Wekî bêkêriya tîpa ‘i’yê!
Di alfabeya kurdî de yek jê tîpa herî bêsiûd tîpa “i”yê ye! U û Û ne têde bi hemî tîpên din peyvên bi eslê xwe kurdî ne dest pê dikin, U û Û jî tê de pê diqedin lê bi i’yê ne dest pê dikin ne diqedin. Çendîn Îzoyê Botî digo ne wele yek heye ‘Incaz” jî, lê Berkeno ji ya xwe danediket û digo, kuro îstîsna derî mijarê ne.
Rebena bextê wê reþ, çendîn ku di alfabeya latînî de di navberan de bejna xwe dide xuyanê jî lê di kurdiya bi alfabeya erebî de tew bejna wê jî nayê xuyanê; wekî siya bêbeden, deng heye bi xwe tune.
Li cîhanê jî wisa ye, qedera hin kes, netewe û tiþtan jî wekî ya tîpa alfabeya kurdî ya i’yê ye; nav û deng û reng heye lê bi xwe; bi wan ne tiþtek dest pê dike, ne diqede; wisa xwe didin navberê û hew…
Mînak kurd! Wekî bi gelek kurdan dane bawerkirin, li gorî wan kurdan wisa bawer kirine bi kurdan ne tiþtekî dest pê kiriye, ne qediyaye…
Wisa didome; ne bi hin nivîskaran ne bi pirtûkên wan, ne pêlekê dest pê kiriye ne jî qediyaye…
Hin stranbêj jî wisa ne hin helbestkar jî hin hunermend jî; ji ber þêwazek wan tune bi wan ne hevokekê dest pê kiriye ne jî qediyaye; hema wisa di navberê de dest pê kirine, di navberê de jî qedandine, qedandine…
Hin jî wekî di alfabeya erebî de bin dengekî req didin lê berhem? Hema wisa hatine ser rûyê dinê û wekî hatine jî çûne; ne þopek li pey xwe hiþtine ne navek ne berhemek; wisa di navberê de di navberê de, bûne yên navberê û hew…
Mînak pir in; wekî hinên ji zankoyên tirtire bi xwendina salan dîplomaya lêkolîneriyê-berhevkariyê wergirtine ku li hemberî lêkolînerî û berhevkariya ajokarê kamyonê ya Hîlmî Akyolî kêrhatina dîplomaya wan wekî ya tîpa ‘i’yê ye!..
Yan jî wekî nivîskarê vê nivîsê û van not û neh nivîsên wî; kêrhatina wî û van nivîsên wî wekî ya parzemîna Avusturalyayê ye! Avusturalya jî parzemîn tê hesibandin lê çerxa dinê li ser her çar parzemînên din digere…
Mînakek jî ev biwêj e; çendîn kêrhatiye ji yê dibêje rêçê vê ye re bêjî ma ne hirçê vê..
Yan jî du kurd; yek bi zimanê xwe ayetan dadixîne erdê bandora wê mîna a tîpa i’yê ye, lê yê din bi tirkî tirekê dike li cem kurdan erd û esman diheje…
Meriv pê naxe der; ew hal û rewþ qeder e yan qeyîdeyên zimanî û zemanî û bazarî ne…
Çiku kes nabêje, ma ‘i’ jî ne ji eslê sî û yek tîpan e, çima ya wê tê dîtin lê ewkiya‘u û û’ya bi kum û bê kum naye dîtin!..
Lê nabêjin, çiku rastbêjên vê alfabeyê tune ne! Loma jî li bazarê girse ne ber bi dezgehê tiþtên baþ li ser in, ber bi dengê pir diqîre ve diçin…
Ji loma û dubare, meriv, an ez jî pê naxim der; ew qeder e yan qeyîdeyên zimanî û zemanî û bazarî ne! Yên min fam nekirî, yên ez fam nakim, yên,belkî ez ê qet fam nekim…