PEÞKÊN ÞEVÊ
1
Dibuhirîn
Nameyên ku li ser kurþe hatibûn nivisîn
Di îskeîska baran de zêr û zewer kirin
ref bi ref kiþiyan þikeftên sawgirtî
Nalîn çilkiya dilê þevê
2.
Bi çirkîniya deriyê nîvekirî re
dengekî bêaqort olan da
Hey hawar
ma qey kurdî zikê xwe tijî kiriye?
Stûxwar in li rawestgeha dilên dilbirîn
bêzar û bêwar in
3.
Di bêdengiyeke helbestî de
li bin siya bîst û heþt sêdaran
peyvê serjêkirî diperpitîn
Ey xwedêyo
Ji paþila ezman bêhna sêvan difûre
Ruhistîn teþiya kurdî dirêse
Min di kevçiyê felekê de av vexwar
lê tîna dil netemirî
4.
Bajar di xewa mirinê de vedigevize
Mêvanê peyvên telaqavêtî me
Di guhê min ê kerr de
newayek ji Gîtara Bêtêl* dinale
Melkemot di pêgermoka mirinê de ye.
Serê xwe datinim ser çoka þevê
Gulîstanek tozgirtî dipijiqe
(*Navê yekem romana Cîhan Roj e)
5.
Di bibîkên berxikên hilî de
rastî hiþê neteweya reþgirêdayî dibim
di vî çileyê çilxewrevîn de
Ey welatê di çavsoriya xwîna xwe de bizdiyayî
Xewn û xewnerojkan
keziyên xwe kur(d)kirin
Pîþtî tavsorka di newala memikên te de çû ava.
6.
Ey welatê bêpaþxane
em ê bixwînin zerya xwînê
Ta ku zanîn di nezaniyê de
wîjdan di bêwijdaniyê de
pîrozwerî di bin simên xerabiyê de pelixî
û em di paxila mirina xwe de ji nû ve vejiyan
7
Dikeve ber pêla bê
Tik î tenê
Xwînî ye li kuþtina xwe digere
8.
Maçek da dilê mijê xeyal tîr kir
Axînek reþand rûyê zemîn
Umrê talankirî ji toza salan daweþand
Deng û awaza jibîrbûyiyan lorand
Xwîna xwe li dilistana dil reþand çû…
9.
Tu bi honandina guliyên lorika xwe mijûl î
Ez di hembêza bajarê tirsê de
bi pey þopa pirsê ketime
10.
Ji kurþeyên singê te
Bist û du kanî herikî
Tîna qiriktaliyê neþikiya.
11.
Çirayên xemgîniyê vemirîne
Porê xwe yê ji tariya þevê derçûye
ji mij û morana salan daweþîne
Dengê xwe yê mîrate
ji kalanê rizyayî werîne der
Bi ser termê bêwariya min de bilorîne
yar
12.
Çirkeçirka demjimêrê ye
qurmîçokan di rûyê me de diçîne
Tîqetîqa dîrokê ye
kefenê me dibirre
Carekê xwe ji zayendê rût bike were
Bi dengê dayika min çîrokê di serî de bibêje
13.
Di vê þeva lal de
tu hatî qulingo
Ma hê ji bîr nekiriye
Þîva miriyan, lorîna min?
14.
Ka þiyar bike
bayê simbêlên Berxê Mala Ûsivê Seydo
Nalenala Husênê Farê
bila çermê vê miþextiyê bigurînîn
Giyanên me yên ku ji her çar
Kemanan re kirine têl
Li me bêkirasan vegerînin
Da ku
Lorîn nebêje hûn qewmekî destnimêj in
Çîrokê ji dawiyê ve dibêjin
15.
Di bin kuliyên berfê de
ji kuçeyên kavilkirî
berhev dikim nalîna porê te esmerê
Ji biþirînên te difesilînim hêviyan.
16
Îþev
bi teniya pêrxîngan dineqiþînim
eniya helbestên
ku ji nav sing û berê te dipijiqin
17.
Newa narîn in
mexeyidînin
Bi wî bayê bêpergal re
Ala peyvê bihejînin
Meya sor bilind bikin
Berî ku mêþ bibin gamêþ
Binoþînin.
18
Di vê þeva ji dilqê xwe derketî de
mêvanê pêlên bêperav im
Heta xwe nekujim
bi te tew þa nabim
19.
Bi gêjgerînekên nava xwe re digewixim
Ez di nava peyvê de
di nava min de peyv diqirqilin
de were
peyvan li ser þirîtê ranexe
20.
Dêrisê gundan
bi pêlên bê re direqisî
Ez jî di þaneþîna xewna me de, dibirijim li vî þarî.
Þev dizikzike
gula ku ji hêsiran derçûyî diyarî xewnê dikim
Nîþe: Dê berdewam bike