Koça dawî ya Feqîr Ehmed
Destpêka sala duhezarî gihîþtim Almanyayê. Di wan salên destpêkê de mirov mîna gêjan li der û dora xwe dizîvire û dixwaze her tiþtî fêm bike. Penaberê nû mîna zarokekî heþt neh salî ye ku nû çavên wî li dinyayê vedibin û dixwaze her tiþtî li welatê nû nas bike. Bi wan hestan ez li festîvalên mezin ên kurdan li porsipiyekî bi kelecan rast hatim, ku her car li ber maseyeke pirtûkan diçû û dihat û pirtûkên wî yên helbestan û çîrokan di destê wî de bûn û di gereke bê navber de bû, nizanim li çi digeriya. Ev mêrê navsere, porsipî, bi kelecan yê ku di festîval û civatên kurdên Almanyayê de, her min berê xwe dida cihê pirtûkan ez li wî rast dihatim, Feqîr Ehmed bû.
Bi demê re min roj bi roj ew ji nêzîkayî nas kir. Jixwe pêdivî bi demeke dirêj tunebû ku apê Feqîr bi dilpakiya xwe, bi germayiyeke kurdewarî, rasterast derbasî dilê mirov bibe. Her carê ji min re digot ku ew ne tenê ji Bakur e, lê ew ji rojavayê kurdistanê ye jî û bi taybetî ji Kobaniyê ye. Xwe didît wekî gelek kurdan ku ew ji hêla bav ve ji aliyê Sirûcê ye, lê ji hêla dê ve ji Kobaniyê ye û heta niha hemû xalanên wî li wir dijîn. Her çendî ku ew di ciwaniya xwe de wekî "Karkerekî mêvan" hatibe Almanyayê, da ku rewþa xwe ya aborî baþ bike, lê wî xwe bêhtir wekî kurdekî erkdar didît, xwe wekî nûnerekî berxwedana kurdan didît. Ji ber vê destê wî di yekem meþa kurdan de li Almanyayê hebû, wisa jî di avakirina yekem saziya kurdan de hebû û bi vî awayî keda wî ketibû nav hemû çalakî û bizavên kurdan li Almanyayê. Her gav behsa dijwariyên destpêkê dikir û astengiyên ku hem ji hêla rastgirên alman ve û hem jî ji hêla çepgirên tirk ve dihatin pêþiya kurdan. Ji min re digot:
- Heta destpêka salên heþtêyî qada siyasî ya Almanyayê di destên çepgirên tirk de bû û nedixwestin kurd bi serê xwe bên naskirin. Dixwestin em tim tev li wan bibin û di bin ala wan de derkevin kolanan. Lê me ev yek qebûl nekir û va ye tu dibînî, ew di bin siya ala me de derdikevin kolanan.
Tiliya xwe ya þehadetê ber bi eniya xwe ve bilind dikir û digot:
- Binêre, ev jî þûna derbên ku wan çepên tirk li me xistibûn. Lê dawî me bi ya xwe kir û ya rast jî ew bû.
Apê Feqîr bi doza xwe pir bi bawer bû û yek ji wan helbestvanan bû ku nivîsên wî û bîrûbaweriyên wî yên siyasî ji hev nedihatin veqetandin. Wisa jî bi dilnizmiyeke mezin behsa hin stiranbêjên kurd dikir ku bêyî wî bi nav bikin, helbestên wî dikirin stiran. Bi ken digot:
- Jixwe ev nivîsên min malê gel in, kî ji xwe re dibe û distirê bela bibe, ez ji wan aciz nabim, kêfa min tê.
Di þeva 13.11.2022'yan de li bajarê Kolnê, ji hêla Tev-Çandê ve, xelatkirineke biçûk ji Apê Feqîr re çêbû. Tevî ku xelatkirineke sembolîk bû, lê dîsa jî zêde kêfa wî pê dihat. Gava min daxwaza Weþanxana Avayê jê re got, ku ewê hemû berhemên wî li Kobanî biweþînin û ew wî di hezîrana bê de vexwendî festîvala wêjeya kurdî li Kobanî dikin, hêsir ketin çavên wî. Wan hêsiran þewt û janeke mezin xiste dilê min. Wê þevê dilê min hem bi Apê Feqîr, hem jî bi hemû helbestvan, nivîskar û kedkarên pênûsa kurdî, þewitî.
Kedkarên zimanê kurdî ku bê xelat, bê piþtgirî, bê xwendevan, bê xwedî û bê xwedan in.
Apê Feqîr jî yek ji wan bû. Ew ên ku xweþikbûna wan li ser sê stûnên hevgirtî tê avakirin, yek jê jiyana wan, ya dî nivîsên wan û ya dîtir helwesta wan. Apê Feqîr yek ji wan mirovên xweþik ên welatê min bû.
Digot, hezîranê emê bi hev re herin Kobanî, xwe hazir bike. Va ye hezîran tê apê Feqîr, lê tu ne li vir î, ji ber vê ez jî xwe ji tu tiþtî re hazir nakim. Em neçûn Kobanî, lê ez û ew "rêya Kobanî ya bi dar" emê bêriya te bikin.
Ew welatê ku tu ji bo wî dihiliyayî, wê bêriya te bike.
Ew nêrgizên ji peyvên te yên stiranan diweþin, wê bêriya te bikin.
Emê hemû bêriya te bikin Apê Feqîr, heta em hebin tuyê bi me re bijî.
***
Nûçeya Eleqedar:
- 'Pêþiya Malê' ji me re hiþt û çû