Rengê sînema û þêwekariya kurd
Di hunerên kurd de her lewn ne wekî hev xwedî derfetan e. Wekî mînak wêje! Wêje wekî pirtûkeke bi lêçûneke çar-pênc hezaran dikare bê çapkirin û wekî xwende, ji kîjan çînê dibe bila bibe her kes dikare di navbera pazdeh sî TL pereyên tirkan mehê du-sê pirtûkan bistîne û bawerim bi firotina çend sedî produksiyon yanê weþanger lêçûya xwe jê rake.
Muzîka kurdî jî her wisa, stranbêj dikare albumekê amade bike, qe nebe li ser torên înternetê albuma xwe belav bike; înternet heke derfeta jê pere bidestxistinê nede stranbêj jî lê bo hêsayî dengê xwe bigihîne muzîkhezan rêyek e.
Lê belê, du lewnên hunera kurd hene ku ew qas ne bi xwedî wê derfetê ne; sînema û þêwekariya kurd! Û bo wê yekê jî meriv nikare bêje sînema û þêwekariya kurd bi taybetî li Bakur û bi taybetî þêwekarî ew qas pêþketî ye!
Sînema; sînema-fîlm ne wekî lêçûna pirtûkekê yan ya çêkirina albumekê berevajî wan divê aboriyeke zêde jê re were terxankirin.
Paþê bo nîþandayînê jê re ewyanên sînemayan divên; di rewþa siyasî ya Bakur de deriyên eywanên sînemeyan ji fîlmên senaryo-çîrok kurd, ziman kurdî re girtîne. Pêvajo carê nerm bû ew jî bû para ‘Dema Hespên Serxweþ’ û belkî yek du fîlmên din û vê demê nema dikare deriyek wisa li sînema-fîlmên kurd re vebe.
Astengek din cihê kiþandina fîlman e; ne bawer im pergala tirk destûr bide kiþandina flmekî bi azadî behsa çîroka xwe ya kurd bike…
Yanê çi? Yanê derhêner fîlmekî çêbike jî nikare nîþan bide û ew qas lêçûya xwe jê rake.
Dimînin du rê; yan wê li Baþûr nîþan bide ku bi sê bajarên xwe ne bawerim sed hezar kes biçe lê temaþe bike, ku fîlmek bin sed hezarî re were temaþekirin li gorî butçeyê gelo wê lêçûya xwe derxe yan na? Yan divê wezerata ciwan û lawan pêþtevaniya fîlman bike; dike nake nizam, heke ku bike karekî baþ dike.
Û rêya din, divê ji ser þirîkeyên navneteweyî re fîlm li cîhanê bê belavkirin, ku bo vê yekê jî divê hem fîlm bi angaþt be hem jî dîplomasiyek xurt li piþt be, çiku serdestên kurdan dikarin ji kurdan pirtir pere bidin wan þirîkeyan da fîlmê kurd li qada navnetewî neyê nîþandan.
Yanê ji her alî ve þert û mercên pêþketina sînemaya kurd ne guncav in û diyar e heya demeke nediyar jî rewþ bo sînemaya kurd wê wiha dom bike. Ji loma jî çendîn di tûrikê gelek sînemageran de seneryoyên baþ hebin jî lê meriv nikare li gorî çend fîlman ku hê sektorek xwe çênebûye behsa hunera sînemaya kurd bike; ka çi astê de ye!
Dimîne çi, dimîne temaþekirina kurtefîlmên yek-du deqeyî yên ji lîjneyên mîhrîcanan re…
Wekî sînemayê yek jê hunera kurd a xwedî dezavantajan kevaljenî-þêwekariya kurd e!
Þêwekarekî/e profosyonel di þertên Tirkiyeyê de herî kêm divê salane bi deh hezaran deh kevalan bifroþe da karibe pê debara xwe bike.
Divê çîneke kurd a burjuvayî hebe qîmetê bidê, ji wan kevalan yekî bistîne li mala xwe daliqîne. Divê keval rengê kurd binimîne, heke ew nimand çîna kurd a burjuvayî ji ber bi pergala dagirker re danûstendinê de ye, ku bikujî jî ew kevalekî kurd dinimîne nastîne li mala xwe danaliqîne.
Bivê nevêyên bo rengê xwe nimandinê û pêþve çûyîna lewnên hunerê: Helbest, roman û çîroka kurdî bi xwendinê ‘rexnekirinê’ û bi qayîþkêþana pozîtîf pir bûye ber bi rengê xwe ve çûye lê þêwekariya kurd a ji vê yekê bêpar (ji ber nebûna bazarekê) di kîjan astê de ye?
Ji aliyê din ve divê meriv ji bîr neke, çawa ku romana kurdekî nivîsî ya ne bi kurdî ne malê wêjeya kurd e, çawa ku stranbejekî kurd straneke tirkî bistirê ew nabe muzîka kurdî ye, her kevalê þêwekarekî/e kurd wênandiye jî nabe mînakeke hunera þêwekariya kurd. Çiku çendîn þêwekar kurd be jî ji ber hêma ne kurd e wê bibe kevalê kurdekî/e lê nabe kevalê kurd!
Û yên wisa heyî pir in, ku bi min piranî diþibin ên kompîzîsyonên atolyeyên ku þagirtên xwe ji mamostetiya wêneyê re amade dikin lê dixebitin; teqlîdkirina kevalên sedsala 19-20’an a Ewropayê ya wênendina rûtiya jinan û bi natûrealîzma rojhilatê wênandina hesp, gul, newal, çiya û hwd.
Bo wê, meriv dikare bêje di wêneyên kartpostalî yên wênegir Ara Gulerî de reng û dîmenên kurdan hene, lê belê di kevalên þêwekarên kurd de?...
Belkî hem ji ber nebûna bazareke-derdoreke xwedî hebûn a pûke bi kevalan bîne tune û ji ber nebûna muze û malên hunerê yên bo þêwekariya kurd bibin cihên xwe nîþandanê tune ne, dibe ew hunera me hê di destpêka teqlîd û kopyekirina kaos û rûtîzma obje jin a rojava û natûrealîzma rojhilatê de ma be!
Dibêm, di nav miletekî çil mîlyonî de ku ew qas xwedî destan mîtolojî çîrok û serpêhatiyên dîrokî û îroyîn e; ne hesp û çiya, ne dar û kanî, ne dîmenê gundan, kal û pîr, zarokên çîprût, çivîk û kew têra nimandina hunera þêweyê ya kurd dikin ne jî bes bi rûtî wênandina jinan dibe hunera þêwekariyê.
Belkî jî ji vê lewna hunera me re hê dem divê, bi taybetî jî bazar divê.