Ji bo Azîz Yagan û kesên wisa difikirin
Azîz Yagan kurdekî ye. Ji ku ye nizanim, lê ne muhîm e jî. Bi qasî dizanim bûye prof... Çendek berê twittek wisa nivîsî; "Divê em pêþî lê bigirin ku kayûman biþînin ser þaredariyê. HDP divê nekeve hilbijartinê. Bi kesên serbixwe yên ji HDP'ê cuda, bi berendamên li ser xeta 'demokratîkkirina herêmê û xizmet' yan jî bi berendamên HAK-PAR'ê em bikevin hilbijartinê."
Werin ji bo wî û ji bo kesên wisa difikirin em çend tiþtan bibêjin.
Wê çaxê min bi gotina, "Ezîz beg, bi awayê herî hêsan bêjim di vê twita te de edalet tune ye" bersiv dabû.
Wî gotibû "fikra xwe bêje." Pirsa pêþîn; "Prof. çawa dikare tiþtek bê edalet, tiþtek neheq bixwaze?"
Niha em parçe parçe li meseleyê binêrin.
KARÊ PROF Û REWÞENBÎRAN
- Divê em pêþî lê bigirin ku kayûman biþînin ser þaredariyê"
Ji vê gotinê ew ji serî de amade ye û ji serî de dizane dê piþtî hilbijartina li pêþiya me jî bi kayûman dest deynin ser þaredariyan. Serê pêþî bi gotin, bi tevger divê mirov dijî vê yekê derê. Ne ku amade be li qilopiloyan bigere.
Dîsa, rêya vê ne ew e mirov ji HDP'ê re bêje tu neveke hilbijartinê, bila partiya din bikeve. Prof, ew kes in ku ji niha de û her demê dijî bêhiqûqî, dijî neheqiyeke wisa derdikevin. Karê profan ew e ku dijî tiþtên wisa derên û divê "Kesên bi hilbijartinê hatine ser kar, bi hilbijartinê herin" biparêzin. Wekî din çi be jî dibe derbe. Û li dinyayê serê pêþî prof û rewþenbîr dijî derbeyan dertên. Diyar e Profê me newêre tiþtek wisa bike, li rêyek ku ne tu rê ye digere.
HA DADGEHA KU DIXWAZE HDP'Ê BIGIRE HA TU...
- Bila "HDP nekeve hilbijartinê"... Ev çawa tiþt e? Çi ferqa Dadgeha Zagona Bingehîn ku partiyan digire û ev fikra ku dibêje "Bila HDP nekeve hilbijartinê heye?" Bi kurtasî tu dibêjî kilît li deriyê xwe bide û here.
KESÊN SERBIXWE?!
- Dibêje "Bi kesên serbixwe yên ji HDP'ê cuda" bikeve hilbijartinê. Yanê em herin ji hîvê mirovan bînin bikin berendam. Tiþtek din, em bibêjin kesên serbixwe ketin hilbijartinê û bi ser ketin; garantiya (ewlehiya) ku wê bi kayûman wan jî ji ser kar negirin heye? Ma yên ku ji kar hatine girtin sûcê wan hebû? Mesela Þaredarê Batmanê Dr. Mehmet Demir ku niha li mala xwe ye çama ji kar girtin û kayûm þandin Batmanê?
Ev çawa daxwaz e? Kesên serbixwe kî ne, ji ku ne, çi dikin, heta niha çi kirine?
HAK-PAR?!
- "Yan jî berendamên HAK-PAR'ê". Pirsa pêþî em bêjin HDP'ê got "temam em nakevin hilbijartinê bila berendamên HAK-PAR'ê bikevin", lê ger gel deng neda wan berendaman? Ev çawa tiþt e? Dîsa Çima HAK-PAR? Çima ne partiyek din HAK-PAR? Mesela çima ne PSK, çima ne PDK-T?
Dîsa bi pêþniyarek wisa birêz Yagan ji serdestan re dibêje, "Binêr ew ne kesên baþ in, ev kesên baþ in, bisekne bila ev bêne hibijartin." Ji dêvla heq û hiqûqê biparêze dest li ber serdestan vedike. Dîsa bi vê mînakê beþek kurdan reþ, beþek spî nîþan dide. Bi vê beþek wekî "kesên baþ", beþek wekî "Kesên xirab" nîþandide. Bi vê wisa dike: HDP'yî 'terorîst in', Hakparî baþ in, bila ev bin. Ma çi heqê wî heye ku berendamên HDP'ê wekî kesên "xirab, tirsnak" nîþan bide û berendamên Hakparê wekî kesên "baþ" nîþan bide?
Pirsek din jî ev e: Mesela HDP bêje temam û piþtgirî bidin berendamê Hak-Parê û ew hatin hilbijartin. Ma garantiya (ewlehiya) dê ji bo wan jî kayûm neyê þandin heye? Gelo Profê me ev garantî girtiye ku niha pêþniyar dike?
BERENDAMÊN DEMOKRATÎKIRIN Û XIZMET!
- 'Berendamên demokratîkirina herêmê û xizmet'. Zilam bi vê gotina xwe neheqiyeke mezin li þaredarên heta niha dike, hay jê tune ye. Ev gotineke wisa ye: Wekî ku yên heta niha bûne berendam ji bo demokratîkirinê nexebitîne. Wekî ku yên neta niha bûne þaredar dîktator bûne. Dîsa wekî ku þaredarên heta niha ji bo xizmetê nexebitîne. Wekî ku qet xizmet nekirine.
Ezê mînakek bidim: Firat Anli. Hêja Firat Anli Hevþaredarê Amedê bû. Qala projeya çêkirina tramvay kir ji bo Amedê. Û ji Yekîtiya Ewropayê fînans jî girtine. Tenê maye ku Bankeya Baaran a Tirkiyeyê îmze biavêje. Ew îmze bikin dê alîkarî bê û li Amedê dê xebata çêkirina tramvayê dest pê bike. Helbet îmze nekirin û nehiþtin tramvay bê çêkirin. Çima? Çimaya vê ev e: Dema çêbikirana dê xelkê bigota "þaredariya HDP'ê tramvay çêkir."
Ev biraderê me qala kîjan xizmetê dike? Ev biraderê me yan hay ji xebatên þaredariyan nîn e, yan jî bi taybetî tiþtan berevajî dike. Bi çi awayî be jî gotina wî neheqî ye.
HIQÛQA SERDEST Û BINDESTAN
Meseleyek din jî hiqûqa sedest û bindestan e. Prof. Aziz Yagan mafê gelê xwe naparêze. Derdekî wî ya wisa nîn e. Mînak li Batmanê sedî 66'ê gel dengê xwe daye partiyek. Wekî hejmar em binêrin, bi temamî 120 hezar û tiþtek kesî deng daye HDP'ê. Yagan dengên vî 120 hezarî naparêze. Ji dêvla dengê wan, heq û hiqûqa wan biparêze ji wan re dibeje dengê xwe bidin partiyek din, yan na dê dîsa kayûm bê. Wan ditirsîne. Li ser navê kî ditirsîne, em nizanin.
Halbûkî divê ji serdestan re bigota "Em kî bixwazin em wî/ê hildibijêrin? Ji we re çi?" Divê bigota, "Gel bi serê xwe dikare biryara xwe bide û divê biryara xwe bide." Lê na, ew vê nabêje. Mafê gelê xwe naparêze. Em meseleya serdest û bindest jî berdin, li gor hiqûqa Tirkiyeyê be jî divê bigota, "Hurmetê li dengdêran, mafên dengdanê bigirin", lê vê jî nabêje.
Kesek wisa dê çi bikaribe li gelê xwe zêde bike? Ev mesele ne tenê meseleya Aziz Yagan tenê ye. Gelekên din jî hene, loma min nivîsî. Hin wisa jî dibêjin, "Bila HDP li ser kayûman ligel partiya desthilatdar bazarî bike ku 'carek din kayûman neþînin, ew jî li metropolan dengê bidin partiya desthilatdar'." Çawa? Çawa tu mafê xwe yê rawa dixî meseleya bazarê?
Halbûkî mesele ev e: Li Tirkiyeyê zagonên hilbijartinê hene. YSK (Lijneya Bilind a Hilbijartinê) heye. Berendam berî hilbijartinê serî li YSK'ê didin û YSK van erê dike. Piþtî vê yekê mafê Wezareta Karên Hundir nîn e dest bide van berendaman. Ev kesên qala "Bazariya li ser kayûman dikin" hay ji zagonên Tirkiyeyê bi xwe jî nîn in; belkî jî hay jê hene bi taybetî dixwazin tevlihev bikin. Ma ne divê serê pêþî ji desthilatdarî bixwazin ku li gor zagonên xwe tevbigerin? Û paþê divê gotina, "Em kî bixwazin em wî?ê hildibijêrin, tu mecbûr î qebûl bikî". Ma ne? Ma hûn çawa kurd in? Hûn çawa demokrat in?
Nizanim hewce dike mirov hinek din dirêj bike?
**
Twita Aziz Yagan û ya min...