Piþtî 34 salan Mihemed Þêxo
Hinek hunermend hene dengê wan û muzîka wan pir xweþ e, lê ew wekî kes û wekî helwest dema mirov wan ji nêzîk ve nas bike, dihêlin mirov poþman dibe ku ew naskirine. Hinek jî berevajî wê wekî kes û helwest pir baþ in, lê ne deng û ne jî muzîk heye.
Hinek hundermend jî hene, ku ew ên wiha jî di dîroka miletan de pir kêm in, ku hem deng û muzîk û hem jî kesayetî û helwest hemû bi hev re di asta herî bilind de tên cem hev.
Asta takekesane: Mihemed Þêxo yek ji van hunermendan e, ku wekî kes hestiyar, dilsoz û dilpak û wekî helwest li her perçeyekî Kurdistanê para wî hebû. Li Rojava jiya û jê re stira, li Baþûr tev li þoreþê bû, ji bo alîkariya koma Berxwedan ya ji Bakur hat girtin û wisa jî zavayê Rojhilat bû.
Asta hunerî: Dengê Mihemed Þêxo dengekî wiha tije hestiyarî ye, dema mirov lê guhdarî dike, mirov dibêje qey ev hunermend bi êþa min dizane û ji min re li ser wê êþê dibêje. Ji ber vê min bixwe gava li piraniya stiranên wî guhdarî dikir, min dixwest ez bi tenê bim û kesekî din li cem min tune be. Ji ber ku hebûna guhdarekî din li cem min ez aciz dikirim. Min nedixwest ew xweþiya ku wê stiranê, wê hunera bilind dida, li min xerabibe.
Balkêþ e ku ev hest tenê li hember stiranên Mihemed Þêxo bi min re çêdibû. Ez bawer dikim, ne tenê ez lê gelek kes ji we jî heta niha bi van hestên cuda, yên cihê, li stiranên Mihemed Þêxo guhdarî dikin.
Serpêhatiyeke takekesane
Sala 1996’an yekem pirtûka mina kurdî “Mirî Ranazin“ li Bakur derket. Di nîsana/avrêla 1998’an de, yekem car ji hêla dezgehên bakurê Kurdistanê ve hatim vexwendin, da ku di sedsaliya rojnamegeriya kurdî de li Stenbolê beþdar bibim. Pê re jî wê þanogeriya mîna “Komara Dînan” ku ji hêla Teatra Jiyana Nû ya bi ser NÇM (Navenda Çanda Mezopotamyayê) ve bihata lîstin. Wê çaxê rojnameya heftane “Welatê Me“ û dû re jî “Azadiya Welat“ derdiket. Ji min xwestin ku em hem hunermend û hem jî siyasetmedarên Rojava yên ku bo Parlemana Sûriyeyê hatibûn hilbijartin, di rêya rojnameyê re bi xwendevanên Bakur bidin naskirin. Ji nav siyasetmedaran min hevpeyvîn bi gorbihuþt Hemîdê Hecî Derwêþ û Fuad Elîko re çêkir û hatin belavkirin. Nezîr Mustefa jî wefat kiribû. Ji hunermendan min bi Seîd Yûsif û Mehmûd Ezîz re çêkir û hatin belavkirin. Wiha jî her du vexwendin ji her du hunermendan re ji Bakur anî û ku li wir konser çêkirin. Li vir behsa Mihemed Þêxo hat kirin û ji ber ku wefat kiribû me wiha bi wan re li hev kir, ku em kasêtên hemû stiranên Mihemed Þêxo bigihînin wan û ew li Bakur û Tirkiyê ji nû ve bên tomarkirin û belavkirin. Ji bo mafê belavkirinê jî min têkilî di navbera wan û her du birêzan Kenan û Beha Þêxo de çêkir. Ji wî çaxî de stiranên Mihemed Þêxo bi awayekî berfireh gihîþtin ber destên guhdarên muzîka kurdî li Bakur û Tirkiyeyê. Her wiha ez bi dilxweþî bi nivîsê beþdarî amadekirina broþûrên kasêt û CD’yên wî bûm.
Ev karê ku bû ji serî heta dawî bê pilan bû, ji ber ku qada karê min nivîskarî bû û ne stiran û muzîk bû. Wiha jî min wekî bicihanîna erkekî ji bo xwe wekî guhdarekî stiranên xweþ yên Mihemed Þêxo didît. Her wiha armanca min a ewil û ya dawî jê ew bû, ku her kurd li her deverê ji çêj û tehma dengê wî yê hestiyar bê par nemîne. Kêm zêde jî ev armanc heta radeyeke mezin pêkhat. Nîþanên vê yekê jî hatina me ya cem hev ya îro ye.
Mihemed Þêxo, dibe ku feqîr jiyabe, dibe ku gelek qiriktehlî dîtibe, ez bi xwe bûm þahidê wê yekê ku ew ne tenê piþtî koçkirina dawî, lê di jiyana xwe de li cem xelkên me pir bi qedir û qîmet bû. Heta niha tê bîra min, gava carekê hat Amûdê çawa xelk bi hezaran bi gul û çepikan derketin pêþiya wî û ew bi hezkirin danîn ser serê xwe, heta ew gihandin cem mala ku hatibûyê.
Cihê xemgîniyê ye ku Mihemed Þêxo zû xatir ji zindiyan xwest û çû, lê ji bo me hemûyan cihê kêfxweþiyê ye jî ku “hemû adaran em wî hiþyarkin” û bi serbilindî û hezkirineke bê sînor bibîrbînin.
…………………………………….
Ev axaftin di 34’emîn salvegera koça dawî ya Mihemed Þêxo de, ku li bajarê Bochumê Almanyayê 11.03.2023 çêbibû, hate xwendin.
***
Ji bo guhdarîkirinê: