Anatomiya Fermana Dîtiran
“Difikirim wê çaxê di tarîgewriyê de siyek im.”
Belê Varjabed karakterê vê çîrokê di tarîgewriyekê de Siyek...”
Di çîrokên çîroknûs Amed Çeko Jiyan de pirtir ez ê li ser çîroka Varjabed bisekinim, çimkî derûniya mijara vê çîrokê û karakter û ewrê li ser atmosfera vê çîrokê xwe li ser bedena hemû çîrokan rapêçaye, çîrokên din di binê kincên vê çîrokê de hatine nixumandin. Yanê desthilatdarê vê pirtûkê û çîrokan çîroka Varjabed e. Loma min giranî da dahûrandina vê çîrokê...
Di pirtûka Amed Çeko Jiyan a bi navê “Varjabed” de analîza civakên bindest û civakên dîtir wekî tabloyekê li ber dîwarê çavên me hatiye darvekirin. Hûrgiliyên rihê qodên civaka xwe û ên dîtiran wekî tayê rîs verêsiyaye. Mijarên çîrokên me piranî li ser gelên bindest in. Nivîskar mijarên çîrokên zordariyê, desthilatdariyê û zilmê vehûnaye. Çîroknûs serê xwe bi çîrokan re êþandiye, her wiha carinan di çîrokên xwe de bi ziman û þêwazeke îronîk û zayendî civaka xwe di moxila hiþê xwe re borandiye, carinan jî bi þêwazeke rasteqîn berbiçavîn kiriye. Ji hêla zemên û mekanan ve çîrokên me bîr û bîranîn, zemanên borî ne, mekan guherbar in li gor her çîrokan heman demê ji bo zemên jî wiha ne. Ango zeman û mekan li gor çîrokan guherbar in. Her wiha nivîskar di çîrokek xwe de behsa serpêhatiyên karakterê xwe ên zanîngehê dike. Di çîroka zanîngehê de karakterê me Laser e. Laser karekterekî naþî ye. Ango ji hêla hiþ û aqil ve nekamil e, karakterekî li ser tiliyên lingan dimeþe. Tevgerên Laser xavî û naþî ne, bi heyecan û bi hestên kalik tevdigere, çimkî heyecana zanîngehê û bêhna azadiyê stendiye loma xwe li her cureyên hunerê radikêþîne. Karakterekî xwîngerm e, sedem zanîngeh e, jiyaneke nû û serpêhatiyên nû ne.... di gelemperiya çîrokan de mijar zanîngeh, zayendî, bindestî, zordarî, desthilatdarî, ferman û qirkirin in. Her wiha di bêjinga çîrokan de têra xwe xewn û xeyal jî serdest in. Hin çîrokan berê me bi salên 1993'an ve dikir, berê me bir dema erebeyên Torosan û kujernediyaran (faîlî meçhûlan), berê me carinan dibire serdema Þêx Saîd û dema qirkirina fermana fileyan loma çîrokên dîrokî hatine nivîsîn. Nivîskar wekî gêrikan bîr û bîranînên me xurandiye, bîr û bîranînên me hiþyar kiriye-dike, dikole û ve-dikolîne. Haya me ji dîrokê dike, ronahiya projektora tarîxê diteyisîne ser dîwarê bîr û bîranînên me, em li sînevîzyonên gelên bindest û dîtiran temaþe dikin, em dibin karakterên çîrokê û em û karakter pev re derûniya wê demê dijîn. Erê nivîskar berê projektora me bi dîrokê vedike û dibêjê, ka em li sehneyên bîr û bîranên xwe ên trajîk binêrin:
“Du fileyan li paþiya Quleteynê serê çar Feqiyên ciwan jê kirine... li paþiya Quleteynê, sê fileyan pênc Feqiyên ciwan bi darekê ve girê dane, don bi ser wan ve rijandine û bi saxitî, tevî kitêbên wan agir berdane wan... li paþiya Laþê Sor, zimanê sê Feqiyên ciwan hilkirine, kitêbên wan dakirine nava agir û gotinê bila Mihemedê wê bi hawara we ve were.”(rp, 18)
