Mane tu kurd î, naxwe normal e bavê min
Tu çi li vir rûniþtiyî, diponijî û behsa gotinên mezin û bê wate dikî bavê min? Geh tuyê behsa mafê mirovan bikî, geh tuyê behsa mafê çarenûsî yê gelan bikî. Geh tuyê bêjî Emerîka, geh Rusya, geh Ewropa, geh nizanim kê, bi me re xiyanet kiriye û xwedî li sozên xwe derneketiye.
Ev çi pitpita te ya vala ye bavê min?
Mîna gêjekî ku þev lê geriya be di nav sûk û bazarên siyasetê de li dora xwe þaþmayî dizîvire li te hatiye. Normal e bavê min, madem tu kurdî û bê dewletî normal e. Her tiþt normal e. Berî ku tu ji min bipirsî û bêjî çima, ez ê bersiva te bidim.
Tu tim dibêjî ez netew im, çima cihê min di nav "Yekîtiya Neteweyan" (UN) de tune ye. Normal e, ji ber ku ev rêxistin yekîtiya dewletan e û tu jî bê dewletî, tuyê bê cih bî li wir. Ez ya qeþartî ji bavê xwe re bêjim:
- Mane tu bê dewletî naxwe normal e.
Wekî din, gava li welatê te di teqînekê de bi dehan kurd bên kuþtin, serokên dewletan li hemû cîhanê serxweþiya serokekî kurd nakin. Ew serxweþiya serokê dewleta ku welatê te girtiye bin destê xwe, dikin. Dema rojnamevanek tê û dipirse hûn çima wiha dikin, dibêjin ew dewletan tenê muxatebên xwe dibînin. Tu jî bê dewletî, tuyê çawa ji wan re bibî muxateb?. Ji ber vê normal e gava sed kurd bên kuþtin û birûskên sersaxiyê ji serokê serdestê te re herin. Dibe ku wî bixwe ew kurd dabin kuþtin, dîsa jî normal e. Yê xwedî dewlet ew e û ne tuyî. Madem serokê dewleta tu lê dijî ew e û tu bixwe bê dewletî normal e bavê min. Divê tu xwe ji ber van tiþtan aciz nekî.
Gava tu bi zimanê biratiyê mafê xwe dixwazî, normal e ew qerfên xwe bi te bike, ji ber ku wî ew maf bi devê tivingê ji te stendiye û ne bi zorê be wê nede te. Lê gava tu jî bi devê tivingê û bi zorê mafê xwe dixwazî, normal e ewê te wekî terorîst binavbikî, ji ber ku tu bê dewletî û tu çekan li hember dewletê hildidî. Wisa jî normal e dema ew te wekî terorîst nîþan bide, hemû dewletên hevalbendên wî te terorîst nîþan bidin. Wisa jî xwîna te ne tenê li welatê te, lê li hemû cîhanê helal dibe û her kes li herderê dikare te bigre, te bikuje, te erzan bifroþe, normal e bavê min. Her tiþt normal e.
Wisa jî welatekî wekî Almanya yan Swêd di þeveke tarî de û dûrî çavên kamîreyan dikarin te mîna berxikekî ber kêrê transferî "dewleta" te bikin û te bidin dest desthilatdarên wê dewletê. Dema tu biqîrî û bibêjî ez kurd im û welatê min Kurdistan e, ewê bi xwîneke sar li te vegerînin. Erê, lê ka ji me re bêje di pasaporta te de çi hatiye nîvisandin û navê kîjan welatî li sere. Mebesta wan dewlet e, tu ayidî dewleteke din î ku ne peyva kurd û ne jî peyva Kurdistan tê de heye. Tuyê neçar bimînî serê xwe bi xemgînî berdî ber xwe, ji ber ku tu dizanî ewropayî ne ji axavtina merivan, lê ji dokument û agahiyên nivîskî bawer dikin.
Normal e bavê min, yan wê te bidin dest wan, yan ewê bixwe te bigrin, yan jî wê navê te li cem xwe di lîsta reþ xînin û wê te nekin hemwelatiyê xwe û wê tu alîkarî jî bi te re nebe. Ew jî normal e, ji ber ku ew alîkariya bi te re bibe wekî alîkariya bi terorîstan re dibe, tê hesibandin. Ji ber tu bê dewletî sitara te tune, piþta te tune, cihê bi ewle ji bo te tune, ji ber vê normal e çi bê serê te bavê min. Tu neçar î ku tu zimanê xwe daqurtînî û qebûl bikî. Normal e tirk te ji Rusan bi çend teneke genimê ûkranî bikirin, wisa jî normal e Nato xwîna çend hezarekî ji kurdan bifroþe wan, da ku Swêd û Finlanda bibin endam. Wisa jî normal e, Swêdî yan Finlandî yan alman çend libekî ji we bidin dest hevalbendên xwe yên tirk. Bazara cîhanê ya siyasetê mezin e û her ku tevgera kirîn û firotinê germ dibe, berî her kesî kurd tên bîra wan. Jixwe ya herî normal ev e bavê min, tu dewlet hemwelatiyên xwe nafroþe kesî û yê ne hemwelatiyê tu dewletan tenê tuyî. Ji ber vê madem tu kurd î naxwe normal e tu bibî cihê bazara kirîn û firotinê, talankirin û malwêrankirinê, jiholêrakirin û qirkirinê. Hemû normal e. Dewleta te hebûya wê ew xwedî li te derketibûya. Madem dewleta te tune, normal e dewletên din goþtê we bixwin û hestiyên we li hevdu parvebikin. Her tiþt normal e bavê min.
Ji xwe ji berê ve hûn wekî terorîst hatine naskirin. Kurd maþellah ev çil salên wan e dibêjin em çil mîlyon in, yanî bi kêmanî pêncî þêst mîlyon hene û ji roja roj ve têne kuþtin. Ma wê dinya xerabibe çend libek ji wan bibin qurban ji bo parastina van welatên ewropayî yên demokrat. Ma ne normale gel o?
Li þûna ku di þerên li ser wan çiyayên dûr de bê qîmet herin, hema bi kêmanî li vir ev dewletên demokrat hinek qîmet didin kurdan, dema wan li hember tiþtekî, li hember daxwazên xwe, difroþin serdestên we.
Mane tu kurd î û bê dewletî, naxwe normal e tu bê radestkirin, tu bê girtin, tu bê kuþtin, tu bê firotin, çermê te bê selixandin û ji kûçikan re hestî bêne parvekirin. Normal e tu di qorzîkeke teng a kolanekê de bê sekinandin û Ewropaya demokrat û xweþik serê te bitewîne û hem bi ser serê te de û hem jî bi ser dîroka xwe de bimîze û te radestî kujerê te bike. Dikare her tiþt bibe, mane tu kurdî, naxwe normal e bavê min.