• Rûpela Pêþî
  • Hilbijartina Herêmî 2014
  • Hilbijartina Herêmî 2009
  • REFERANDÛM - 2010
  • Hilbijartin 2011
  • Rûpela Pêþî
  • Qunciknivîskar
  • Rifat Arya/ Mesîla Dil
Rifat Arya/ Mesîla Dil

Rifat Arya/ Mesîla Dil

Maqûlên Berê

Dîrok : 06 07 2008

“Zanîn bibîranîn e”

Bîra min nayê kî ev peyvê gotibû, lê wisa maye bi hiþê min ve û her tim ez lê dihizirim…
Lê kê gotibe jî xweþ gotiye. Xwediyê peyvê dibêje ku heger hûn tiþtên bûyî bînin bîra xwe deriyê zanîn û ilmê dê li we vebe. Ango, hemû zanebûn di nava “borî” û “bûyî” de veþartî ye.
Heger hûn piçek din vê peyvê biteqilînin hûn ê laqayî vê rastiyê jî bên ku zanebûn berhemeke dema borî ye. Lewra, ji bo ku tiþtek bikaribe bi têgiha “zanînê” bê binavkirin jê re saxtîkirin, ceribandin û qebûl divê. Ev merhele jî bi serencamên dûr û dirêj hewce ne…
Vê gotina mezinên me bîra xwe werînin:
“Pêþiyan ji paþiyan re tiþtek nehiþtiye” !
Nexwe tiþta ku divê em bikin û qîma xwe pê bînin hew bibîranîn e? Ez ji aqilê xwe dipirsim: Wan tu tiþtek ku em bikaribin bibêjin û bikin nehiþtine qey?
Lê çawa! Pêþiyan ji me re gelek tiþt hiþtine: Çîrokên þevên dirêj, klamên evîndariyê, peyvên bi graniya hingiv û jehriyê, pirtûkên stûr û peritî, nivîsên li ser kevirên seqî verojtî… xwî û xisyeteke qedîm ê kêfxweþî û xemgîniyê, hezkirin û nefretê…
Aqilê min bi min dilîze, zanebûna min berovajî hev du dike:
Borî dêyeke emekdar û bavekî bibext e…
Divê ku ew bi bîra ewladê xwe kevin; bi text û bextê xwe, bi zanebûn û merhemet û dilovaniya xwe… û bi wê hezkirina xwe ya ku derya difetisandin…
Maqûlên berê...
Wan canik û camêrên xwedayî… Jinên ku bi wê xwîna xwe ya germ û bi wê dilbijokiya xwe ya dîn ilmê hezkirineke comerd hînê mêrên xwe dikirin… Mêrên wan ên ji sedemê agirê evîna wan dimirin û dikuþtin… Ji sedemê hezkirinê cilma giran diket stûyê wan, cezayê kulê li canê wan dihate birîn… di binê zindanan de por spî dikirin û diran dirizandin…
Maqûlên berê… qewmê li reqs û govendê, qewmê ku li miqamê stranan diliviya, li meydana þer dibeziya û kela neqeb dikir… qewmê ku bi devê birçî, bi lepê birçî, bi zik û binzikê birçî diçû ser goþtê biraþtî, goþtê jîndar û dahiþtî… û timî þêkirdar bû ji xwedî û xwedayê xwe re..,
Qewmê ku bi þiklê þêr rûdiniþt li dîwanê… qewmê serpiþt û þaristaniya mêtiyê. Û keysariya nêr a bi teniþtê ve þûr daliqandî…
Maqûlên berê. Bavê(n) berê.
Rustemê ku dora derba pêþîn dida dijminê xwe; ji bo ku bext neþikê û mêrxasî bimîne li ser þerefa xwe. Þêrê Elî… di þerekî giran de pozê zulfîqarê dispêre sînga yê “gawir.” Zilam tûyê ser çavê wî dike û Þêrê Elî þûr ji ser sînga wî hiltîne. Kafirê ku ziman bostek ji dêv kiþyayî, bi qîrîkek ziwa jê dipirse: “Ji bo çi te ez nekuþtim?” Þêrê Elî lê vedigerîne: “Ezê îro te nekujim. Lewra te tûyê min kir û te nefsa min qehirand. Heger ez te bikujim divê ji bo Xwedê bikujim, ne ji bo xwe” !
Zanebûn û mêrxasî ew e ku mirov di meydana þer de bikaribe þerê nefsa xwe bike û wî têk bibe…
Þîret. Þahînet. Û bexiþandin…
Li welatekî ku gelek maqûl lê qesidîbûn û jê çûbûn… min pala xwe dabû dîwêr, çavê min li berpalên çiyayan û guhê min li guhdariya komeke zilamên ku behsa “maqûlên berê” dikirin bû. Kalekî diranketî, Descartesekî sêwî wiha gotibû: … lê hemî çûn. Mêrên berê, jinên berê, li hespên berê siwar bûn û çûn…”

rarya-@hotmail.com

 

