Keprokan çêkin ji þaxêt beranan
Ez ê di vê nivîsê de li dû bayê zozanan biçim û li dev gerên þîn, li rex coya avên kanî û ber keviyên befrê deynim û keprokekê ji xwe re çêkim.
Ji bo tu biþêy keprekê çêkî, ji te re çend dar û ber, çend tevþ û telaþ hebin bes e, lê ev keproka me dê ji þaxên beranan be, heke na, çênabe. An þaxên beranan an jî bimîne ber gijlok û baranan.
Îja em bên ser esasê pirsa xwe.
Tê zanîn heçî em kurd in, em civateke berbelav in û hindî çand û þêwazê jiyana me pir bi çilq û ta jê çûne û berbelave bûye.
Em kêm xwe dinasin heta em ev nifþê nû, gelek kêmtir xwe nas dikin. Yên berê, bi awayekî zanayî nebe jî, bi awayekî xweristî civak û dab û teqalîdên wê heta astekê nas dikir. Lê em ji wê jî bêpar in.
Niha ez radibim, her tiþtî ji nû ve nas dikim. Ji nû ve þîrove dikim û dixwazim xwe têbigihînim ka çi çi ye.
Kepir, cure avahiyên herî kevnar ên mirovan bûne. Piþtî mirov, li ser rûyê erdê belav bûne, berî xaniyan ewilê kepir çêkirine û tê de hêwirîne. Em dizanin ka kepirk çi ye lê kepirka/keproka ji þaxên beranan li me dibe pirseke ecêb?
Gelo çawa ji þaxên beranan keprok tên çêkirin?
Erê, di efsaneyên de hatiye ku ji þax û diranên filan, ji parsûyên hêþtiran keprok bêne çêkirin, lê þaxên beranan?
Ma þaxên van beranan çend mezin bûne? An nexwe ew þax, tenê wekî sembola êlê, li ber keprokê re kîp dikirin û xurtaniyan xwe pê nîþa didan?
Mirov diþêt çend pirsên wisa bike û bixwaze meseleyê zelal bike.
Beran, di hemû têgihîþtin, mîtolojî, efsane û bîreweriyan de sembola serkêþiyê ye. Beran, serkêþî û zîrektiyê tîne ser ziman. Ew keproka þaxê beranan berve kiribe, tê wê maneyê ku xwedanê wê yekî pêþhatî ye, giregir e.
Da biçîne zozanan dilo yemana Xwedê
Keprokan çêken ho yeman ho yeman
Ji þaxêt beranan dilo yemana Xwedê
Qifla ser memikan ho yeman ho yeman
Veken bi didanan dilo yemana Xwedê
Wekî di benda stranê de jî hatî, stranbêjê me yê dilter û xwîngerm dixwaze li ber keproka xwe þaxên beranan daçikilîne û belkî jî dixwaze bibêje; li keprokê em tovê beranan bireþînin piþtî me qufil bi didanan vekir.. Yanî xuya ye, daxwaza zarokê kurîn dike da ku hukmê wî li darê dinyayê bigerîne.
Welhasil, miletên wekî me ku bo pawanê nivîsê gîro bûne û dereng mane, her tiþtê xwe li paþstûya strana reben bar kirine û hemû þifre û kodên jiyana me ya arkeîk div an gotinên piþt stranan de, miraz û meqsedên wan ên veþarî û nixaftî de çal kiriye.
Ji bo em ji wê çalê qurtek ava heyatê bihilînin divê em jî kêmî kêm qasî wan zîrek û desthel bin.
De ka em bi benda dî ya stranê xatira xwe bixwazin:
Da biçîne kêriyan dilo yemana Xwedê
Keprokan çêken ho yeman ho yeman
Ji þaxêt nêrîyan dilo yemana Xwedê
Qifla ser memikan ho yeman ho yeman
Veken bi tilîyan dilo yemana Xwedê
Heta nivîseke dîtir
Dilxweþ bin hê çêtir