“Huner, bixwe þêweya heqîqetê ye. Huner, ramandinek e. Berhemên van ramanan rasteqîn in"
Belê dema em li paragrafa xwe dinêrin, nivîskar hunereke agirê wê jî heqîqetê û ji rastiyê dinizile berbiçav kiriye. Esas anatomiya þer û etîk û heqîqeta þer bi þêweyeke hunerî raxistiye da ku em jî binêrin. Nivîskar ehleq û etîka qirkirinê û helbet ehleq û etîka olan a rastîn kola ye û vekolaye da ku haya me ji reseniya olan çêbibe. Heger nivîskar wecê qermiçî û kîrê çilmisî jî ber þer û qirkirinê bi awayekî hunerî berbiçav kiribe ev tê wê wateyê ku nivîskar hunera ramandinê û heqîqetê li ber çavên me raxistiye. Îcar dema em li paragrafa xwe dinêrin, em rasterast anatomiya trajediya qirkirin û trajediyeke barbar dibînin helbet nivîskar behsa heqîqetekê dike. Dema min ev paragraf dixwend, dema Seyîd Riza, Roboskî û dema Hîtler û “Bîranînên Deftera Anne Frank” û tabloya Pablo Pîcasso a bi navê Guvernîca hatin bîra min, belê vana tev qirkirin û komkujiyên trajîk yên bindestan e. Nivîskar trajediya dema fileyan li ber çavên me raxistiye. Wê demê dewleta Romê û Ûris ji kurdan re digotin, vana ne misilman in, qetla wan helal e, heke hûn wan biqelihîne emê xweseriyekê bidine we, yanê Romê û Ûris digotin wan qetil bikin emê hêla Serhedê û deredora wê xweseriyekê bidin we, helbet ji xapandinekê bêtir ne tu tiþt bû, ango herdu dewletên dagirker û xapînok kurd û file bera ber hevdu dan û di destê her du hêlan jî vala man... “Nezanî ji zilmê jî xirabtir e”. Welhasil herdu dewletan jî bi kurdan û fileyan lîstin... Nivîskar bîr, tarîx, bîranîn, trajedî û qirkirin di sînevîzyona hiþ û aqilê me de ji nû ve zindî kir û kiriye... Nivîskar tabloya “Filenîca" verêsiyaye. Tabloya “Robosîca" boyaxkiriye, tabloya “Dîtirnîcayan” boyax kiriye. Çawa ku li Roboskî qirkirin pêk hate, çawa ku li Spanyayê qirkirin pêk hate, çawa li yahûdiyan qirkirin pêk hate heman tiþt hate serê fileyan jî, loma miletên ku min behs kir esas em hinekî diþibin hev, nivîskar tabloya me giþan verêsiyaye û boyax kiriye. Qewimînên ku em behs dikin giþ rastîn û rasteqînin. Çîroknûs rastîn û rasteqîniya trajediya tarîxa bindestan û dîtiran berbiçavîn kiriye. Çawa ku Anne Frank jiyana wê rasteqîn be û bi çavên serê xwe êþa gelê xwe dibîne, Varjabed karakterê çîroka me jî bi çavên serê xwe êþa gelê xwe dibîne. Çawa ku Varjabed karakterekî ji hêla sosyopsîkoanalîtîk ve rûxiyayî be, Anne Frank jî karektereke rûxiyayî ye. Loma çîroka Anna Frank û Varjebend çîrokên dîrokî yên rasteqîn in. Çîroka karakterekî file yê têkçûyî ye. Belê Varjabend xwe ji vê qirkirinê rizgar dike, lê belê hiþ, aqil û rihê wî hatiye hefskirin û qirkirin. Karakterekî pirhêlî ye, karekterekî tenê laþê wî heye lê rihê wî tune ye, di hebûn û tunebûnê de tuneyî ye. Karakterekî bi awayekî paradoksal û sosyopsîkoanalîtîk ve têkçûye. Çimkî tenê laþê wî dijî, rihî wî mirî ye. Rihê wî têkçûye, li dijber heyatê li dîwarê derûniyeke têkçûyî ve qewimiye, derûniya karakter hatiye rûxandin ji ber zilm û trajediya hatiye serî wî û li gelê wî, bi her awayî ve têkçûye, mînak:
“Ev bihevþabûna bêdeng pir nedomiya; Nûnûfarê kirasê xwe yê zirav heya navtenga xwe kiþand û li ser zikê Varjabed rûniþt, Varjabed jî kirasê wê bi temamî jê kir û digel êrîþên tiliyan, bi lêvan çûn hev. Nûnûfarê destê xwe ji paþ ve di nav lingên Varjabed de gerand, bi lêvên kenoke got: “Va ye rewt bûye.” Ji bo çavên wî yên çilmisî ku wekî bizdiyabe fire bûbûn nebîne çavên xwe girtin “(28)
“Di destekî de gûzan, di destê din de kîrê wî yê qermiçî û fisiyayî ku di her bihevþabûnê de bi êþê laþê wî desteser dikir, ferman dianî bîra wî, vegeriya rojên fermanê. Qîrînên jin, pîr û zarokên ku wekî berxikên qurbanê dihatin qirkirin di guhên wî de olan didan.”(29) Belê karakterê me Varjabed di dema hevþabûnê de jî grotesk û xewnereþk dev jê bernade, karakter bûye bindestê hiþ û aqilê xwe yê têkçûyî, hiþ û aqil û hestên karakterê me desthilatdariyê li beden û rihê karakter dike. Hilm lê çikandiye, fetisandiye û nikare ji þikefka tarî derkeve, hundirê serê karakter bûye hêlîna mozan, bûye kewara mêþhungivan, dixilxil e, bûye qul û kewara morîstanan dev rîçalokên û goþtên mejiyê wî dikin. Loma Varjabed karakterekî hefskirî ye. Mejî hatiye dagirkerin, hemû tiþt lê herambûye, sedem helbet trajediyên ku bi çavên serê xwe dî ye. Ji ber trajediya hatiye serê wan û serî wî bayê tirs û xofê, neçariyê hundirê serê wî dagirkiriye. Zayendiya xwe jî nikare bi rihetî bike, adeta hatiye xesandin belê mejî jî hatiye xesandin loma nikare hevþa jî bibe. Belê fermana li Varjabed û li gelê wî hatiye kirin bûye sedem ku Varjabed bibe karakterekî hîç û pûç. Ji teref heyatê hatiye pûçkirin, tunekirin û windakirin, lê nivîskar bi saya vî karakterî pûçkirin, windakirin û tunekirina wî wegerandiye hebûnekê, sî vegeriya ser laþê xwe û hebûn avakiriye, asîmetriya Varjabed veguheziye simetriya xwe ya resen, bi vî awayî nivîskar Varjabed û gelî wî heyî kiriye. Ji pûçbûn û tunebûneke li ber windabûnê heyî kiriye. Nivîskar kîrê pûçbûyî, wecê çilmisî û kîrê çilmisî jî xwestiye bêje, Varjabed bi her awayî hatiye rûxandin û xesandin, rêjeya ferman û qirkirina miletekî û tesîra li ser wan kiriye bi awayekî absurd, derûnî û fetîþîst bîne ziman. Esas nivîskar derûniya karakter a psîkoanalîtîk ya þexsî ber biçav kiriye. Derûniya ku hatiye rûxandin. Varjabed karekterekî hebûneke ontolojîk a þikdarîn û þikestî ye. Varjabed karekterekî esasê xwe ji hebûneke ontolojîk a dudilîn werdigire. Varjabed bi awayekî psîkoanalîst karakterekî dabeþkirî ye, hatiye dabeþkirin, rihekî û kesayetekî perçeperçebûyî ye. Bi kêreke ko hatiye dabeþkirin derûniya wî Derûniya Varjabed hebûna wî dagirkiriye. Hebûn û heyînekî têkçûyî û rûxiyayî lê belê bi saya vî karakterî nivîskar karakterek û miletek ji nû ve avakiriye, hebûneke ber bi wendabûnê ji nû ve avakiriye...
Sûdwergirtin:
Alain Badiou, Baþka Bir Estetîk, Metis