê dikim nakim ne "Aram" a kurdî, ne jî "sakîn" a tirkî dikare cihê wê bigire. Bawer bikin hema her dixwazim ev peyv li her kêliya jiyana min be.
Se kenê
"Se Kenê" peyveke bi kirmanckî (Zazakî) ye, di wateya "Çi dikî" de. Nizanim çima her jê hez dikim. Îro dema em ji yekî/ê dipirsin "Se kenê?" ew radibe qala karê ku niha di dest de ye dike. Lê mirovên berê dema te pirsa "Se kenê" li wan dikir digot "Se kena di sey". Yanê "Sedê dikim du sed"...
Çi dikî?
Erê "Çi dikî?"... Kurmanciya "Se kenê" ye... Peyvek gelek ji rêzê ye lê gelek li xweþa min dike. Bersiva min tu demê ne "Baþ im" e, yan jî tiþtê wê kêliyê ez dikim. Hema her ku vê peyvê dibihîzim bi tiþtên din bersivê didin.
Xeydokê
Þivan Perwer distrê strana "Xeydokê" û wisa derbas dibe hevok: "Çi Xeydokek dilovan, eþîr jêre dibin qurban"... Bifikirin ku hemû eþîr li ber we rêz dibe, dibin "qurban"... "Qurban" hinek bêhna olî bide jî peyvek bi dilê min e. Bi taybetî dema bav û apên me ji zarokek piçûk re dibêjin "Ez bi qurban"...
Di heman stranê ku versiyona wê ya Îbrahîm Tatlises tiþt lê zêde kirine de jî wisa dibêje, "Ax, digo qîzê vê zemanê bê dost û yar nabin..." De were li ber nehele...
Bi xêr hatî
Hin Baþûriyên me hene bi telefonê gelek caran em li hev digerin. Berî tu telefonê bigirî wisa dibêjin, "Tu bi xêr hatî, ser çavan re hatî..." Ez çûme, ew hê dibêje "Tu bi xêr hatî".. A rast ev xêrhatina wan ji hemû axaftina ku heta wê kêliyê me kiriye zêdetir ez hez dikim. Ha, nizanim çi ew tiþtek din e. "Hûn jî bi xêr hatine".
Helbet gelek peyvên ku ez ji wan hez dikim hene lê îro ew hatin bîra min. Îro min ew qas serê we êþand bes e...