Xwebûn û desthilatdarî
“Çiyayê Sîpanê Xwe-bûn e, xwe ye, tu kes nikare bihejîn e, ne tang û ne top dikare wê xwe-bûnê û hebûnê bihejîne û wergerîne. Çimkî ez çiya me, çiyayê Sîpanê Xelatê me. Çiya ji desthilatdaran û minareyan bejinbilindir û xurtir û zexmtir e. Ez warê Siyabend û Xecê me, warê xwe-bûnê me, warê hebûnê me.”
Desthilatdar nexweÅŸekî çavnebar e, ji serketinan dihesidin, tew ku kesên jê diheside bindest be, bi çavnebarî êrîÅŸ dikin, çavnebarî jî rûxandin e. Othelloyê Shakespeare ji ber hesûdiyê biresera ku jê hez dikir dikuje, Crabb dibêje; li gor min ev “Hesûdiya Hesta Xwekêmdiyînê”ye. Ev agirê tirsê yê çavbirçîtiyê ye. Yanê em fêm dikin li gor psîkoanalîzmê mêtinger nebûnin xwe-bûn, kêm in loma rûxanker û çavnebar in. Desthilatdar kîr e, di pirsgirêka desthilatdaran de çavnebariya kîr heye, divê dagirker û desthilatdar bên xadimkirin wê çaxê dê azad bibe, dê bibe xwe-bûn, dê ji nêraniya xwe ya oral-sadîst û anal-sadîst û sadomazoÅŸîzma xwe rizgar bibin. A mêtinger kîn e, nefret e, hezkirin tune ye, hezkirin û kîn û nefret jî têgehên bi çavnebariyê û hesûdiyê ve girêdayîne.
Xwebûn çi ye? Divê em hinekî li ser bihizirin û biponijin. Bi awayekî psîkoanalîst xwe-bûn ne gengaz e, çimkî mirov xwedî rihekî paradoksal e, hiÅŸ û aqilê mirov ji teref sê têgehan ve tê rêvebirin (Îd, superego û ego) ye. Loma mirov nikarin bibin xwe bi awayekî psîkoanalîst dijwar e. Bi awayekî felsefîk û sosyolojîk dibe ku ev pêkan be. Lê em dizanin mirov heta nebe xwe, nikare bibe hebûnek, çimkî destpêka hebûnê xwe-bûn e. Xwebûn, çand e, ziman e, cil û berg e, mekan e, folklor e, nêrîn e, axaftin e, deng e, hest e, tevger e û liv e, bawerî û ol e, civak e,vîn e hwd... xwebûn temsîliyet e, hilbijêrbûn e. Belê di afirandinê de em nikarin bibêjin em xwebûna xwe hildibijêrin lê belê piÅŸtî afirandinê ÅŸûnde êdî hilbijartin di destê mirov de ye ango mirov hêdî hêdî qorên dîwarên xwe-bûn û hebûna xwe diqorîn e. Dema em li hilbijartina 2024’an dinêrin, em wecê xwebûna kurdan yekser dibînin. Belê berê berê bajarê Wanê xwebûna xwe eÅŸkere û diyar kir. Got, “bes e, ez xwe-me, xwe-bûn im. Ti kes nikare xwe-bûna min înkar bike, belê piÅŸtî xwe-bûna xwe êdî ez heme, hebûneke berbiçav a li ber çavên desthilatdar im. Belê desthilatdar jî nikare reng û hebûna min êdî têk bibe.”
Hema hema hemû bajarên kurdan xwe-bûna xwe eÅŸkere kirin paÅŸê go em berê hebûn lê niha em hene û va ye em li vir in. Hûn kî ne, hûn ji ku ne, tu kî yî, tu ji ku yî? De bêje tu kî yî û hûn kî ne? Bi awayekî teorîk van gotinan lêpirsîna xwebûnê ye, lêpirsîna xwebûnê ye, sîleya li birûska li desthilatdariyê ketiye. Desthilatdarî kiriye teneke ringînî ji teneke haniye, eciqandiye teneke û ala hebûna xwe pêlaye.
