HESKÎF
Þevek ji þevên havînê bû. Em çûbûn Heskîfê. Hîvronê bi peywirek cuda li esman þuhle dida. Heskîf di himbêza hîvronê da radiza. Em ranezan heta serê sibê, þiyar man. Heta ku hîvronê Heskîfê teslîmê tavê bikira em ê ranezana. Heta sibehê pistepista kevirên te di guhê me da bûn.
Me li Heskîfê guhdarî kir û li hîvronê temaþe kir. Heskîf bê hes û bêdeng radiza di himbêza hîvronê de. Kî zanibû ku wê çend carê dinê bikariba vê xewa xwe ya bextewariyê bike? Kî zane ku wê vê ava westiyayî mîna rondikên çavên Heskîfê çendî biherike. Razê Heskîfê, qet nebe tu razê ku xweza xwezilahiya xwe bi te bîne. Bila bêje 'lê lê Heskîfa Þên, ez ê êdî baranê bi xemgîniya dilê xwe, wekî rondikan birijînim bi ser te de. Wê kes nizanibe gelo kî ji me digirî û ev rondik rondikên kê ne'.
Bigrî Heskîfê, ji bêbextiya mirovahiyê re bilorîne. Gazinan bike, heqê te heye. Serê xwe hilîne biçe Heskîfê û em li du te bêjin heyfa heyfê.
Hîvronê, gelo tu nikarî bi þuhleya xwe tarîtiya vê qedera reþ ronî bikî? Ya baþ tu jî serê xwe hilîne here welatên ku erd û esman þînþînî ne. Welatên ku ava wan ne bi kovanî, bi bextewarî diherike. Welatên ku nizanin kuþtina xwezayê çi ye. Welatên ku tenê dizanin bextewarî çi ye. Niha ji bo enerjiyekê herî zêde 50 salan çav sor kirine û li dora te civiyane. Dil dikin ku te di bin avê de bihêlin.
Wê çavê me li du te bimînin lê tu here Heskîfê, here li du xwe nenihêre..