Berxwedana: Bêje Tu kî Yî?
Li Tirkiye û Kurdistanê di hefteyekî de rojev li rojevan aliqîn û pêvajoyên germ derbas bûn. Ji aliyekî ve kelecana hilbijartina rêveberiyên heremî ji aliyekî ve kelecana roja hibijartinê û ji aliyê sereke ve jî berxwedana gelê kurd.
Di roja hilbijartina rêveberiyên heremî de careke din diyar bû ku gelê kurd li hember dewletê dikeve hillbijartinê û vîna xwe diyar dike. Li bajarên wekî Åžirnex, Sêrt, Bedlîs û li gelek bajarên Kurdistanê riyê deshilatdariya Akp careke din zelal xuya kir ku; vîna gelê kurd qebûl nake, bi dizî û hîleyan hewl dida encamên hilbijartinê li ber xwe bixe. Lê di vir de berxwedana gelê Åžirnex û Botanê rê neda dizî û hîleyên desthilatdariyê. Di roja hilbijartinê de, li Åžirnexê sekna gel a bêtirs ku bi pirsa; “Bêje, tu ji ku yî?” li riyê kesên xulamên dewletê diket hilbiartin ber bi encamê ve bir û vîna gelê kurd diyar bû.
Lêpirsîn diyardeyeke, pîvaneke encama serkeftina heqîqetê bi xwe ye. Dema lêpirsîn hebe berxwedan jî heye û dema berxwedan hebe serkeftin jî heye. Giyanê gelê kurd ku bi vê hilbijartinê derket holê, ne tenê ji bo destxistina ÅŸaredariyan bû, vîneke ji bo diyarkirina sekna gelê kurd bû ku êdî bi lêpirsînê xwenas dike û serdestiya li ser Kurdisatanê qebûl nake. Di vê povajoya hilbijartinê de diyar bû ku, êdî gelê kurd xwe jî nas dike û serdestên xwe jî nas dike, ango gelê Åžirnex dizane kî ÅŸirnexî ye û kî ne ÅŸirnexî ye. Ji bo wê çendê pirsa ku xaloyê ÅŸirnexî gelekî girîng e û pîvaneke ku êdî her kurd ji xwe û ji mêtinkarê xwe bi pirse.
Li gorî pirsa; bêje tu ji ku yî? li Wanê jî li hemberî serdestiya feraseta kayûman berxwedan pêÅŸket û vîna gelê kurd hat parastin. Biryara ku ji bo desteserkirina Åžaredariya Bajarê Wanê, biryareke ÅŸikandina vîna gelê kurd bû. Armanca serdestan ew e ku vîna gelan biÅŸkîne û xulamiyê pêÅŸ bixe. Lê êdî gelê kurd bi lêpirsîna li ser xwe û xaka xwe, armanca xwe zelal diyar kiriye ku nema rê bide serdestiya li ser hebûna xwe. Bo wê çendê gelê Wanê li dora vîna xwe xelekek ji berxwedanê ava kir û biryara kayûmê li erdê xist.
Gelê kurd baÅŸ dizanî ku heke vîna bajarê Wanê were ÅŸikandin wê vîna hemû bajarên Kurdistanê were ÅŸikandin û armanca desthilatdariyê jî ew bû ku yek bi yek bi kayûman dîsa dest deyne ser ÅŸaredariyên bajarên kurdan.
Gotineke pêÅŸiyên kurdan heye, dibêje; 'Ew war e, lê ne ew bihar e.' ango serdestan ji xwe re armanc dikirin war û bihar a wan e. Lê belê gelê kurd di vê hilbijartinê de ji wan re bi kurt û kurmancî got ku; 'Ew war e, lê ne ew bihar e.'