Nûdem Durak û Emma Kok
Ev her du navên min wekî sernav nivîsîne hunermend in. Hunermend Nûdem Durak kurd e û ji bajarê Dergula Þirnexê ye; niha di zindanê de ye. Emma Kok jî ji binemala xwe kafkas e û ji Hollandayê ye. Berî her tiþtî ez bibêjim; huner û hunermend li hember hev nayên muqayesekirin û nîqaþkirin. Ji xwe armanca min jî ne ew e ku ez hunera hunermend Nûdem û Emmayê li beramberî hev bidim nîqaþkirin. Lê belê ez ê hewl bidim ku hunermendiya Nûdem bi kîjan þert û mercan re derbas bûye û niha rewþa wê çi ye û ez ê hunermendiya Emma jî di kîjan þertan de ye bînivîsim. Hunermend Nûdem di 12 saliya xwe de dest bi stranbêjî û hunerê kiriye. Emma Kokê jî di zarokatiyê de dest bi stranbêjiyê kiriye û niha pazdeh salî ye.
Nûdem Durakê yekem gav avêtina xwe ya bi hunerê re, ji dayika xwe gustîlkek standiye, firotiye û bi pereyê gustîlkê ji xwe re gîtarek kiriye. Nûdemê di axaftineke xwe de gotiye; “stranbêjî ji min re mîrateya bav-dayik û kalan e.” Bi vê þiyarê Nûdem diçe Navenda Çanda Mem Û Zînê ya li Cizîrê dest bi xebata hunerî dike. Dema di nav xebatên hunerî de dixebitî di salla 2009’an de ji ber hin angaþtên siyasî tê girtin û piþtî çend heyvan tê berdan, lê darizandina wê didome. Nûdem her çiqas zordarî li ser de hatibin jî wekî jineke hunermend hunera xwe didomand.
Piþtî girtina 2009'ê Nûdem careke din 2012’yan de jî tê girtin û 10 sal û 5 heyv cezayê zindanê lê tê birîn û li derve darizandina wê didome heta ku di sala 2015'ê de cezayê wê dadgeha bilind erê dike. Nûdem sal 2015’an tê girtin û wê diþînin zindana Mêrdînê. Dema di zindana Mêrdînê de ye “delîlên nû" derdixin holê, ji ber stranên wê yên ku bi kurdî strîne, cezayê wê ji 10 sal û 5 heyvan derdixin 19 salan. Tê payîn ku Nûdem di sala 2034'an de ji zindanê derkeve.
Di zindanê de jî Nûdem hunera xwe didomîne. Lê belê di nav wan rewþan de jî zordariya zindanê li ser hunera wê heye û 2017'an rojekî dema lêgerînê li qawîþa wê dikin leþker gîtara wê diþkînin û wê gîtara þkestî ji malbata Nûdemê re diþînin.
Di nav rewþa zindanê de nexweþiyên wekî Graves, osteoporoz û hin nexweþiyên din pêre çêbûne û di nav þertên zor de dimîne.
Piþtî girtina Nûdem Durak gelek hezkiriyên wê piþtgiriya xwe bi wê re parve kirin û di qada navneteweyî de jî piþtgiriya bo Nûdem zêde bûn. Di nav de navdarên wekî; Noam Chomsky, muzîkjen Peter Banrial û Roger Waters, aktrîs Maxine Peake, derhênerê fîlman Ken Loach û gelek çalakvanên din ên hunerê di sala 2022’yan de çalakiyeke piþtgiriya diyar kirin. Ev çalakiyên piþtgiriya bi Nûdem re didomin û piþtgiriya ji bo wê li ser malpera http://songfornudemdurak.org/ tên weþandin.
Heta vir min hewlda Nûdem Durak bi we bidim nasîn û jiyana wê ya bi hunerê re derxim holê. Niha jî em li Emma Kok binêrin.
Nûdem Dûrak niha girtiye. 19 sal ceza lê binîre.
Emma Kok niha tê dermankirin. Doktor hêvî dikin ku dê baþ bibe.
Emma di nav malbateke dewlemend a Hollandî de mezin dibe. Bav û dayika wê xwediyê karên navdar in. Li mala wan stranên caz, soul û pop her tim hatine guhdar kirin û malbata Emmayê wê diþînin perwerdeya þanê û bi malbatî piþtgirî dane wê ku di muzîkê de pêþ bikeve. Bi taybetî birayê wê Enzo piþtgiriyeke zêde dide Emmayê ku ew xwedî hunera kemanjeniyê de serkeftiye û li Berlînê dibistana muzîkê ya navdar Hanns Eisler'ê cih girtiye.
Emma gava serkeftina yekemîn di sala 2021'ê de bi dest dixe dozdeh salî ye. Ew tevlî pêþbaziya; “The Voice Kids Hollanda”yê dibe û navê wê êdî tevî qada hunera muzîkê dibe. Di pêþbaziya bernameya TV SBS a Ministarsê de jî bi ser dikeve û wekî xelat 25.000 Euro digire.
Her roj Emma di nava derfetên bêhempa de hezkiriyên xwe zêde dike û navê xwe ji Hollandayê re dixe nava qada muzîkê ya cihanê. Herî dawî di þeva konsera Vrijthof bi strana Voila serkeftinek mezin bi dest dixe û heta niha bi mîlyonan temaþevanên wê çêbûne. Ji bo wê þeva konsera nav û deng a li Hollandayê çêbû, þefê konserê û navdarê kemanjeniyê Andrê Rieu wiha qala Emma Kok kir; “Emma hê pazdeh salî ye di konsera îsal ya Vrijthof de bi strana Voila performanseke baþ temaþevanên orkestra Maastrichtê sermest kir! Bi dengê xwe yê bi hêz, heta niha li ser tevna civakî nêzî 35 mîlyon kesî temaþe kiriye! strana Voila êdî li ser hemû platforman cih girtiye.”
Emma Kok li kêleka hunera xwe bi nexweþiya xwe re jî têkoþînê dike. Emma dema hê 8 salî ye nexweþiyeke mîdê Gastroparezîn pêre çêdibe û niha ji bo nexweþiya wê awayekî teybet pêre eleqedar dibin û li gorî bijîþkên taybet dibêjin, hinekî ber bi baþbûnê ve çûye.
Belê ev bû çîroka nivîsandina min. Lê ez vê jî bibêjim, li gorî jiyana van her du hunermendan jî careke din li ber çavê min ket ku em kurd çiqas xwedî vîneke hêja ne.
Emma Kok niha ketiye 17 saliya e.
Nûdem Durak ligel malbatê.
***
Hin nûçeyên li ser Nûdem Durak:
- Ji dinyayê navdaran banga berdana Nûdem Durak kir
- Roger Watersî carek din dengê Nûdem Durakê belav kir