Bila birêz Barzanî ligel rojnamegerî meaþekî muxbîriyê jî bide wî
Di roja 26.05.2017‘an de, li ser pasvanên li ser sînorê di navbera rojava û baþûrê Kurdistanê de rê li ber helbestvanê kurd Ehmed Huseynî (Serokê Hevgirtina Rewþenbîrên Rojavayê Kurdistanê-HRRK) girtine û nahêlin ku ew ji Rojava derbasî Baþûr bibe, min çend hevokên bi hêrs, di facebooka xwe de, nivîsandin. Tiþtên min nivîsîn ev bûn: “Neviyên "Sykes Picout", pasvanên sînoran, kûçikê li ber deriyê Tirkan, tenê ew dikarin nehêlin Ehmed Huseynî ji aliyekî welatê xwe here aliyê din.” Piþtî du demjimêran li ser daxwaza hin dostan min ev nivîs ji wir rakir.
Piþtî du rojan, ev rojnamegerê ez behsa wî dikim, kopiya posta (nivîsa) ku min nivîsandibû hem di malpera xwe de ya bi navê Avestakurd û hem jî di facebookê de wekî nûçeyeke berfireh da weþandin. Lê ka em binêrin bê vî hostayê zîrek çi bi naveroka vê hevokê kiriye û bi çi awayî ew belavkiriye:
Sernûçe
(Helîm Yusuf ji bo baþûrê Kurdistanê dibêje "Kûçikên li ber deriyê Tirkan")
- Di sernûçe de li þûna kesên ku nehiþtin Ehmed Huseynî derbas bibe, kiriye “baþûrê Kurdistanê”.
Yanê qaþo min li ser hemû baþûrê Kurdistanê gotiye “kûçik”
- Balkêþ e, ku li sê deveran di nûçeyê de navê min derbas dibe û hersê caran þaþ hatiye nivîsandin, du caran Yusuf û carekê Yusun" li þûna Yûsiv hatiye nivîsandin.
Destpêka nûçeyê
- Nûçe bi vê danasînê destpêdike (Rewþenbîrê PYD’ê Helîm Yusun).
Ez nizanim vî mexlûqî ev danasîn ji ku aniye.
PYD partiyeke nû ye ku di 2003’yan de çêbûye. Gava PYD çêbû, pênc pirtûkên min ên çapkirî hebûn. Ji dema çêbûna vê partiyê heta niha tu têkiliyeke min a rêxistinî pêre çênebûye. Lê ew çima vê dibêje, emê bên ser sedemê.
Jixwe paþnavê min þaþ nivîsiye (Li cihek Yusun nivîsiye), ew jî tiþtek din e.
Orta nûçeyê
(Helîm, ku sirgûnkirin, revandin, girtin û îþkencekirina bi dehan siyasetvan, ronakbîr û serkirdeyên Kurd li rojavayê Kurdistanê ji aliyê asayîþ û çekdarên PYD ve nabîne, behsa wê yekê dike ku nehîþtin Ehmed Hisên ji rojavayê Kurdistanê derbasî baþûrê Kurdistanê bibe.)
Di facebookê de min bi dehên caran li ser girtina siyasî, leþkeriya neçar, bûyerên lêxistina hin rojnamegeran û her wisa hetanî li ser kuþtinên ku li Rojava qewimîne nivîsandiye. Li ku neheqiyek wisa hebe ez gotina xwe dibêjim ew li Baþûr be jî Rojava be jî. Lê Vî rojnamegerê zîrek yek ji wan nivîsan nedîtiye, lê piþtî du rojan pê hisiya ye ku min ji bo baþûrê Kurdistanê di facebookê de gotiye "kûçik" û mîna nêçîrvanekî jêhatî ew posta ku hatibû rakirin kopî kiriye û nûçeyeke wiha li hev aniye.
Dawiya Nûçeyê
(Helîm Yusuf, berî çend rojan li Hewlêrê bû û beþdarî civînekê bûbû, niha jî ji bo baþûrê Kurdistanê dibêje “Kûçikên ber deriyê Tirkan”. Ka hûn ji Helîm re çi dibêjin?)
Ev cara sisêyan e ku ev derewa xwe dubare dike, carekê destpêkê, carekê li ortê û careke din jî li dawiyê dibêje ku min li ser "baþûrê Kurdistanê" gotiye kûçik. Ya rast, ev wêrekiyeke mezin e gava ku van derewan bi posta min a ku tiþtekî din dibêje, re belav dike. Wisa jî, dixwaze ji xwendevanê vê nûçeyê re bibêje, binêrin ev kes çiqasî nankor e. Berî demeke kin rê danê û hate cem wan û niha jî li wan (baþûrê Kurdistanê dibêje kûçik). Ji ber vê divê careke din destûr ji bo hatina wî ya Hewlêrê neyê dayîn. Wisa jî mohra (rewþenbîrê PYD’ê) ji bilî biçûkxistinê, ji bo vê armancê hatiye bikaranîn.
Ev yek ji nûçeyê biwêdetir îxbariyeke ji bo desthilatdariya baþûrê Kurdistanê, da ku rê ne tenê li ber Ehmed Huseynî, lê belê li ber yên mîna min jî bigrin. Bi gotineke din, wekî hedef bême nîþandan.
Pêþniyara min
Pêþniyara min ji bo rêzdar Nêçîrvan Barzanî jî ev e, ji bilî meaþê ku ji Rûdaw ji bo vî rojnamegerê zîrek tê dayîn, divê meaþekî din jî, ji bo vê hostayiya di muxbiriyê de, bo wî bê dayîn. Nebe, nebe ew jî kedeke û hostayiyeke wiha di liehevanîna nûçeyan de ne karekî hesan e. Nexasim ji bo biserkeftina di þerê birakujiyê de, ku li ber derî ye, wisa jî ji bo belavkirina nefretê di navbera hêz û aliyên kurdan de, roleke wan ya pir girîng heye.
Ji bo vê jî divê em qedir û qîmetê wan baþ bizanibin.
**
Nûçeya Avesta: