Pêþangeha Pirtûkan a Amedê, wekî berdewamiya qirkirina çandî
Bi dehê salan e ku li vî welatî ne tenê "Genozid"eke çandî an jî Genozideke sipî heye. Ez behsa dîrokê nakim ku ji 1923'yan ve heta niha çandek tê talankirin, zimanek tê kuþtin û miletek tê qirkirin. Ezê tenê behsa pêþangeha pirtûkan bikim, ya ku di navbera 25 heta 30.09.2018'an de ji hêla TUYAP'ê ve li Amedê lidardikeve. Di bernameya pêþangehê de sê xalan bala min kiþand û dixwazim têbîniyên xwe li ser wan binîvisînim.
Yek jê ew e; tunebûna zimanê kurdî di afîþan de nîþana wê yekê ye ku ev pêþangeh rasterast wekî encama atmosfera siyasî ya desthilatdar encam dide. Nexasim ku þaredariyên kurdan di riya hilbijartinan de bidestxistibûn bi kayûman ji wan hatine stendin û pêre jî afîþên bi zimanê kurdî, berevajî salên din, nehatine çêkirin. Bi gotineke din, xwendevanên kurd li bajarekî wekî Amedê ku ji hêla kurdan ve li her derê wekî paytexta Kurdistanê tê pejirandin, wê tenê bi tirkî ji bo pêþangehê bêne vexwendin.
Xala din a ku bala min kiþand mêvanê rûmetê ye. Ez dixwazim destpêkê vê bêjim, ku rêz û hurmeteke min a mezin ji nivîskarê ermenî Migirdîç Margosyan re heye û tu têkiliya vê têbîniya min bi cenabê wî, wekî kes û wekî nivîskar tune ye. Bê guman ew hêjayî rûmetdayînê ye, lê bi dehên salan e ku li gelek bajarên tirkan pêþangehên pirtûkan çêdibin. Wekî mînak li Stenbolê jî ermenî dijîn, çima carekê li bajarekî tirkan nivîskarekî ermenî nakin mêvanê rûmetê?
Li girîngtirîn bajarê kurdan, di pêþangeheke pirtûkan a salane de, çima wê mêvanê rûmetê ne nivîskarekî kurd be?
Li ser beþdariya weþanxaneyan diyar e ku weþanxaneyên kurdî wê di bin siya weþanxaneyên tirkî de bimînin, wê pirtûkên kurdî yên "feqîr" di bin deryaya pirtûkên tirkî de belengaz, perîþan û bê xwedî bimînin. Wisa jî wê zimanê kurdî li hember serdestiya tirkî melûl, birîndar û "keçek" xuyanî bike.
Ji vê yekê wêdetir, balkêþ e ku wê di roja dawiyê de romannivîsekî kurd ji Amedê ji xwendevanên kurd re li ser "Duh û îroya romana tirkî" baxive.
Gelo pêdiviya xwendevanên romanan ên kurd bi agahdariyên li ser romanên kurdî hene yan yên tirkî?
Gelo eger ev ne teþwîqkirina xwendina romanên tirkî û cihbicihkirina heyraniya ji bo zimanê tirkî be, ev çi ye?
Di baweriya min de, di pêþangeheke pirtûkan de ku li Amedê çêbibe, divê weþanxaneyên kurdan wekî xwediyên malê û yên din wekî mêvan bin. Zimanê kurdî zimanê sereke û yê tirkî wekî zimanê duyem be. Wisa jî “Duh û îroya” pirtûka kurdî bê gotûbêjkirin, ne ku ya tirkî. Nexasim cihên ku duh û îroya pirtûkên tirkî lê bêne gotûbêjkirin ji bilî Amedê bi dehên bajaran û bi sedên saziyan hene ku dikarin vî karî ji nivîskarên Amedê baþtir bikin.