Roja aþtiyê, çima 1'ê Rezberê ne rojeke din?
Aþtî, aramî, lihevhatin...
Çi gotinên efsûnî ne ku di xwe de tije paradoks dihewînin.
Li aliyekî hin dewlet hene van têgehên pîroz di rêya armancên xwe yên eskerî de bikartînin, naveroka wan diherimînin, li aliyê din qismeke girîng ên mirovan di vê rêyê de canê xwe feda dikin.
Yên dewa aþtiyê dikin, bi giranî maxdûr in yanî kesên sivîl in ku ketine ber xezeba þeran. Yên biryara astiyê didin jî hêzên desthilatdar in.
1’ê Rezberê (Îlonê) ku wekî Roja Aþtiyê ya Cîhanê tê zanîn çawa hat dîyar kirin? Mirovahî çima û çawa pêdivî dît ji bo aþtiyê rojekê diyar bike. Wateya wê rojê çi ye? Çima ne rojeke din 1’ê Rezberê? Gelo ji bilî vê rojê çend rojên din yên aþtiyê hene. Di îlankirina vê rojê de welatên serdest yên cîhanê roleke çawa lîstin?
Ji bo em behsa çîroka 1’ê Rezberê bikin, divê em vegerin destpêka sedsala borî.
Di destpêka salên 1900’î de, dewlemendiyên sererd û binerd nû hatibûn kifþ kirin. Mirovahî negihîþtibû wê astê ku karibe van dewlemendiyan di nava xwe de parve bike. Reqabeteke mezin hebû. Ev dewlemendî zêdetir di destê kîjan dewletê de ba, ewê biba hikumdarê cîhanê. Destpêka avakirina netew-dewletan bû. Destpêka þoreþa sanayî bû. Ji Japonyayê bigire heta Amerikayê, Rusyayê, Fransayê tev li aliyekî li dijî bloka Almanya, Avusturya û Împaratoriya Osmanî di nava þer de bûn. Di Þerê Cîhanê yê Yekemîn de di navbera salên 1914-1918’an de, Bloka Alman ku Împaratoriya Osmanî jî digirt nava xwe têkçû. Encama Þerê Yekem giran bû. Li derveyê encamên politik, ekonomik û erdnigarî bi qasî 20 mîlyon kes hatin kuþtin, ji wan 10 mîlyon sivil bûn. Derdora 40 mîlyon kes jî yan birîndar bû yan seqet man. 4 împaratorî hilweþiyan. Dewletên nû yên li ser bingeha netew-dewletê ava bûn. Bi peymanên navnetewî axa Kurdistanê jî wê demê di nava wan dewletên nû de hat dabeþ kirin.
Pistî 21 salan, Þerê Cîhanê yê Duyemîn dest pê kir. Þerê Cîhanê yê Duyemîn wekî þerê herî mezin yê dîroka mirovahiyê tê zanîn. Ji aliyê almanan ve bû wekî tolhildana Þerê Yekem. Roja 1’ê Rezbera 1939’an, Hêzên Almanyaya Nazî bi serkêþiya Adoldf Hîtler, cara yekem êrîþê Polonyayê kir û rojên herî bi xwîn, herî tarî, herî bi êþ yên dîroka mirovahiyê destpêkirin.
Þerê Duyemîn tam 6 sal û rojekê dewam kir. Bîlanço îjar 3 qat ji Þerê Yekemîn girantir bû. Bi qasî 70 mîlyon kes hatin kustin. Ji wan 45 mîlyon sivîl bûn. 6 mîlyon cihû bûn. Yanê hejmara kuþtiyan wê demê dikir ji sedî 2.5’ê nifûsê temamiya cîhanê. Bajarên bi nav û deng yên wekî Berlîn, Varsova, Londra, Nagazakî, Tokyo, Hamburg, Lenîngrad, Budapeþte, Kiev bûn wekî Heleb, Reqqa û Kobaniya îro.
Mirovahî ancax piþtî bîlançoya ew qas giran ya van her du þerên bi xwîn, karî behsa aþtiyê bike. Îlankirina Roja Aþtiya ya Cîhanê piþtî vê cengê hat rojevê. 1’ê Rezbera 1939’an roja destpêka Þerê Cîhanê yê Duyemîn bû. Hêzên alman yên Nazî wê rojê êrîþ kiribûn ser Polonyayê.
Piþtî ku þer bi dawî bû, Yekitiya Sovyetan û welatên endamên Pakta Varþovayê biryar dan roja destpêka þer, yanî 1’ê Rezberê wekî Roja Aþtiyê ya Cîhanê îlan bikin. Ev wisa heta 1981’ê dewam kir.
Piþtre Neteweyên Yekbûyî jî di sala 1981’ê de, di þûna 1’ê Rezberê de roja 21’ê Rezberê wekî Rroja Aþtiya Navnetewî îlan kir. Niha li piraniya welatên cihanê 21’ê Rezberê wekî Roja Aþtiya Navnetewî tê bibiranîn û pîroz kirin. Yanî du rojên me yên aþtiyê hene. 1’ê Rezberê û 21’ê Rezberê. Lê piþtî ku Yekîtiya Sovyetan belav bû, di roja me de, tenê li hin welatên bloka sosyalîst û li hin welatên Rojhilata Navin hê jî wekî sembolik ji bo þermezarkirina roja destpêka þer, 1’ê Rezberê wekî Roja Astiyê ya Cîhanê tê pîroz kirin. Ji bilî 1’ê Rezberê û 21’ê Rezberê, rojeke din ya aþtiya navnetewî heye, ew jî 1’ê meha çileyê ye ku di sala 1968’an de, ji aliyê alema katolik ve hatiye îlan kirin.
Rastiya Efrînê wateya rojên navnetewî yên aþtiyê ji holê radike
Wisa xuyaye di îlankirina rojên ‘Astiya Navneteweyî’ de dinya gelek li pêþ e. Lê di pêkanîna wê de tam paradoks heye. Nakokî û dirûtiya van welatan eþkere xuyaye. Her çend roja aþtiya navnetewî hebe jî þer her berdewam kir. Eniya þer her çend guherîbe jî aktorên þer tim heman dewlet û hêz bûn. Bi xwe raste rast li dijî hev þernekirin jî, bi þerên wekaletê xweza talan kirin, pir millet maxdûr kirin. Þerê li Wîetnamê, Kamboçyayê, Kore, li Kuba û welatên Amerikaya Latîn, li hin welatên Afrîkayê, li Cezayîr, Angola û li Rojhilata Navîn wekî berdewama Þerê Cîhanê yê Duyemîn dikare were nirxandin.
Îro li welate me rewþ ne cuda ye. Dewletên serdest yên endamên daîmî yên Neteweyên Yekbûyî Amerîka, Çîn, Fransa, Rusya û Îngilistan di mijara aþtiyê de nakokî û dirûtiya xwe venaþêrin.
Nimûneya Efrînê bi tena serê xwe dikare rewþê vebêje. Bajarê bi tenê yê Rojhilata Navîn ku tê de aþtî û aramî mabû, li ber çavên wan dewletên ku Roja Aþtiya Cîhanê îlan kirine, 58 rojan bû hedefa balafirên þer. Rastiya li Efrînê wateya rojên navnetewî yên aþtiyê ji holê radike. Samîmiyeta welatên aþtîxwaz ancax bi helwesta wan ya ji bo doza azadiya gelê kurd diyar dibe.
Hemû rojên aþtiyê, ango1’ê Rezberê, 21’ê Rezberê û 1’ê Çileyê tev ji bo armancakê ne; rawestandina hemû þeran û avakirina aþtiyê li herderê cihanê. Ev roj wekî peymanên navdewletî yên aþtiyê dikarin werin hesibandin. Þertên van peymanên manevî ew e ku her dewlet qebûl bike ku tu car serî li politikayên zextê nade, welatê cîran dagir nake, di pirsgirêkan de þer tercîh nake û tim siyaseta aramiyê ji xwe re esas digire.
Gelo ev prensîb û þertên peymanê çiqas pêk tên? Madem wisa ye, çima ji parastinê re, ji çek û silehan re ew qas butçe tê veqetandin, çima ew qas çek, tang û top balafirên þer tên hilberîn ? Ev amadekarî tev ji bo çi ne?
Çawa çêdibe welatên ku herî zêde behsa aþtiya navnetewî dikin dîsa ew welatin ên ku herî zêde çek hildiberînin û ji parastinê re butçeyek mezin vediqetînin. Gelo saziya Neteweyên Yekbûyî bi xwe jî ma ne ji bo armanca aþtî û aramiya nava gelan hat saz kirin? Em her 5 endamên daîmê yên vê saziyê ku li ser cihanê xwedî hikmên mezin in bînin bîra xwe: Amerika, Çîn, Fransa, Rusya û Îngilistan. Em þaþ nemînin yên ku qaþo li pey aþtiya cîhanê ne ev dewlet in, lê di piþt her þerî de jî dîsa bandora wan xwe dide der. Helwesta wan nîþan dide ku wekî di dîrokê de ew hê jî li pey dagirkirin û dizîna dewlemendiyên gelan in.
Her aþtî xwedî dîrokeke bi xwîn e. Her þer jî mehkûmê bi dawîbûnê ye. Pirsa ku gelên maxdûr û qurbaniyên cengan ji xwe dikin ev e: Aþtî wê kengê hikum li cîhanê bike?
Bersiv gelek zelal e; Roja ku mirovahî ferq kir ku xweza, ekolojî, jiyana mirovan û ya hemû zindiyên li ser rûyê erdê ji dewlemendiyên sererd û binerd bi qimettir in, aþtî wê zûtir hikum li cîhanê bike.