Zargotin û mirina zêmarê!
Zargotin nasnameya neteweyan e. Neteweyek bi zargotin-foklora xwe rengê xwe yê çand, ziman, wêje, muzîk, huner, govend, zêmar û hwd. ku di serboriya xwe ya dîrokî de aniye pê li gorî dem û serdemê bi veguherandina ber bi pêþ ve nû dike û pê nasnameya xwe ya neteweyî dinimîne; bes bi wê nimandina rengên xwe yên zargotinê pê ji neteweyên din cihê dibe.
Di wê nimandinê de sê dengên zargotinê ku qadên zimên in hene; govend, muzîk û zêmar!
Ev her sê qadên zimanê kurdî ne; bêyî kurdî deng ji wir nê, dengê zimanekî din qet lê naye…
Govend; Wextekê dawetên kurdan cihê karnavalî yên nîþandana govendên kurdan bûn; li her bajarê kurdan ji ser bîstan re cureyên govendan hebûn; li Semsûrê tevî çîrok, notayên muzîkên wan, hejmara govendgeran, cil û bergên li xwe kirinê û kêrsim, awayê gerandina govendê min bo xebatekê 36 govend tomar kiribûn.
Yanê ji wan govendên bi hevahenga karnavalê digeriyan bi saya serê bajarvaniya bi zorê û eywanên dawetan destê me de maye þemamê þêrizdîn û þevkoya ku bi muzîkeke elektronîk-ne bi dahol û zirneyê bi ahengeke mîtîngwarî xama xwe dihejînin, hew dihejînin…
Ji ber nebûna rihê kurdî, estetîka govendê, gotina dûrikan, lîstina lîstika kal û pîr û bûka bezê êdî dawetên kurdan ên di eywanan de li dar dikevin dibin þahiyên ku deriyek ji ser kurdî re tê girtin û pê re jî guleke zargotina kurdî rû dide çilmisînê…
Zêmar; Tê bîra min hê ez zarok bûm, li gund û demên pêþî yên li bajêr jî bûme þahid ku yek ji nasan cîranan dimir di odeya þînê ya bo jinan hatiye raxistin de hin jinên di hunera zêmaran de bi dengekî xweþ dilorandin; kirasekî yê/a mirî digirtin destê xwe, bi awayekî jixweber-dogaçlama wekî hunermendeke operayê ya hoste zêmar digotin û bîst-sî jinên li dora wê rûniþtî, nas-xerîb giþan bi hev re wekî orkestrayeke tragediya yê/a mirî (ne bi hawar ne bi qirîn) bi hevahengekê hunerî dikudandin, dilorandin; pê re ku dengê zêmarbêjê dihat aliyê mêran rondikên mêran ji fediyê xwe di nav simbêlan de vediþartin û yek mêrekî jî ceger nedikir li rûyê yê kêlekê henîþk kutaye balgîvê binêre …
Ew odeya jinan a di þîngerandinê de dengê zêmaran lê bilind dibû wekî sahneya fîlmekî dramatîk bû; helbet ne alîgirê pir girînê me lê tiþtê dixwazim balê bibim ser ne girî qad û hunereke din a derî ji ser kurdî re hatiye girtin e! Miriyên me êdî bê zêmar tên veraskirin û guleke din a zargotina kurdî êdî çilmisî. Çiku ji bin þêstî re kesa bi zêmaran dizane û deng dikudîne êdî tune. Heke hebe jî êdî ji aliyê yên olî ve guneh ji aliyê yên modern ve jî wekî adeteke paþvemayînê û gundiyane tê hesêb...
Zêmar þan û prestîja yê/a mirî bû. Li þînê heke zêmar nehatiba gotin ê/a mirî yan kesek xirab bû yan bêkes! Wisa ku, xelk bi pereyan zêmarbêjan digirin bo ser miriyê wan zêmarekê bibêje! Ew hunera hezaran salan a bedewiya zargotina kurd bû qurbana mewlûd û modernîteyê…
Muzîk; Yek ji rengê zargotina kurd a bi dengê xwe berz û xweþ muzîka kurdî ye. Carinan li xwe dipirsim dibêm Dilþêr Bêwar û gelekên din çima ew qas ji dengbêjan, nemaze ji Þakiro hez dikin! Bersivê wiha didim xwe; ji ber ku di dengbêjan de hê tîrtir kurdî û kurdayetî heye!
Lê di muzîka hemdem de? Eger ji aliyê zimên û rihî ve muzîka kurdî ya hemdem dewsa dengbêjan bigirta ne Dilþêr, ne min û yên din, me dê ew qas guh ji dengbêjan re bel nekira…
Çend navên ku bi deng û þêwaza xwe bi salan mil dan muzîka kurdî ku îro êdî malnîþîn bûne û çend kesên bi berheviyê dixwazin tiþtekî bikin (ji ber hilnebirîna tiþtekî nû û baþ, dubare sitrîna klamên bûne klasîk)
Lê gotine: ‘bi gulekê bihar nayê’.
Ji lew, bi qirikeke ne bi kurdî bi gotinên bêrih bi performans û cestên çêkirî; li baþûr bi rengdana popa tirkî ya populer, li bakur kopyekirina muzîka tirkî ya erebeskiya xweser-ozgûn, li rojhilat neçariyek li hemberî rengê farsî û binxet, nema dertên Mihemed Þêxo, Seîd Yûsiv û yên din.
Çendîn ev gula zargotinê, muzîk wekî neçilmisî bixuye jî û wekî deriyek ji kurdî re vekirî jî be lê ji ber ew qas bi erzanî û hêsayî her kes (ên zimanê stran gotinê kurdî yê jiyanê tirkî) dengê xwe yê ji huner, gotin û ji qirika kurdî dûr digihîne bazarê…
Û bo giþtî, navê vê yekê danîne; ‘zeman diguhere’!
Gelo bi rastî zeman diguhere yan me diguherînin!?
Gelo ew zeman çima bo ereban, farisan, almanan, îngilîzan, ûrisan, ermenan, hîndûyan û yên din naguhere? Almanan, îngîlîzan, ereban, farisan, ûrisan û yên din sed-dused sal beriya vê ku çawa dawetên xwe li dar dixistin, çawa þîna miriyên xwe digerandin, çawa muzîka xwe distiran îro jî kêm zêde bi heman þêweyî rêwûresmên xwe pêk tînin lê em, ‘em yên zeman bes bo wan ne yê berê ye’!!!
Nizam kê em wiha bi þîret kirine; ‘modernbûn û guherîn ne bi bîrûbawerî bi þeklî ye’?!
Netewe ne bi carê re parçe parçe dimirin; li ser dara wê her carê guliyek tê birîn ta daketiye kokê; duhî cil û berg, îro zêmar, sibero tiþtekî din…