Koma Berxwedan û albuma wan a dawî
Bi hatina 30 saliya Þehadeta sazkarê Koma Berxwedan û HUNERKOM'ê Celal Ercan (Sefkan) û dîsa piþtî 15 salan vegera komê bi albumekê ezê çend hevokan li ser kom û albumê bi we re parvekim.
Eger em li kaset û stranên Þehîd Sefkan guhdarî bikin emê fam bikin ku Koma Berxwedan ekolek e. Wê giranî nedaye harmonî û aranjeyeke giran. Jê re her dem naverok û melodî girîng bûye. Sefkan bi tirkî straye lê tu têkiliya melodiya wî bi hunera tirkî re nebûye, ji stîla Koma Berxwedan derneketiye ku ew yek ji wan kesan bû rengê muzîka komê neqiþ kir. Belkî albumê komê yên herî ku milet ezber nekirin ew her duyên ku Senfonî Orkestra re tomarkirin. Heya tu bêjî têr û harmoniyeke xurt di wan de hebû. Ji bilî stranên gelêrî, naveroka wan jî pir dewlemendbûn lê mixabin wekî kaseta ku bi tenbûr, bilûr û darbûkê hatibû tomarkirin di dilê milet de cih negirt. Di vir de ekolbûna komê derdikeve holê.
Em bên ser "Bûka Azadiyê" albûma dawî.
Bi nêrîna min û ji ber ku karê min e, peyv pir qels in. Ferqek mezin di navbera peyv û mijarê de heye. Mijar her mijarên Koma Berxwedan in lê peyv ne yê komê ne. Çima ne yê komê ne?
Koma Berxwedan dengê Tevgera Azadiyê ye. Bi tevgerê re dimeþe. Tevger nema amator e, lê peyvên komê hîn jî amator û bê harmonî ne. Bêguman duriþme pêwist in û divê hebin wekî ku em wekî netew hê di þerê azadiyê de ne lê hin duriþme hene ku wekî pirtukekê bandora xwe dikin, hinek jî hene -pir rastbin jî-guhên mirov dêþînin.
Çi ne tiþtên ku guhan naêþînin û dilan ber xwe ve dikiþînin?
Ew peyv û diruþmeyên ku hê guhan nebihîstine..
Mixabin piraniya peyvan 30 sal in ku guh dibihîzin loma jî tu bandorê nakin.
Di hêla melodiyan de ez pir serkeftî nebînim jî lê mirov dizane ev album ya Koma Berxwedane û ev bes e.
Bêguman piþtî ew qas salan dîsa vegera nav atmosfera album di komê de wê kêmanî derkevin.
Ji min re wiha hat ku komê xwestiye vî deynî ji stûyê xwe derxe.
Serkeftina vê albumê wê albuma piþtî wê diyar bike. Yanî dewama karê komê.
Eger rawestiya tê wateya ev zaroka Koma Berxwedan mir..
Ger dewam kir tê wateya ku serkeftî bû.
***
Stranên di albuma "Bûka Azadî" de:
Bûka Azadî
Þervanê Axê
Hêza Þoreþê
Qîrîna Þengalê
Hîrê Cinî
Rojava Berxwedan e
Arîn Mîrkan
Lehgenên me gerîla
Bûka Deþtê
Xweþ Doz e
YPG