Rifat Arya/ Mesîla Dil

Hemû Nivîsên Rifat Arya/ Mesîla Dil

Hûn dikarin li van jî binêrin

'Têkiliya Kurd-Yewnanan' tê nîqaþkirin

'Têkiliya Kurd-Yewnanan' tê nîqaþkirin

03 03 2021

PEN'a Galî 'Endamtiya Rûmetê ya Navneteweyî' da Çomak

PEN'a Galî 'Endamtiya Rûmetê ya...

02 03 2021

Ji Þikeftên Hîlarê deng û awaza stranên jinan bilind dibe

Ji Þikeftên Hîlarê deng û awaza stranên...

02 03 2021

Gorbaçovê xwest Sovyetê biguherîne 90 salî ye

Gorbaçovê xwest Sovyetê biguherîne 90...

02 03 2021

Hilbijartin: 07.06.2015

Ji aliyê HDP'ê ve bajarên krîtîk

Ji aliyê HDP'ê ve bajarên krîtîk

31 10 2015

Þîrketên anketan ji bo HDP'ê gotibû çi? (Ji bo 7'ê pûþperê)

Þîrketên anketan ji bo HDP'ê gotibû çi? (Ji bo 7'ê pûþperê)

09 06 2015

Vaye lîsteya mebûsên HDP'ê yên hatin hilbijartin

Vaye lîsteya mebûsên HDP'ê yên hatin hilbijartin

08 06 2015

Kîjan navçeyê herî zêde deng daye HDP'ê

Kîjan navçeyê herî zêde deng daye HDP'ê

08 06 2015

Nivîskaran ji bo 7'ê pûþperê çi gotin?

Cemil Oguz

Demîrtaþ dondirmeyek deyndarê Delalê ye

08 06 2015

Zekî OZMEN

HDP bi dengên kurdên xeyalþikestî bi ser ket

08 06 2015

Helîm YÛSIV

Serkeftina HDP‘ê serkeftina rojavayê Kurdistanê ye

08 06 2015

Nivîskarên kurd hilbijartin nirxandin

Nivîskarên kurd hilbijartin nirxandin

07 06 2015

Hin pêþniyarên HDP'ê

Ji aliyê siyasî û rêveberî ve pêþniyarên HDP'ê

Ji aliyê siyasî û rêveberî ve pêþniyarên HDP'ê

05 06 2015

HDP: Meaþa herî hindik dê 1800 TL be

HDP: Meaþa herî hindik dê 1800 TL be

21 04 2015

Ev partî ji ku hat ku?

Ji 1999 heta 2015'an meþa azadiyê

Ji 1999 heta 2015'an meþa azadiyê

04 06 2015

Mebûsên berê yên vê tevgerê

Mebûsên ku 2007'an de hatin hilbijartin

Mebûsên ku 2007'an de hatin hilbijartin

04 06 2015

Mebûsên ku 2011'an de hatin hilbijartin

Mebûsên ku 2011'an de hatin hilbijartin

04 06 2015

2014: HILBIJARTINA HERÊMÎ

Hin îstatîstîkên hilbijartina 2014'an

Li kîjan navçeyê HDP herî zêde dengan digire?

Li kîjan navçeyê HDP herî zêde dengan digire?

06 06 2015

Îstatîstîkên hin bajarên mezin

Îstatîstîkên hin bajarên mezin

05 06 2015

Li bajarên kurdan vê tevgerê sedî çend deng girtin?

Li bajarên kurdan vê tevgerê sedî çend deng girtin?

05 06 2015

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Rifat Arya/ Mesîla Dil
  • Sîdar Jîr
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Krîstîn Ozbey
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Komên-Wêjeyê
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2021 Diyarname