• Rûpela Pêþî
  • Hilbijartina Herêmî 2014
  • Hilbijartina Herêmî 2009
  • REFERANDÛM - 2010
  • Hilbijartin 2011
  • Rûpela Pêþî
  • Qunciknivîskar
  • Bedran DERE
Bedran DERE

Bedran DERE

bedrandere@hotmail.com,bedrandere,bedrandere

Çîroka kevir û karsazan

Dîrok : 21 04 2017

Ev çîrok, min zemanekî pir berê, di cîwaniya xwe de bihîstibû, ez dixwazim li vê derê parve bikim.

Rêvebirên saziyên mezin yên cîhanê ji bo hefteyekî hatine hotêleke serê çiyê, tevlî semîneran dibin. Saetek carê li ser mijarên cuda ders tên dayîn, civînên þêwirmendiyê tên çêkirin. Îjar dora profesorekî extiyar e.

Salon tije karsaz in. Derî vedibe, extiyarekî dikeve hundir, hêdî hêdî diçe ber maseya xwe. Bê ku silav bide, di bin birûyên qalind de, karsazan yeko yeko  di bin çavan re derbas dike. Salon bêdeng e.

Profesorê extiyar bi vê gotinê bêdengiyê belav dike:

‘Emê niha bi hev re ceribandinekî bikin’.  

Ji bin masê kûpekî vala derdixe dide pêþberî karsazan. Piþtre dîsa ji bin masê bi dehan kevirên ku her yek ji wan bi qasî sêvekî mezin, yek bi yek derdixe bi nazikî di kûp de bi cîh dike.

Dema ku kûp tam tije dibe, profesorê extiyar serê xwe radike di bin çavan de dîsa li karsazan  dinêre û vê pirsê dike:  

“Gelo ev kûp tije ye?”

Tev bi hev re dibêjin: “Belê”.

Çend saniye disekine û dîsa dipirse: “Hûn bawer in?”

Profesorê me dîsa xwe xwar dike, ji bin masê îjar torbeyek xîçik derdixe û ber dide ser wan kevirên mezin. Hinekî dihejîne, ew xîçik di nava keviran de winda dibin, diçin cîhê xwe.  

Profesorê extiyar dîsa serê xwe radike û heman pirsî dike: “Gelo ev kûp tije ye?”

Karsazên jîr mîna ku meseleyê fem kiribin, yek ji wan dibêje:  

“Bawerim tam ne tije ye!”.

Profesor dibêje. “Baþ e!”  

Îjar ji bin maseyê torbeyeke qûm derdixe bi nazikî ber dide ser wan xîçik û keviran.

Bi îsrar careke din dipirse: “Gelo ev kûp tije ye?”

Îjar ji wan þagirtên zîrek kesekî din radibe, bi dengekî bi xwe bawer dibêje: “Na, nexêr!”

Profesorê extiyar dibêje: “Baþe!” û îjar jî avê derdixe û ber dide ser wê qûma hûr û heta ber dev tije dike.

Berê xwe dide karsazan û vê pirsê dike: “Ev ceribandin kîjan rastiyê radixe pêþ çavan?”

Karsazek ku bawer kiriye ji vê dersê gelek fêde dîtiye bersiv dide:

“Ev ceribandin nîþan dide ku dema em bawer dikin ku ajanda me tam tije ye jî, rastî cuda ye. Eger em bixwazin, dikarin zêdetir randevû (civan) li ser randevûyan tê de bi cih bikin. Ango em dikarin zêdetir kar bikin.”

Profesorê me dibêje: “Nexêr, mesele ne ew e. Rastiya ku ev ceribandin nîþanê me dide ew e ku eger em pêþî kevirên mezin nexin hundirê kûpê, em tu carî nikarin yên din tê de bi cih bikin.”

Bêdengiyeke kûr çêdibe li salonê, her kes digihîje wê qenaetê ku li gorî xwe jê dersek derxistiye.  

