Gelo ev “bêqewlê” li kî derê ye?
Berê ‘gotin’ hebû, paþê deng jê peyda bû. Gotin, bû kana derbirînê. Bi rêya derbiranê me derd û mereqa xwe da der. Li gorî derkirina derd û meremê jî me cîhanek ji xwe re ava kir. Hizirên me bû xet û pejanên sînorên vê cîhanê û hestên me jî dengvedan, rengvedan, bêhnvedanên vê cîhanê kifþ kirin.
Heke hesta “mereqê” me nas nekiriba, belkî roja hevroj em qet û qet ji wê þikefta ewil a jiyana xwe qet û qet çar bihost û sê tilî jî biwêdetir neçûbana. Mereqê em hiþyar kirin û xistin dû “nasînê” hindî me nas kir em bêhtir bi tîhniya wê hesiyan û bêhtir li dû asoyên nû ketin.
Çu carê vê dinyayê; jiyan û jiyara wê, hizir û xeyalên wê têra me nekirin û her çavên me li “stêrkên” dûr ketin; aya li wirê çi heye? Paþê pirsan pirs xudan kirin û me qonaxa navbera xwe û stêrkan kire çar tilî û sê bihost.
Niha ez li “bêqewlê” me. Bi “rêka evrazî” hatimê û bi “rêka niþîvî” daketimê. Wa ye “bilbil” ji kezeba xwe re distrên keser û kovana min: “Ez watenan” dixwazim. Bêhnek dî li wir asê dibim û vê carê ji “watenî” bêhîvî dibim.
Paþê jî ez di vî welatê bi navê “Pêrok” ku di çu nexþeyan jî nîn e, hâr dibim rêka “berwarî”, va ye ez wesfên “wî berwariyî didim; “berwarî bi dar in” di nav rêl û daristanekê dimeþim. Paþê rûperiyek derdikeve ber rêya min: “Rûkên te sor in, xal wê jê dibarin” ez teswîra wê dikim û wê nas dikim. Lê paþê jê re dibêjim here bela xwe ji min veke: “Tirsim bigezim..”
Ev ravekirina çend bendên strana “Pêrokê” ne.
Bêguman, heqê we heye ku hûn welê bifikirin û bibêjin, ‘ev tenê þîrova te ye” ez dengê we heçku dibihîzim ku hûn þerhekê datînin ber vê ravekirinê û dibêjin, “hêdî bajo!”
Helbet, ez neþêm çu delîlan bibînim û bibêjim “îla ev îdîaya min rast e” lê ez dikarim vê bibêjim, wekî me gotî çu hestiyê zimanî nîn e û hukmê hizirtêkirin û xeyaldanînê jî heta sînorên gerdûna xeyalmendiya mirovî dikiþe. Mirov neþêt îspat bike lê diþêt heta ji mejî bêt xeyal bike. Wekî zanayê naskirî Albert Einstein jî amaje pê kirî, “her tiþtê tê ser tevnê xeyalê rastiyeke xwe heye. Her xeyal li ser rastiyekê ava dibe.”
Îjar em jî berê xwe bidine vê rastiya xwe.
Rêbaz, bo destnîþankirina hin tiþtan rênimayeke girîng e û heta mirovî rêbazeke xwe nebe, mirov gelek caran dê nikaribe “zîro û danî”, “dasî û arvanî” ji hev bitefsilîne/ bivavêre û bibijêre. Bijartin, bazeberên rêbazî datîne ber mirovî ku mirov bi bisteh tê re bimeþe. Meþ û berdewamîdan, pêþveçûnê bi xwe re tîne. Ku liv hebe, biv jî lê heye. Livîn bizavê li dû xwe tîne.
Hêjayî gotinê ye, exlebe di stranên kurdî de, “bend” dubare dibin û gava dubare dibin cara yekê, navê cihî yê resen tê gotin; cara tê dugîsnekirin jî “raveya wê” tê gotin.
Îja heke vegêr/bêjer behsa rûdaneke diltezîn bike û ji wî warî –ku mebest li ser e- êþiyabe, kerb û rika xwe di “ravkirinê” de dide der, mîna:
Ez çûme Mûsilê çi xweþ war e/ Ez çûme xopanê (Mûsil wekî xopane tê pênasekirin di cara duyê de) (..)
