Bi vê 'berdan berdan'ê kurd nikarin bibin tiþtek
Ger hûn bibêjin "tu li mala xwe rûniþtiyî û nivîsî, ji te re çi?" vê nivîsê nexwînin. Ger na, bidomînin.
Gotina sereke: Ji bo kurdan edalet, heq û hiqûq divê. Lê bi vî awayî na. Ezê ji Baþûr, Rojava û Bakur sê mînakan bidim. Em pêþî ji van parçeyan mînakan bidin, paþê gotina xwe bibêjin.
ROJAVA
Li rojavayê Kurdistanê rêveberî di destê Rêveberiya Xweser de ye. Vê rêveberiyê li gor xwe zagon çêkirine. Ev rêveberî li qada navneteweyî bi awayekî fermî nehatibe qebûlkirin jî li nav kurdan, piraniya kurdan bi dil vê qebûl dikin û li her derê dinyayê hêviya kurdan ew e ku bi ser bikevin. Lê yên ku vê rêveberiyê qebûl nakin jî hene: Partiyên di bin banê ENKS'ê de.
Ev partî, ji ber ku rêveberiya wir qebûl nakin, ji bo bi awayekî fermî vekirina ofîsên partiyên xwe li Rojava serî li rêveberê nadin. Li ser vê jî Rêveberiya Xweser destûrê nade van partiyan ku ofîsan vekin. Ev nîqaþ ev çend sal in didome. Û niha, yanê di hefteya dawî de KNK'ê bang li Rêveberiya Xweser kir: Ew partî serî li rêveberî nedin jî rê bidin ku bila ofîsên xwe vekin.
Hevserokên KNK'ê û rêveberên KNK'ê hemû li Ewropayê dijîn. Pirs ji van kesan ev e: Li welatên ku hûn lê dijîn (Almanya, Belçîka, Hollanda, yan welatek din) tu partiyeke bêyî serîlêdanê, bêyî zagonan dikare rêxistina xwe ava bike, ofîsê veke û dest bi xebatên siyasî bike? Zehmet nebe hûn dikarin bersivê bidin?
Li van welatan Zagona Bingehîn ne li ser her tiþtî re ye?
Yan hûn hay ji van welatên hûn lê dijîn tune ne? Yan hûn dibêjin qey ev welat ne li gor zagonan dimeþin û hûn dixwazin li Rojava jî rêveberiyeke bê zagon bê avakirin?
Pirsek din ji van rêveberiyên KNK'ê ev e: Gelo hûn dixwazin welatekî we yê bê zagon, bê hiqûq û edalet hebe?
Pirsek jî ji Rêveberiya Xweser: Ew KNK be yan rêxistinek din be, gelo hûn dixwazin partiyek, rêxistinek, meclisek bêzagoniyê, bêhiqûqiyê li ser we ferz bike?
BAÞÛR
Li Baþûr di Rûdawê de nûçeyek wisa hat weþandin (06.01.2019):
"Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi tûndî helwesta xwe di derbarê girtina herdu kadirên PDK û YNKê bê biryara dadgehê û bi awayekî ne yasayî nîþan da.
Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji berpirsê ajansa Parastin û Zanyarî Lahur Þêx Cengî û birêvebirê giþtî yê asayiþa Herêma Kurdistanê li Hewlêrê Ismet Ergoþî kir, ku yekser kadirê PDK'ê Serxêl Ekber Rostem û kadirê YNK'ê Pêþrew Weyisî azad bikin.
Piþtî ku hefteya borî Serxêl Ekber Rostem ji aliyê hêzeke emnî li Germiyan hate girtin, Birêvebirê Asayiþa Hewlêrê Tariq Nûrî ji Rûdawê re ragihand, ku li beranberî girtina kadirê PDKê, li Hewlêrê kadirekî YNKê girtine û heta çarenivîsa Sersxêl Ekber neyê diyarkirin û ew nayê azadkirin."
Bi kurtahî Li Germiyanê asayîþa girêdayî YNK'ê yek ji kadroyên PDK'ê girtiye, li Hewlêrê jî asayîþa girêdayî PDK'ê beramberî vê yek ji YNK'ê girtiye. Barzanî jî bang li her duyan kiriye ku herduyan berdin. Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ye, niha dê bibe Serokê Herêmê.
Pirs ev in:
1- Ger yek bêyî zagonan hatibe girtin, peywira Barzanî ew e ku berpirsê wê saziyê ji peywirê bigire.
2- Ger na, kesek ji ber sûcek hatibe girtin divê bê darizandin, dadgeh çi biryarê bide ew e, û Serokê Herêmê nikare bibeje wî kesî berdin.
3- Li welatek du îstîxbarat nabin, ku bibin jî (niha li Baþûr du îstîxbarat hene) divê ew li gor zagonan tevbigerin, yek nikare bibêje "Wî kesek ji partiya min girt, ez jî ji ya wî bigirim". Dê ji we bipirsin: Ew bêedalet, bê hiqûq û zagon be, yanê çete be, tuyê jî heman tiþt bî?
BAKUR
HDP'ê û 6 partiyên kurd ên din ji bo hilbijartina herêmî ya 31'ê adara 2019'an îtîfaq çêkirin. Tê gotin ku ji bo partiyên li nav îtîfaqê dê "kontenjana hin þaredariyên navçeyan û endamtiya meclisên þaredariyan bê veqetandin." HDP vê yekê di îtîfaqa ligel çepgirên tirk de jî dike. Dema bi þaþî tiþtek bimeþe ew þaþî bi vî awayî didome. Ew partiyên çepgir çiqas xwedî hêz in ku tu ew qas kontenjanê ji bo wan vediqetînî? Û ev partiyên kurd niha ligel wan tu îtîfaq dikî çiqas xwedî deng in ku tu hema dibêjî "ez navçeyan bidim we"... Li gor kîjan edaletê? Ma li vir jî bêdaletî tune ye? Ma yên beþdarî îtîfaqê dibin jî divê nebêjin "Wele ew qas hêza me nîn e, erê em piþtgirî bidin we lê kontenjanê nedin me?"... Mesela EMEP'ê di hilbijartina 24'ê pûþpera 2018'an de daxuyaniyeke wisa da: "Em bêyî daxwazek bikin piþtgirî didin HDP'ê û ji bo vê dixebitin."
Piþtî van mînakan em niha vegerin ser gotina ku li hemû dinyayê derbas dibe:
- Em li cihê ku lê dijîn (Hûn dixwazin bila ev der Qamiþlo, Hewlêr, an Amed, an Stenbol be) em dixwazin zagon serdest bin, yan berdan berdanî? Em dixwazin edalet hebe, yan her kes li gor xwe gavan biavêje?
Em pirsê wisa bidomînin:
- Gelo em dixwazin welatekî me hebe ku têde edalet nîn be? Yan welatek bi edalet hebe? Yan em dixwazin bila welatek me hebe hema çawa dibe bila bibe?
Pirsek bi vî rengî jî: Ger em bixwe li nava xwe edaletê saz nekin em çawa û bi çi rûyî dikarin ji serdestên xwe edaletê bixwazin?
We got çi?
Bi vê berdan berdanê kurd dikarin bibin tiþtek?