Piþtî vê nûçeyê Baþûr êdî nikare bibe serbixwe
Nûçe çi ye? Ji bo yên nizanin:
"Gorran hêza çekdarî pêk tîne!
Tê gotin ku Gorran dixwaze hêzeke çekdarî pêk bîne ji bona “parastina xwe!” Fermandeyekî Pêþmerge jî dibêje, divê Wezareta Pêþmerge li ser wê mijarê helwesta xwe nîþan bide." (1)
We niha fêm kir çima ev sernav me bikar anî?
Werin em hinek din fireh li meseleyê mêze bikin.
Di sala 1992'yan de kurdên Baþûr bi xêra Amerîka (DYA) mafê xweserî girtin (ne ku ez dibêjim têkoþîn nedan û ez vê piþtguh dikim, na, ez tenê qala realiyetek dikim). Wê çaxê dest pê nekirin û artêþek ava nekirin. Û tiþtên din jî.
Sal 2003:
Dema sal bû 2003, erê erê di sala 2003'yan de DYA'yê Sedam ji kar girt û pêre rêya serxwebûnê li pêþberî kurdên me yên Baþûr vebû. Lê wan çi kir?
Rabûn artêþek yekbûyî çêkirin? Na. Berevajî vê PDK'ê pêþmergeyên xwe, YNK'ê pêþmergeyên xwe xurt kirin.
Pirs ev e: Li dinyayê welatekî heye ku du artêþên wan hebin? Na. Wê çaxê dê çawa welatek ava bikin? Helbet dê nikaribin. Dema li cihek du artêþ hebin gelo mimkûn e yek xiyanetê bike, yek berxwe bide? Belê. Jixwe kirin jî. Piþtî van ma muhim e kîjan alî xiyanet kiribe? Na. (Ev ji bo yên dixwazin li Rojava jî du artêþ hebin bersivek e)
Sal 2003:
Her du partiyên sereke PDK û YNK rabûn "Baþûrek" yek parçe çêkirin? Na. Çi kirin? Yekî dest danî ser Xeta Zer, yekî dest danî ser Xeta Kesk. Li dinyayê welatekî wisa parçeyî dikare bibêje ezê welatekî azad ava bikim? Na. Wê çaxê çima di referandûmê de gotin?
Sal 2003:
Aboriyeke neteweyî çêkirin? Na. Çi kirin? PDK'ê ji xwe re neft firot û deriyên sînor bo xwe bikar anîn, YNK'ê ji xwe re neft firot û ket dû berjewendiyên xwe. Ma aboriya welat ku li ser petrolê be û partî ji xwe re parve bikin li wir welatek yekbûyî ava dibe? Helbet na.
Di rewþek wisa de kes dikare ji kesî hesabê bipirse? Na. Jixwe kes napirse jî, bi gotineke din newêre bipirse jî.
Sal 2003:
Yek bi yek ji gelê baþûr heta rêveberî kesî bala xwe da çandinî? Na. Tiþtek ajotin? Na. Çi kirin? Her tiþt, hema her tiþt yan ji Îranê, yan jî ji Tirkiyeyê kirîn. Tiþtê herî biçûk, belê hêk (2) jî ji Tirkiyeyê kirîn. Ma welatek wisa dê çawa bibe dewlet? Helbet wê nebe.
Sal 2003:
Her du partiyên sereke rabûn rihek neteweyî çandin li nav gel? Na. Çi kirin? Partîcîtî kirin. Ma wisa dibe? Na.
Em vegerin serî.
Îsmaîl Beþîkçî wisa dibêje: "Ji bo ragihandina serxwebûnê Artêþa Kurdistanê lazim e, çekên giran lazim in." Ger ev gotin rast be ku li axek wekî Rojhilata Navîn ev sedî sed rast e Baþûr bê artêþek yekbûyî dê çawa bibe serbixwe? Tu artêþek yekbûyî saz nekî tu hezar referandûman jî çêbikî li herêmekî wekî Rojhilata Navîn tuyê çawa bibî serbixwe? Tu nikarî bibîm. Ev teqez e.
Tu ji 25 salan zêdetir bi awayekî fermî herêmê bi rê ve bibî (wekî herêma xweser, dûre wekî herêma federal) û tu nikaribî artêþek yekbûyî çêbikî, tu nikaribî aboriyeke neteweyî çêbikî, tu nikaribî herêmê ji "du parçebûyî" bikî yek parçe tuyê çawa welatek serbixwe çêbikî? Tu dixwazî bila navê te Barzanî be, yan Telebanî be, yan tiþtek din, ma ferq dike? Û piþtî biryara ku te da te sedî 51 zêdetir axa xwe winda kiribe û sedî 50 zêdetir aboriya xwe ji dest dabe tu hê çawa li ser kar î?
Piþtî ewqas belavbûyînan ji bilî ev du partiyên zêdetirî 25 salan li ser kar in partiyek din rabe artêþek ji bo xwe ava bike tuyê li gor kîjan zagonê bibêjî "Na tu nikarî ava bikî?”
Tuyê li gor kîjan meþrûbûnê rabî bibêjî "Na tu nikarî ava bikî?"
Ha, em bibêjin yê we her du partiyan hêza we ya çekdar heye, hûn bi awayê demokratî bifikirin û bibêjin "Belê rast e, mafê wan e jî" û destûrê bidin wê jî, sibê partiyên îslamî jî rabin bibêjin "Em jî tiþtek wisa dikin" hûnê çi bibêjin?
Bi kurt û kurmancî: Pêdiviya kurdên Baþûr êdî ne bi pêþmergeyên PDK'ê û ne bi pêþmergeyên YNK'ê hene. Pêdivî pê heye ku her du jî pêþmengeyên xwe belav bikin û ji nav yên dikarin vî karî bikin artêþek ava bikin. Ger wisa nebe îro Goran wê bixwaze tiþtek wisa ava bike, sibê Yekgirtû, du sibê Nifþê Nû, sêsibê yeka din...
Niha pirs ev in: Hûn destûrê didin Goran ew jî “pêþmergeyên xwe” ava bikin yan hûn ên xwe jî betal dikin û artêþek yekbûyî ava dikin? Ger hûn destûrê nedin Goran divê hûn ên xwe jî betal bikin û artêþek yekbûyî ava bikin, ger hûn destûrê bidin Goran sibê yek ji yên îslamî jî wê rabin ava bikin û hûn nikarin bibêjin na. Rê li ber we ye.
Ha, hûn dikarin bibêjin “Ev meseleya nava me ye, çi karê we bakuriyan pê heye?” Wê çaxê emê bibêjin biborin û li cihê xwe rûnin.
Ka hûn çi dibêjin?
1- Gorran hêza çekdarî pêk tîne!
http://www.basnews.com/index.php/kr/news/kurdistan/437834
2-
Notên ji Duhokê, welatek hêkan jî ji derve bikire?! (Cemil Oguz, Diyarname)
http://diyarname.com/article.php?Idx=5302
3-
Bûyera Ferhat Sangewî û em nizanin referandûmê jî çêbikin Notên ji Duhokê, welatek hêkan jî ji derve bikire?! (Cemil Oguz, Diyarname)
http://diyarname.com/article.php?Idx=5335