Heke dengbêj bi vî warî dilxweþ be, te dî got: Ez çûme Wanê berda deþt e/Ez çûme avayê (dixwaze Wan tim ava be) (..)
Êdî piranî ji bo neyînî û bûyerên dilþewat, raveyên mîna “wêranê, xopanê, biþewite, malîwêranê, xirabê, nemayê” tên gotin.
Ji bo dilxweþî jî piranî “rengîn, mîna Ameda rengîn; delal, -Zaxoka delal, ava, avayê” tên gotin.
Vê carê em bala xwe bidine ser strana Pêrokê.
Em çûme “Pêrokê” rêka evrazî/ Ez gihîþtime “bêqewlê” rêka evrazî
Min dûvçûnek ser navê Pêrokê kir. Tu warekî bi vî navî tune ye, ger hebûya qet çi þik tê de nîn in ku di benda ducare de dê dengbêjî bigota “Ez gihîþtime avayê/xopanê/wêranê/ û her wesfek dî ku ji bo warekî bê bikaranîn dê bi kar aniya. Lê na! Ebed.. Li vir navê “Pêro” –ku heman wext navê komestêrkekê ye- bi “ravekirina” –bêqewlê” tê teswîrkirin.
Ka kî dikare bibêje, welê nefikire ku ev bêqewlî” amaje bi “ger û geþteke di asta astral” de nake! Çimkî gelek ron û aþkere ye ku di vir de, “qewil” nemaye, zeman tune ye. An jî zemanê wir û zemanê vê dinyaya me ku dengbêj wekî “waten” bi nav dike, hev nagire. Zemanê li Pêroka bêqewl û zemanê li “watena bêjerê” me, du wextên ji hev cihê ne û bi ser hev ve nayên.
Xuya ye, þairê me dema çûye stêrka “Alberanê/Pêro” heman wext, aliyekî wî, li vî “watenî” jî asê maye û bîra vê derê dike.
Gava bîra vê derê dike heman wext li pêla wê derê jî hiþê xwe bi ser hemdê xwe de ho dike û xwe sê bihost û çar tilî ji kinarê dilî dûr dike û dibêje, “bilbil dixwînit hewar û gazî” û bi vê pênaseyê spehîbûna wî warê bi dar û ber, bi bilbil û þalûl, belkî bi kanî û robar jî tîne ziman.
Ne tenê li wirê, ev hene; mirov jî hene. Heta wesfên wan jî, “rû sor in, xal diperinê” xuya ye, gwînê van candaran piçekî ji me mirovên vê dinyayê cudatir e û “xal û nîþanên ser dêm û laþê wan” li bedewiya wan zêdetir dike. (helbet bi çavên þair û dengbêjê me yê Pêrokdîtî)
Bêqewl, hevnekirina zemanî ligel têrnekirina demê jî tê û gava qewlê te û qewlê wir neçûn ser hev, ambiyansek pêk nehat, tu derkinar dibî.
De ka kerem kin, em þêlekê pêkve biçin Pêroka bêqewl û ji vê dinyaya ku ji me “kurdan û bextê me re” timî tim “bêqewl e” xilas bibin.
Ez diçime Pêrokê, rêka evrazî/Ez diçime bêqewlê, rêka evrazî
Bilbil wê dixwînit, hewar û gazî/ ey jaro dilo, watenan dixwazî
Kî dizane, belkî “waten” jî mîna “pêrokê” her navê warekî ji wan warên sê bihost û çar tilî doranên dilî; çar bihost û sê tijî li çerxûfeleka ruh û giyanî bit!
Ev dinya sindoqek derî qufilkirî, hezar hezar raz û nepenî tê de kitirî
Kî dizane di navbera ‘Pêrok û Watenê’ min û te çend umir, donedon kirî
Çend qewl û qiyas, çend mirin û jiyan pêkve pîr kirî û pêkve jibîrve kirî
Wa ez diçim Watenê Pêrok di ber de
Wa ez diçim Pêrokê Waten bi ser de
Were dest bide dest, dil bide ji dil de