KORERÊYA VEBÊJ
Nivîskar Brahîm Ronîzer di berhema xwe ya bi navê "Korerê” de piranî li ser atmosfera têkiliyên dîtiran, têkiliyên desthilatdaran û bindestan sekiniye. Her wiha çîroknûs atmosfera heyateke reþ û spî a ku bêwatebûnê diresimîne ji me xwendevanan re eþkere kiriye. Bi giþtî çîrokên nivîskar li ser dîwarê hebûnê hatine avakirin. Bo vebêj hebûn di çîrokan de rizgarkirina rihê bindestî û azadiya takesî ye. “Hebûn li gor Freûdî derhiþî ye, derhiþî jî ontolojîk e. Lê Lacan dibêje, hebûn û nebûn ne meseleya derhiþiyê ye, derhiþî asas nepêkhatin e.” A ku di mirov de ava nebûye ne hebûn e, nepêkhatinbûn e. Heke pêkhatin pêk were dê hebûn jî pêk were, bi awayekî psîkoanalîst û felsefîk de, pirsgirêka bindestan ne hebûn e an jî nebûn e, pirsgirêka wan nepêkhatinên wan in, dema wan nepêkhatinên wan pêk were dê hebûna xwe jî ava bikin. Lê pêkhatinên mirov ji derhiþî tên, hatina hin tiþtên derhiþî xetere ne, ji ber ku rastiyê di xwe de dihebîne talûke ne, jixwe rastî her daîm talûke ye. Çimkî derhiþî bi xwe bingeha wê rastî ye, heman demê hebûn rasteqîniyê diteyisîne. Loma nivîskar di çîrokê xwe de têkiliya rastiyê, hebûnê û nepêkhatinên bindestan giþ bi saya karakterên xwe yên zarokan ji me re vebêjiya ye... Welhasil çîrokên me di bin konê du serenavan hatine komkirin û vehûnandin. Serenavê ewil yê çîrokan “Korerê" ye, serenavê duyem jî “Wêneçîrok" e. Yanê hemû çîrok di bin konê van serenavan de hatine tevnesazkirin. Çîrokên me piranî kurteçîrok in, kurteçîrokên vebêjiya kesên sêyem, monologan û hin karakteran e. Lê bêtir vebêj û monologan serdestî li metnê kiriye. Helbet em nikarin yeko yeko çîrokên xwe rexne bikin, lê em dikarin gelemperiya çîrokan di aþê dil û hiþên xwe de biborîne. Di çîrokan de monolog, bêwateyîna heyatê, felsefe û vebêjiya nivîskar serdestî li çîrokan kiriye. Her wiha di mijarên çîrokan de bindestî û nijadperestî jî serdest in. Mînak ji çîroka me ya ewil a bi navê “Rêka Dibistanê" ye.
Em kurtasî behsa vê çîroka xwe ji we re bikin, karekterê vê çîrokê Elîko û Sînemê ye. Mijara van karekteran bindestî û nijadperestî û ziman e. Nivîskar desthilatdariya dewletê bi rêya otorîteya mamostê dewletê aniye ziman, di çîrokê de dewlet mamoste ye, nijadperestê dewletê jî mamoste ye. Ango sembol û nîþana dewletê bixwe ye. Dewlet bi rêya dewleta xwe ya biçûk (mamoste) zarokan, çand û zimanê wan dejenere dikin. Hebûna xwe li ser nepêkhatinên bindestan ferz dikin. Asas di vir de otorîte nexweþ e, hebûna otorîtê bi awayekî paradoksal nexweþ e, ger ne nexweþ bûya hebûna xwe li ser hebûneke din ava nedikir. Desthilatdar (mamoste) di vir de nexweþ e. Hebûneke nexweþ e. Ev þêwazeke hiþmendî ye, ne ku hema çawalêhato ye, bi pergal, rê û rêbazîn e. Rêbaza mejîþûþtinê ye. Mînak ji çîrokê û nijadperestiya mamoste ya li ser zarokan:
“Mamosta du sê caran navê gund pê da dubarekirin, paþê navê gund ê tirkî pirsî. Elîko heta bersivek dida, pir difikirî, li rûyê mamosta nedinêrî. Bi vê pirsa dawî bêdeng ma, di bin çavên xwe re li zarokên ku li cihên xwe rûniþtî ne û bi meraq li wan û mamosta temaþe dikir, nêrî. Wekî ku alîkariyê hêvî bike. Bi dubarekirina pirsê re Elîko got ku ew tenê vî navî dizane. Mamosta jê xwest ku navê gund ê tirkî hîn bibe û careke din ku navê gundê wan pirsî welê bibersivîne. Li gor mamosta ew der Tirkiye bû û her kesî divê navê gundê xwe bi tirkî bizanîbûya.(Rp-11)” Dema em li çîroka xwe dinêrin, em têdigihîjin nivîskar xwestiye bi saya karakterên xwe yên zarok bindestiyê û desthilatdariyê nîþanî civakê û me bide, rê û rêbaziya asîmîlasyonê bi destê mamoste bi plansaziyekî hiþmendî têyî meþandin. Bi kurtasî li welatê me dejenerebûna ku li dibistana têyîkirin li tu ciyê din nayên kirin. Hemû dibistan asas hefsa bindestan e. Hefsa hebûna bindestan e. Rihê wan, zimanên wan, çanda wan têyî hefskirin û jêbirin. Dibistan mejîþûþtin û rihþûþtina çand û ziman e. Mejîþûþtina hiþ û aqil e. Nivîskar mejîþûþtina çand û zimên destnîþankiriye. Dibistan zindana rih e, zindana her tiþtî ye. Nivîskar ev zindana wekî tabloyekê bi dîwêr ve darvekiriye da ku em bindest li rewþa hebûna xwe û hebûna zimanê xwe binêrin bê çawa mejiyê miletekî têyî þûþtin... Her wiha nivîskar di gelek ciyên çîrokên xwe de ji dewsa karakterên xwe aforîzmayên felsefîk bikartîne. Mînak in:
“Nefret kaniya wêrekiyê ye.”