Bajarê Wanê ewil xwe-bûna xwe, paÅŸê hebûna xwe ya heyî û herî dawiyê tenekeya desthilatdariyê pelixandiye. Desthilatdar loma êrîÅŸî xwebûnê dike, çimkî benê piÅŸta desthilatdariyê encax xwebûn dikare biqetîne. Heke xwe-bûn pêk neyê, dê tifaqî jî pêk neyê, loma a girîng tifaqî û xwebûn e, encax tifaqî û xwebûn dikare “di ana desthilatdariyê ne" xwebûna civakî, bi hiÅŸ û êqil dikare pêk were, encax bi hiÅŸmendiya navneteweyî û bi netewîbûnê dikare xwebûnê ava bike. HiÅŸmendiya neteweyî ÅŸert e. HiÅŸmendiya nasnameyî ÅŸert e. Lê bo hiÅŸmendiya nasnameyî û neteweyî xwendin, xwendin, xwendin û dîsa xwendin lazim e. Xwebûn û hiÅŸmendî bi xwe-ndin û zanînê encax pêk were. Dijminê desthilatdariyê xwe-bûn û hiÅŸmendî ye. Xwebûn û Desthilatdarî dijît in. Hevdu red dikin, yek dijminê yekê ye, heman demê hevdu heyî jî dikin û tune jî dikin. Diyalektîk in. Xwebûn resenî ye, temsîliyeta dijber neheqiyê ye, azadî ye. Maka xwebûnê rizgarî ye. Ji tarîxê bigirin heta niha tim û tim ÅŸerê xwebûnê û desthilatdariyê hebûye û niha jî didome. Mekanên û rihê xwebûnê mê ye, çimkî afirîner e, hilberîn e, dayik e, zayîn e. Lê mekanê desthilatdar nêr e, bav e, hiÅŸk e, zûwa ye, bejî û qeraç e. Di rihê xwebûnê de mêbûn heye, di rihê desthilatdariyê de nêrbûn heye. Loma ÅŸerê navbera wan ÅŸerê xwe-bûn û heyîn û hebûnê ye, desthilatdar dixwaze hebûna xwe ya nêrane li ser xwebûna mê ferz bike.
Xwe-bûn feminîzm e, xwe-bûn ekolojî ye, xwebûn seleksiyona hebûnê ye. Xwebûn xwekujtina desthilatdara hundirîn a nêrane ye. Xwebûn xwekujtina nêrane ye, kuÅŸtina zilamê hundirîn e. Loma dijber her desthilatdariyê ye. Desthilatdar qijnik e. Xwînmij û hestîkoj e. Desthilatdar û dagirker rihê oral-sadîst û anal-sadîstê pê re heye. Çavnebar in. Li gor psîkoanalîst Melanie Klein çavnebarî, rûxandin e, oral-anal-sadîst e, divê di bingeha wê de irsîbûn heye, yanê di destpêka heyatê de bi bandor e. Dewlet-desthilatdar-dagirker-mêtinger jî çavnebar in, naxwazin derziyeke bindest hebe, naxwazin perikekî bindest hebe. Desthilatdaran ji ber ku heyamên wekî anal û oral-sadîzm derbas nekirine , loma sadîst in, vandalîst in û dagirkerin.
Desthilatdar nexweÅŸ e, nexweÅŸekî psîkoanalîst e, divê bê tedawîkirin. “Åžeytan ji ber çavnebariyê xweste bihûÅŸtê binpê bike, bo ku bihuÅŸta ezmên birûxîne, biherimîne ÅŸer li hember Xwedê derxist, lê Åžeytan ji bihûÅŸtê tê avêtin. PaÅŸê bi melayketên din re dibin hevgirtî û li dijber bihuÅŸtê, dojehê ava dikin. Êdî li hember Xwedê û çêkerên xwedê dest bi tevgerên rûxangeriyê dikin. Ango li hember tiÅŸtên xwedê afirandiye dest bi rûxandinê dike. Åžeytan dibe xwediyê hêzeke rûxanî. Li gor gotinan ev ramîna teolojîk ji Azîz Augustinos hatiye. Augustinos li hember hêza rûxangerîn çavnebariyê, jiyanê wekî hêza afirîneriyê peyitandiye. Ji Korîntosana re di nameya yekemîn de wiha dibêjin: “Hez, nahesidin û neçavnebar in.” Mêtinger ÅŸeytan e, çavnebar û barbar e. Tenê vîna gel dikare mêtingehan, çavnebaran, barbaran têk bibe. Di tarîxê de her îktîdar û desthilatdar talî ya bi hêza vîna gel têkçûn e, ya jî xwebixwe(navxweyî) hatine rûxandin. Meseleya xwebixwe rûxandin jî meseleya xwestina îktîdarbûn û desthilatdariyê ye. Taliya talî hêza vîna gel mêtiger û mêtingehî têkbir û dîsa xwe-bûna xwe nîÅŸanî dinyê dan, bajarê Wanê go ez heme, gelê wê go em hene, çiyayê Sîpanê Xelatê go em hene, siyabend û Xecê go em hene... Em hene divê hûn fêm bikin, heke hûn fêm nekin emê bi wiha bi we fêmkirin bidin...
Sûdwergirtin
Haset ve Åžukran, Melanie Klein, Metis