Serhildana Hereketa Azadî, Tarîx, Edebiyat û Huner
Di tarîxa miletan de “tarîxa hatî sêwirîn” bingehek ne baþ e ji bo pêþeroj, teheyul û fikrîyata miletan çimkî ew di heman demê de dibe bingeh însan ji ilm dûr bikevin û çi wextî lê teng hat bikevin nava hewldana sêwirîn an jî çêkirinan.
Ji bo pêþî li tiþtên wisa were girtin xebatên dîtbarî, edebî, hunerî muhîm in. Xebatên wisa bi tevî xebatên ilmî yên tarîxî alîkariya pêþerojeke xweþ dikin.
Wextê em zarok bûn di þevbuhêrkan de derbarê Serhildana Þêx Seîd* de þîrove dihatin kirin, bûyer dihatin vegotin. Li gorî zarokatî û xortbûnê tabloya herî hukum li min dikir birina Xalid Begê Cibrî ya Bedlîsê bû. Çi çaxî digotin, bi awayek þîfre xeber þandiye da bi hawara wî de biçin û kes neçûye wî wextî tabloyek dihat ber çavên min û min xeyal dikir bê Xalid Beg wê kêliyê li ser hespê çawa li derdora xwe nihêriye…
Xebatên dîtbarî yên derbarê hin sehneyan de muhîm in.
Mehmet Bayrak derbarê “Serhildana Þêx Seîd de wisa gotiye: “Helbet ez bi qestî têgeha “îxtîlala 1925”an bikar tînim. Çimkî, “Derbirîna, “Serhildana Þêx seîd” pênaseyeke bi qestî a deolojiya fermî ye.(Di vê derbarê de, bnr. M. Bayrak: “Çima ne Serhildana Þêx Seîd”?...(Rojnama Ronahî. Hejmar: 52/1996) Rastiyek e ku di vê tevgerê de Þêx Seîd fîgurek muhîm e lê belê di serî de yek ji serekên Hereketa Azadî a Kurd e. Jixwe serekên vê rêxistinê di sala 1926’an de “Name-Muhtirayekê” ji hukumeta di bin Serokatiya Îsmet Paþa re bi rê dikin di wê nameyê de navê tevgera 1925’an wekî, “Îxtîlala Kurd Ya Neteweyî” an jî, “Hereketa Berxwedanê Ya Neteweyî” tê binavkirin.” Mehmet Bayrak, 23 Adar 2016 Çarþem| PolitikART
Ez ne dîrokzan im lê wextê ji bo edebîyatê çavkaniyên tarîxî dixwînim û min xwendin, guh li çavkaniyên devkî dikim heqîqeten nav bi arîþe ye û heta gerek wekî, “Serhildana Hereketa Azadî” were dîtin. Di nivîseke din de em ê bi detay hin sebeban pêþkêþ bikin ku ji derî pisporiya tarîxî û profesyonelî, bi çavek edebî fikrên xwe pêþkêþ bikin da ku aliyê însanî, aliyê sîvîl yê tarîx, þexsiyet û jiyanê werin þîrovekirin, dîtin û gengêþîn.