“Sekaniya hundir acîzker e, tevgerîna derve acizker e. Her kes bi yekî/e din re temam dibe, her kes bi yekî/e din re kêm dibe. Cenet jî, cehenem jî yên din in. Sartre, cihê te quncika cenetê be.”
Dema em li gotinên xwe dinêrin em têdigihîjin nivîskar çîrokên xwe bi tayê felsefê vehûnaye. Jixwe ji piraniya çîrokan bêhna felsefê û dilsariyeke ji heyatê sarbûyî ya serdest jê dihatin. Çîrokên me rêkor e û rêasê bûyî ne, heman demê korerêyeke hundirîn a monologîn û vebêj e. Vebêj korerêyeke bêwateyîn a ku meriv nizane ka dixwaze bibêje heyat bêwate ye, an jî vebêj bi xwe heyatê bêwate dibîne, meriv tam jê dernaxîne. Yanê reþbîniyeke xumamî li dar e. Xumamiya rihê monologan, karakteran, vebêj û vebêjan berê mijar û metnê diyar kirine. Yanê vebêj û karakter û monologan serdestî li mijarên xwe kirine. Carinan mijar serdest in û carinan jî karakter serdest in, lê temamiya çîrokan de mijar bindest mane. Nivîskar zor daye gotinên karakteran û da ku mijarên felsefîk jî devê wan derên... Nivîskar karakterên xwe bi felsefîk vehûnaye. Hiþ û aqilê wan bi werîsê felsefê vehûnaye loma nivîskar bûye desthilatdarê karakterên xwe û karakter jî bûne desthilatdarên mijarên xwe...
Çîroka “Gora li hêviya mirina xwe” çîrokek trajîk û felsefîk e. Kesên mirî bi hevdu re diaxivin û ji hev du re behsa cîrantiyê dikin. Her kes dixwazin kesên baþ bêyî cîranên wan pirtir jî dixwazin þervan bêyî cîranên wan... welhasil vebêj miriyan diaxivîne. Vebêj di ciyekî çîrokê de hevokek wiha “mirî ranazên” bikartîne, herhal dixwaze peyamekê ji nivîskar Helîm Yûsiv re biþîne. An jî îroniyek li dar xistiye. Talî vebêj bi zimanê miriyan diaxive, ango mirî di gorên xwe de nîqaþên cihê dikin. Felsefeya miriyan û têkiliyên miriyan berbiçav dike. Bêhna felsefê û bêwateyîna heyatê ji vê çîrokê jî tê. Jixwe bi qalîte ye ev çîrok û cihê ye. Çîroka pirs û lêpirsînan e, çîroka lixwehayêbûnê ye. Çîroka hebûn û tunebûneke felsefîk û têkoþîner e. Hebûneke þoreþî ye. Asas mirin hebûn e. Mirin ne tunebûn e, jiholêwendabûn e. Berevajî serîrakirina hebûnê ye.
Her wiha nivîskar di çîrokên xwe de behsa hin nivîskarên dinyê dike. Di çîrokên xwe de cî daye gotinên Samûel Beckett û Cîoren, wekî em dizanin, mijarên wan nivîskaran jî felsefe û bêwatebûna heyatê diteyisîne. Yanê nivîskar lihevanîna çîrokên xwe û ramanên van nivîskaran bo ku beloq nesekinin, ekleke di heman felsefê de çîrokên xwe vehonane... Bi taybetî em dikarin wiha bibêjin ku nivîskar di hin çîrokan de serpêêþandin li dar xistiye, hin çîrok jî ne wiha ne, lê mejîþûþtin, mêtingehî û bindestî bi þêwazeke eþkere aniye ziman, di çîrokan de ziman û þêwazeke sade hatiye bikaranîn, mekan û tevnesaziya çîrokan û rêzebûyerên çîrokan jihevdu cihê hatine tevnesazkirin. Mekanên razber û þênber hatine bikaranîn, ji hêlê demê ve jî wiha ne him þênber û him jî razber in...
*
Sûdwergirtin
Jacques Lacan, Psikanalizin Dort Temel Kavramý, metis