"Oh My Darling, Clementine"
Di civaka me de heta niha kêm hunermend û nivîskar hene ku bikaribin bi berhemên xwe debare xwe bikin. Rewþa siyasî ya kurd ku heta niha tê de û pêve girêdayî jî nebûna mafê telîfê ya berhemên kurdî sedemên vê yekê ne.
Hebûna gelek stranên kurdî yên “anonîm” jî delîlê vê yekê ye.
Stranên li ber dest ji aliyê stranbêjan ve yan bi armanca propagandayên siyasî û yan jî bi mebesta kêfxweþkirina guhdaran hatine bikaranîn. Qedir ji berhemê re hatiye girtin lê ne ji xwediyê wê re. Ev yek bûye sedem ku çanda binavkirina xwediyên berheman gelekî dereng biafire.
Êdî bi xêra teknîka pêþketî dinya biçûk bûye. Bi teknîka serdest mirov hem liqayî berhemên orjînal tê û hem jî navên xwediyên berhemên ku navên wan di albumên kesên din de nehatine nivîsandin. Stranên ku gotinên wan hatine guhertin jî bi vî awayî derdikevin ser rûyê erdê.
Wê rojê bi xêra rojnameger Ferîd Demîrel pê hesiyam ku strana muzîka strana “Ey þoreþgerên Kurdistan” a Koma Berxwedan a strana amerîkî ya bi navê “Oh My Darling, Clementine” ye. Ev stran ji sala 1884’an ve bi îngilîzî tê gotin.
Ne tenê stranên biyanî, her wiha gelek hunermendên kurd di salên 1980’an de gotinên stranên kurdî jî guhertine û ji ber pêdiviya demê gotinên siyasî li wan bar kirine.
Wî wextî li Baþûr serdema “Edebî Bergirî” ya wêjeyî hebû. Li Bakur jî bi rêya stranbêjên kurd ên li Ewropayê dijiyan paralelî serdema li Baþûr, muzîka bi naveroka xwe siyasî serdest bû.
Di wan salan de propagandaya siyasî bi rêya stranan ji xelkê re dihat kirin. Bandora stranan ji ya medya û pirtûkan bêhtir bû. Hejmara hunermendên ev erk danîbûn ser milên xwe jî zêde kêm bû. Ev yek dibû sedem ku gotinên stranan werin guhertin û mîsyoneke siyasî li wan were kirin. Hiþmendiya her tiþt ji bo xizmeta gel mubah e serdest bû. Pê re jî çanda siyasî ya nehiþtina derketina pêþ a takekesî ya stranbêjan hebû. Ev yek dibû sedem ku navên xwediyên gotin û muzîkên stranan jî li ser kasêtan neyê nivîsandin. Bi vî awayî çanda destnîþankirina xwediyên stranan li paþ dima.
Wê demê li Ewropayê bi taybetî Hunerkomê bi dehan kaset deranîn. Ev kaset çi orjînal û çi jî kopî, digihan her derê cîhanê. Lê kesî nedizanî xwediyên gotin û stranên wan berheman kî ne.
Sala 2007’an de pirtûka Firaz Baran a bi navê “Hunerkom Akademî Mîr 1978-2006“ ji Weþanên Mezopotamya li Almanyayê derket. Baran li ser kasetên ku ji Hunerkomê derketibûn lêkolînek gelek berfereh kiribû. Xwest yek bi yek navê xwediyên gotin û muzîkên stranên wan kasetan derînê ser rûyê erdê. Navê xwediyên piraniya stranan peyda kir û di wê pirtûkê de weþand. Lê belê di pirtûkê de navê xwediyê gotin û muzîka “Ey þoreþgerên Kurdistan”, yanî “Oh My Darling, Clementine” wekî “Þervanên Azadiyê“ hatiye nivîsandin.
Ev tê wê wateyê divê hê gelek lêkolîn derbarê bi giþtî stranên wan salan de werin kirin. Ji ber binavkirin û yadkirina xwediyên berheman li her cihî destnîþana misteweya hiþmendî û çanda wefayî ya civakê ye.