Weþandina pirtûkan û e-pirtûk*
Di serî de vê bêjim, li gorî min, çi kesa/ê hewl dabe mishefa xwe biweþîne û kê mishefa xwe bi çi awayî weþandibe jî ji ber mercên aniha normal e. Xalên li jêr ne ji bo rexneyê ne, ez ê tabolyekê bi bîr bixim taliyê werim ser meseleya weþandina mishefên xwe.
1.Gelo çima nivîskarên me yên navdar jî hemî mishefên xwe di heman weþanxanê de neweþandin e?
2.Gelo çima gelek nivîskar di heman demê de xwedî weþanxane ne?
3. Gelo çima gelek nivîskar hem nivîskariyê dikin û hem jî bi keda xwe ya hiþî alîkariya weþanxaneyan dikin? Gelo keda hiþ jî bi qasî pereyan ne bi qîmet e?
Gelek pirs û rastiyên din hene ku di heman demê de ji derî nivîskar û weþanxaneyan bi þertên din ve girêdayî ne. Ev meseleyeke berfireh û kûr û dûr e.
Ji roja ku min dest avêt qelemê heya ji destê min hat min hewl da her tiþt bi awayek vekirî, bêyî kompleks û manîpûleyan bi eþkereyî were vegotin, were gengêþîn. Carna bi pistepistî be jî meriv haydar dibe ku awayê weþandina mishefan jî dibe mijar.
Ez ê bi heman awayê vekirî parve bikim bê mishefên min bi çi awayî hatin weþandin:
1.”Ratîka”, min jî wekî kesên wî wextî bûn xwedî pirtûk perê kaxizê da weþanxanê û weþanxanê bi qasî sed mishefî dan min.
2.”Meyman”, min pere nedan weþanxanê.
3.”Deriyê çîrokê”, “Aqil diçe sewda dimîne”, “Gîtara Bê Têl”(çapa yekem) hew min perê kaxizê da weþanxanê. Ji her yekê mishef dan min.
4. “Meþa morîyan” min pere neda.
5.”Perde” min pere neda.
6.”Sehne” min pere neda.
7. “Gîtara Bê Têl” çapa duyem (min qismek alîkarî da weþanxanê) weþanxanê roman dan min.
8. “Serkêþ” bê pere hate weþandin.
9.”Hurcahil”bê pere hate weþandin.
10.”Reþ”bê pere hate weþandin.
Her sê berhemên dawiyê roman in û Weþanxaneya J&J weþandin. Aniha jî romana “Perde” ji bo çapa duyem amade ye. Li Tirkî jî hatiye wergerandin, amade ye. (Nav wekî, “Kevoka Tirsê” û “Korku Güvercini “ne.)
Weþandina e-pirtûkan:
1. Yek ji ber rewþa heyî yanî zor bû ku weþanxanê hin mishefên min yên din jî di demek wisa zû de biweþanda.
2. Min hemî helbestên xwe wekî dosyayek elektronîkî weþandin (Av û Berf)
3. Aniha jî min nivîsên xwe wekî bijare amade kirin (hin jê jî di Diyarnamê de hatibûn weþandin) wê wekî du pirtûkên elektronîkî werin weþandin ( “Giyayê Di Bin Kevir De”-edebiyata Kurmancî- û “Beþinci mevsimini arayan edebiyat” –kürt edebiyatý-) Wê herdu e-pirtûk jî wekî hemî helbestan “Av û Berf” di malpera candnameyê de werin weþandin.
Helbet weþandina wan tiþtekî li nivîskariya min zêde nake, jê kêm jî nake. Min dikarî bi navê ‘navdariya nivîskariyê’ ew neweþandana lê ez dibêjim gerek di serî de nivîskar ji xwe bawer bin, bi xwe re lihevhatî bin û li hemberî xwendevan û nivîsê bi awayek zelal û vekirî tevbigerin; min ew weþandin çimkî ez ji xwe û ji nivîsê bawer im û em giþ dizanin ger tiþtek bû nivîs ew di qulika dîwaran de be jî ew heft tebaqe di bin erdê de be jî wê rojekê rastiya wê derê meydanê, çi çê çi xirab!
Min ew bi awayek e-pirtûk weþandin çimkî ez fikirîm ger pêncî kes jî bixwînin û di serê her kesekî de du pirs werin meydanê wê ew ê bike sed pirs û heqîqeten sed pirs ji bo edebiyata me ne serkeftineke kêm e!
Heger ku rojekê yek ji xwe re bike kar û hemî gotin û nivîsên nivîskariya kurd (exleb yên di qada sanal de) berhev bike û wan têxe arþîva nivîsevaniya kurdî wê çi baþ be… Ji bo tarîxa edebîyata kurdî wê xizmeteke mezin be.
*Têbiniya Diyarnameyê: Nivîskarê me Cîhan Roj ji dêvla "pirtûk" peyva "mishef" tercih dike. Sernav de "mishef" bikar anî bû, me guhart kir pirtûk.