Siyabend û Zîn, Mem û Xecê
Siyabend xortekî serhildêr e. Mêrekî bi bext, þervanekî dîn e. Paxavê bi beg û giregirên eþîran nake. Serî ji zilmê, neheqî û zordestiyê re danayne.
Gotindar dibêjin wî serî li ber Xwedê jî hildaye.
Xincer di zinêr de çikandiye û pê re sonda qesemê xwariye ku ew ê “Felekê”, ango Xwedê bikuje, ji ber ku wî dê û bav ji Siyabend girtiye, ew sêwî hiþtiye û daye ber destê ap û jinapê.
Lê berevajî Siyabendê Silêvî, Memê Alan lehengekî sernerm, dilhênik û grêdayî rêzik û qanûnên mîr û hakiman e. Dema ku Mîr hukmê zindanê lê dibire, Mem destên xwe li hizûra wî pev dixe û amadeyî fermanên wî dibe. Jixwe, trajediya wî jî ji wê derê dest pê dike; Zîn jê re dibe xewnên þevan û derdê giran dibe mêvanê dilê wî.
Lê Siyabend çawa kiribû ?
Serî dabû oxira Xecê û bi zora þûr wê ji nava lepê eþîreta giran xilas kiribû û berî dabû bilindahiyên Sîpanê.
Mem û Siyabend bi gelek taybetmendiyên xwe ve xwedî tebîeteke pir cihêreng in.
Mem evîndarekî mulahîm û zabitekî emirber e. Tim û daîm gazincên xwe digihîne felekê û hêsiran dibarîne.
Lê Siyabend þûrê xwe ji bo stûyê “felekê” seqa dike û mîna gurekî har dikeve ser þopa wê.
Mem dorê dide destbirakê xwe Qere Tajdîn; berî xwe û Zînê, wî û Stiyê bi mirazên wan dide þakirin.
Lê Siyabend bêyî ku tu fikarî bike, dozdeh birayên Xecê û destbirakê xwe Qedayê Salê, wî yê ku pê re biryar dabû û qesta þerê felekê dikir, di riya çavên Xecê de dide kuþtin.
Mem xwe di nava xasbaxçeyê mîr de ditelîne û bi dilekî lerzokî helbestan dixwîne û li hatina Zînê dipê.
Lê Siyabend, Xecê davêje terkiya hespê xwe, li deþta Rehwayê dide cirîtê û riþma hesp bi ser artêþa çeleng û mêrxasên eþîrên gran ve dizîvirîne û hokê li wan badide.
Mem, Mîr li ser serê xwe dike “Xwedayek” bi xezeb û her tim bi tirsa wî dijî.
Lê Siyabend hesabê koleyek reþik nake ji “Xwedê” re.
Mirina Mem bi destê xulamekî (Beko) fenek û fesad û di binê zindaneke tarî de pêk tê.
Lê Siyabend li fêza çiyayê Sîpanê, li ber pêþa belekiyên berfê, bi qiloçên gakoviyekî sîpanî jiyana xwe ji dest dide.
Çi qas ku ez li van her du destanên kurdî guhdarî dikim an jî dixwînim, tê dilê min ku ez ber bi dîrokê ve bikevim rê û biçim lehengên wan li hev du biguherînim da ku vê qedera çewta serserîbûyî li ser piyên xwe rast bê dirustkirin… da ku her kurdek bibe Siyabendê dîn, lê wekî Mem nemîne dîwane, belengaz û çav bi hêsirên xwînê. Tê dilê min ku ez vê çîrokê ji nû ve dirust bikim. Tê dilê min ku ez li dîrokê vegerim û destê Zînê di nava destê Siyabend de dînim da ku wê Zîna baqil a diltenik rê li ber Siyabend bigire û nehêle ew wî Gakoviyê delal bêmiraz bike û xwe jî pê re…
Tê dilê min ku ez di karnêwalek Newroza Cizîra Botan de Xecê laqayî Mem bikim da ku wê zeriya çavreþ, wê kurmanca çiyayî halanên mêraniyê li Mem hilde ku ew mîr û paþayên Botî li ser çokan daxîne û bigihê ya dilê xwe…
Belê, tê dilê min ku ez li dîrokê bibezim, wê çerxa ku li me çep ziviriye, li ser barê rastiyê bi kar bixînim da ku vê trajediya li can û cegerên me bûye çetel, bidim sikutkirin…
rarya-@hotmail.com