Rêya avakirina xwebûna kurdan
Van rojan rojave li Tirkiyeyê wekî tirþikê lê hatiye. Ji hêlekî v e rewþa siyasî ya Tirkiye û ji hêlekî ve rewþa çareseriya pirsgirêka kurd wekî du rojevên serkêþ derdikevin pêþ.
Ya rast rewþa siyasî ya Tirkiyeyê her û her li ser siyaseteke desthilatî hatiye avakirin û diyar e dê netewdewleta tirk devji feraseta xwe ya desthilatî bernede.
Di pêvajoya heyî de ya ji min/me re girîng rewþa hebûna kurd e! Li ser her kurdî ferz e ku berî her kesî rewþa xwe bifikire û xwe biparêze, piþtî xwe heke jê were dê wî demî ji her mirovî re bibe alîkar û çareserî. Lê ya ku tê xuyakirin hê gelek sazî û dezgehên me û kurdên me hebûna xwe li ser hîmê xwe bixwe ava nekirine û bi hebûneke piþaftî jiyana xwe ava kirine. Li gorî zanista derûnînasî û civaknasiyê heke hebûnek ‘xwe’ nejî, bixwe jînek ava nekiribe, dê nikaribe jîneke azad jî bijî.
Avabûna hebûnê û xwe bixwe jîn, mijareke girîng e. Di xwezayê de mijara herî sereke û pîroz, mijara hebûn-xwebûnê ye. Çi zîndewerên di nav xwezayê de hene, li ser hebûna xwe jînek ava kirine û xwe bixwe dijîn. Mînak kulîlkek wekî kulîlkê dijî, çûkek wekî çûkekê dijî. Wê demê pêwîst e kurdek wekî kurdekî/e bijî! Bo ku dema kurdek çavên xwe li nav gerdûnê vedike wekî kurd gava yekem divêje nav jîna heyî. Lê belê kurdê ku di nav beroþa piþaftinê de keliyayî û wekî girara pehtî lê hatî êdî haya wî ji hebûna wî ya kurd tune û ji xwe dûr dijî. Ew kurdê ku hebûna xwe nizanibe dema bixwaze wekî kurdekî tevbigere jî dê nikaribe mafê kurdbûna bîne cih û dê her û her di nav jîneke qelp û qels de bigevize. Lê heke kurdek, an jî keseke ku ji qewmekî din berî her tiþtî avabûna xwe li ser xwebûna xwe ava bike dê wê demê bibe xwe û hêza çareseriya jînê pêþ bixe.
Hemû rê û rêbazên heqîqetê destnîþan dikin ku hebûn/xwebûn girîng e û li ser mijara hebûn/xwebûnê gelek zanyaran, ramyaran serê xwe êþandine. Li gorî encamên ku heta niha li ferhenga hebûnê zêde bûne diyar dikin ku mirovek bi rengê xwe dikare hebûna xwe ava bike û xwe bixwe bijî. Baþ e gelo ev rengê hebûnê çi ne? Çi dikare mirov bi hebûna mirov ve girêdayî bihêle û xwebûna mirov biparêze?
Helbet ev mijar bi gotarekî têr nabe û xilas nabe lê li gorî ku min jî çend pirtûk li ser van mijaran li hev qelibandibin, dikarim bi çend xalên sereke diyar bikim.
*Çand; çand ji bo kesek/mirovek xwe nas bike û bi xwe bijî rêbazeke sereke ye. Ango divê mirov çanda xwe bizanibe û bi çanda xwe bixwe bijî. Lê gelek kurdên me hene haya wan ji çanda wan nîn e! Bi çanda serdestê xwe dijîn.
*Ziman; ji xwe ziman ji bo hebûnê û xwebûnê nayê nîqaþkirin bê ka baþ an nebaþ e! Kesê ku zimanê xwe nizabibe bila her û her ji hebûna xwe guman bike!
*Dîrok; zanyarekî digot kesê ku dîroka xwe ya pênc hezar salan nizanibe; bila nebêje ez hatime dinê! Ango ji bo kesek çand û hebûna xwe zabibe divê dîroka xwe zanibe!
*Civak; di vê mijarê de civak jî girîng e û kesek nikare bêyî civakê bijî û hebûna xwe ava bike! Wê demê kesekî kurd pêwîst e civaka xwe gelek baþ nas bike.
*Mirov; naskirina mirov/mirovahiyê hêzeke girîng e ku mirov xwe jî nas bike. Dema tu xuluqîna mirovan û derûniya mirovan nas bikî êdî tuyê xwe jî nas bikî û hebûna xwe ava bikî!
*Xwendin/zanîn; mijara zanînê bo her mirovê rêbaza têgihîþtin û pêþketinê ye. Kesek xwe bi zanînê têr neke dê birize û bi demê re winda bibe. Yek ji dermanê hebûnê xwendin û zanîn e.
*Ax/Erd; zîndewerên di nav xwezayê de dijîn hêza xwe ji axê digirin û bi axê dijîn. Tovê xwezayê ji axê ye. Pêwîst e kurdek axa xwe nas bike û bi xwezaya erdnîgariya welatê xwe bijî.
Helbet ji van mijarên ku min li jor nivîsîn zêdetir mijar hene ku mirov li ser bifikire û bikole. Lê belê ev mijarên ku min balkiþandin ser serekene ku kesek bixwaze xwe nas bike û xwe bi xwe bijî.
Baþ e wekî encam em bêjin; gelo çend sazî û dezgehên me kurdan hene ku civaka me bi van mijaran bigire dest û li kurdbûna civaka kurd re eleqe bibe! Ez bi xwe ji bakurê Kurdistanê me û civaka kurd a li Tirkiye baþ diþopînim. Lê mixabin sazî û dezgehên me yên li Tirkiyeyê ji bo hebûna kurd li ser cewherê xwebûna kurd were ava kirin ne di nava hewldanan de ne. Bi asteke qels hin hewldanên saziyên me hene lê ew hewldan jî wekî komele tenê têra taxeke Kurdistanê nakin!
Pewîst e tevgera siyasî ya giþtî li Tirkiyeyê li her bajarî akademiyên avabûna hebûna kurd ava bikin û dev jî her tiþtên din ên siyaseta lewitî berdin! Wekî Akademiya Ziman, Akademiya Çandê, Akademiya Dîrokê Akademiya Civakê, Akademiya Siyasetê û hwd. Dema armanc bibe avakirina xwebûna kurd wê demî hêza kurd jî wê bibe yek û armancên siyasî bi dest bixe.
Dive ez vê jî bibêjim heta niha bi saya serê tevgera azadiya kurd asta kurdan ji tunebûnê ber bi hebûnê ve hatiye û kedeke qedir bilind pêþ ketiye. Lê belê di van çend salên dawî de li ser keda heyî kurdbûn û avabûna xwebûnê zêde nebû û li ser keda heyî xebat dihatin kirin. Dema tu her û her ji tûrikê xwe bixwî, dê rojek were di binê turik de tiþtek namîne. Di van salên dawî de ji tûrikê kedê gelek tiþt hatin xwarin, heta ku tûrik ber bi valebûnê ve diçe. Hin kes û saziyên xêrnexwaz qulek jî li tûrik xistine û keda kurdan bê encam dirije.
Pêwîst e her kesê ku bo hebûna kurd dixebite li keda xwebûna kurd xwedî derbikeve û çavê wî li tijekirina tûrikê kedê be, ne ku ji tûrik kedê derbixe û xwe bi wê kedê xwedî bike!