Profesorê extiyar dewam dike: 

“Di jiyana we de kevirên mezin çi ne ? Tenduristî? Malbat? Dost û heval? Îdeolojî? Baweriya olî? Fêrbûn? Parastina dozekî? Aramî? Tekoþîn? Û tiþtekî din? Ya girîng ew e ku mirov KEVIRÊN MEZIN bixe rêza pêþî ya jiyana xwe. Naxwe xeterî heye ku mirov eweliyên xwe yanî rêza girîng ya jiyana xwe tevlihev bike û bi sernekeve. Eger tu pêþî xîçik, qûm yan jî  avê   bixî hundurê kûpê, ji tiþta herî girîng ya jiyana te re cih namîne. Hûn bi xwe tim vê pirsê ji xwe bikin: ‘Di jiyana min de KEVIRÊN MEZIN çi ne ?’ Paþê van kevirên xwe yên mezin berî her tiþtî di kûpa xwe de yanî di jiyana xwe de bi cih bikin.”

Profesorê extiyar bi awayeke dostane destê xwe rakir, silav li wan kir û hêdî hêdî ji salonê derket. 


Bedran DERE

Hemû Nivîsên Bedran DERE

Hûn dikarin li van jî binêrin

'Têkiliya Kurd-Yewnanan' tê nîqaþkirin

'Têkiliya Kurd-Yewnanan' tê nîqaþkirin

03 03 2021

PEN'a Galî 'Endamtiya Rûmetê ya Navneteweyî' da Çomak

PEN'a Galî 'Endamtiya Rûmetê ya...

02 03 2021

Ji Þikeftên Hîlarê deng û awaza stranên jinan bilind dibe

Ji Þikeftên Hîlarê deng û awaza stranên...

02 03 2021

Gorbaçovê xwest Sovyetê biguherîne 90 salî ye

Gorbaçovê xwest Sovyetê biguherîne 90...

02 03 2021

Hilbijartin: 07.06.2015

Ji aliyê HDP'ê ve bajarên krîtîk

Ji aliyê HDP'ê ve bajarên krîtîk

31 10 2015

Þîrketên anketan ji bo HDP'ê gotibû çi? (Ji bo 7'ê pûþperê)

Þîrketên anketan ji bo HDP'ê gotibû çi? (Ji bo 7'ê pûþperê)

09 06 2015

Vaye lîsteya mebûsên HDP'ê yên hatin hilbijartin

Vaye lîsteya mebûsên HDP'ê yên hatin hilbijartin

08 06 2015

Kîjan navçeyê herî zêde deng daye HDP'ê

Kîjan navçeyê herî zêde deng daye HDP'ê

08 06 2015

Nivîskaran ji bo 7'ê pûþperê çi gotin?

Cemil Oguz

Demîrtaþ dondirmeyek deyndarê Delalê ye

08 06 2015

Zekî OZMEN

HDP bi dengên kurdên xeyalþikestî bi ser ket

08 06 2015

Helîm YÛSIV

Serkeftina HDP‘ê serkeftina rojavayê Kurdistanê ye

08 06 2015

Nivîskarên kurd hilbijartin nirxandin

Nivîskarên kurd hilbijartin nirxandin

07 06 2015

Hin pêþniyarên HDP'ê

Ji aliyê siyasî û rêveberî ve pêþniyarên HDP'ê

Ji aliyê siyasî û rêveberî ve pêþniyarên HDP'ê

05 06 2015

HDP: Meaþa herî hindik dê 1800 TL be

HDP: Meaþa herî hindik dê 1800 TL be

21 04 2015

Ev partî ji ku hat ku?

Ji 1999 heta 2015'an meþa azadiyê

Ji 1999 heta 2015'an meþa azadiyê

04 06 2015

Mebûsên berê yên vê tevgerê

Mebûsên ku 2007'an de hatin hilbijartin

Mebûsên ku 2007'an de hatin hilbijartin

04 06 2015

Mebûsên ku 2011'an de hatin hilbijartin

Mebûsên ku 2011'an de hatin hilbijartin

04 06 2015

2014: HILBIJARTINA HERÊMÎ

Hin îstatîstîkên hilbijartina 2014'an

Li kîjan navçeyê HDP herî zêde dengan digire?

Li kîjan navçeyê HDP herî zêde dengan digire?

06 06 2015

Îstatîstîkên hin bajarên mezin

Îstatîstîkên hin bajarên mezin

05 06 2015

Li bajarên kurdan vê tevgerê sedî çend deng girtin?

Li bajarên kurdan vê tevgerê sedî çend deng girtin?

05 06 2015

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Rifat Arya/ Mesîla Dil
  • Sîdar Jîr
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Krîstîn Ozbey
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Komên-Wêjeyê
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2021 Diyarname