Hev(ne)peyvînek
Helbestkar û romanûsê gewre min xwendeyeke pirtûkên wêjeya Îrlandî me. Heya niha ez gelek pirtûkên wêjeya me xwendime û vê dawiyê bi pêþniyaza hevalê min ez pirtûkek we jî xwendim; ger ku bê bîra we ez li ser sosyal medyayê jî behsa pirtûka we kiribûm; car du caran ez silav jî dabûm we, ez parvekirinek we RT kiribûm û we jî bi emoje bersiv dabû ez… Hêja dixwazim der barê naveroka pirtûka we ya ez xwendime de bi we re hevpeyvînekê bikim ku ev ê bibe hevpeyvîna min a yekemîn…
Pirsên hevpeyvînê:
Piçekî behsa zaroketiya xwe bikin.
Ciyaweziyên we yên ji hevalên we yên zaroketî û ciwantiyê çi bûn?!
Gelo xeyalên we çi ne, hûn dixwazin bigihîjin ku derê? Ji kerema xwe re bi kurtasî…
Kerema xwe re serboriyeke xwe ya magazînî bêjin û yek jî, bo hevpeyvîn zêdetir balê bikþîne hûn dikarin bêjin þêwaza filan û bêvan kesî/ê tune û hwd.
Bi we îsal kîjan tîma futbolê dê bibe þampîyon? Barselona yan Real Madrîd!
Der bara jiyana li Qesra Buckinghamê ya reng dide xeyalên hunermendên Îrlandî de hizra we çi ye?
Kes an nivîskarê we jê feyz girtiye?
Gelo hûn dixwazin di wêjeya Îrlandî de çi pêk bînin?
Diyar e we êþa gelê xwe baþ hest kiriye û xwestiya bi vê berhemê êþa gelê xwe bigihînin xwendeyên xwe, ma ne?
Birêzan, heke hûn van pirsên min bibersivînin, edîtoriya pirsên min û bersivên xwe kû ne zehmet be hûn bikin(te dî naxwazim dest bidim reseniya hevokên we) û dîsa eger ne zehmet be ji nava pirtûka xwe çend hevok û beþên bo wê girîng ku hûn mînak bidin ez ê þanaz bibim û bo were belavkirin ez ê hevpeyvînê ji kovar an malperekê re biþînim.
Bi silavan Juliyet Xan.
Bersiva hev(ne)peyvînê:
Xwendeya delal spas bo vê pêþniyaza hevpeyvînê lê… lê nizam tu rojnameger î yan amadekara bûltenên dezgehekê, amîgoya weþanxaneyekê yî yan nivîskara malperekê ku bo armanceke nehînî bi nivîskarekî din ê malperê re þerekî li hev kirî-daniþikli dovuþê dikî yî? Û em ne xal û xwarzê, ap û birazê ne jî û tew ne nivîskarên kanka, yan ên heman komiiikê û weþanxaneyê ne jî ku tu min ez te bipesînim, biperçivînim…
Û heçî behskirina êþên gelê xwe! Na heyra min behsa êþan nekiriye; dema min ew pirtûk dinivîsî li holeke lê balo çêdibû bûm, hemî gelê min dest de qedeh dans dikir; çendîn strana dansê ‘megirî megirî dayê megirî’ bû jî, lê kes nedigirî û kêfa her kesî li cî bû. Hûn ku ji derdixin ku min behsa êþa gelê xwe kiriye! Na, min ne behsa êþa gelê xwe min behsa þadîmeniya gelê xwe yî li hola baloyê bi maske dans dikir kiriye.
Û armanca min a bo wêjeya Îrlandî! Min hew pirtûkek nivîsiye ku bi tenê pênc heb jê hatine stendin, ji wan çar heb jî jixwe yên min dane dostên xwe û ji pirtûkê behskirina hevokeke girîng! Gelo bi rastî we pirtûka min xwendiye yan hûn li yekî digerin ku ji xwe re bikin pêkling-denek…
Bi ev pirsên jiber, klîþe, kopye û bi vê wêrekî-cûreta ku hiþê hevpeyvînê ji îrlandiya wergera îngîlîzî ye hatine amedekirin divê hûn ne bi nivîskarekî re û der barê pirtûka wî de; pêþniyaz e, divê hûn bi zirneciyan re hevpeyvînê bikin; ew ê hûrtir û kûrtir pirsên we bibersivînin.
Wen or Vuenê Dublînî: nivîskarê pirtûka ‘Merivê Ku Rûyê Bin Maske De Dîtî’.