Mirina reseniyê
Ev serdemeke wisa ye, tu tiþt û tu kes ne wekî xuya dibe kes û tiþt e! Qest ne guherîn e, çiku guherîn carinan tiþtekî baþ e. Ew guherîn ne tiþtekî wisa ye; dest dana reseniyê ye.
Heya radeyekê li tevahiya cîhana gilover ber bi neresenîbûnê ve çûyînek heye lê li hin erdan bi awayekî ne asayî pêk tê û pê re jî nereseniya zadî, siruþtî, nanî û heta ne reseniya girî jî tê…
Wisa ku, meriv rabe xwarineke ji zadê resen çêkirî bide mirovê hînî xwarinên ne resen-gedoyî bûyî dê nikaribe daqurtîne; wê rûyê xwe tirþ bike û tifî erdê bike.
Çawa ku zadê ne resen-gedoyî heye merivên ne resen jî hene!
Mirina reseniyê ya herî xetere ya mirovî ye; mesela meriv sextekar be, ne ji dil be, ne samîmî be û bêje, wele bawerî bi min nayê ew mirov dibêm gelekî resen e, XWE ye, dirust e; çiku bêyî çivekê bide xwe bi camêrî dibêje, ‘ez ne ew kes im’!
Lê berovajî!
Ev serdema hanê bo veþartina reseniya XWE’yê cure bi cure rûpoþan pêþkêþ dike; çi kesê/a pêdivî bi veþartina rastiya XWE dibîne, hewl dide xwe wekî tiþtek din nîþan bide ji wan rûpoþên bi etîket yekî ku bo derdorekê pere dike dide ber rûyê xwe û berê xwe dide derdora dê jê re li çepikan bide. (Derdora çepikvan! Ên foksyona ji çi re li çepika tê xistin ji çi re li çepikan nayê xistin pê re tuneyî, ku Xwedê ew bo timî çepikvanî û mistana gunên rovî û qebraxan xuliqandin e…)
Bo bi resenî-heqîqeta ka kî ye û çi ye bizanibî divê pê re danûstendinê bikî. Ta kengê? Ta ku rûpoþ çiriya ye! Hêngê rûyê rastî yê Michael Jackson dibînî, ku spîbûna wî ji pûdrayê bûye…
Yanê heya behîvê neþikênî nabînî ku kakil pûç e. Ji loma, di vê serdema rûpoþan de nikarî ji kesî û tiþtekî re bibî kefîl. Çima ku tu tiþt û tu kes ne wekî xuya dike, ne wekî dipeyive ye.
Belkî bo wê ye ku gotine: ‘vî zemanî ji bavê xwe re jî nebe kefîl’
Û xelkê jî gotiye: “yan ku çi yî xwe wisa binimîne yan wekî xwe dinimînî be”
Dahûrandin û ravekirina vî wêneyê giþtî yê mirovan ê rastiya xwe veþartinê hewla xwe wekî tiþtekî din nîþandayînê û xerîdariyên wan di xwe de dinimîne divê civaknas û derûnînas bikin û navekî lê kin. Nizam, belkî jî navek lê kiribin…
Wekî tiþt û kesan milet jî wisa ne; yên resen mane hene yên reseniya xwe jidest dane hene! Carinan dibêjin çima kurd wisa ne? Bawerî pê tê yan nayê! Îronî ye, yên vê yekê dibêjin jê piranî dîsa kurd bi xwe ne!...
Ez hizra xwe bêjim; kurd ne resen in, ne XWE ne û bi min ew behsa bawerî pê tê yan nayê jî ji wê ne reseniyê ne xwebûnê tê! Bi min, dibêm derba pêþî ya li reseniya kurdan hatiye dan bi hatina ola îslamê re pêkanîna çand û edetên ereban e, derba duyê ya li reseniya kurdan hatî xistin ketina bin bandora tirkan e, ya sêyê lêgerîna dîrokekê ya piþtî hezar û nehsedî ye ku ew lêgerîn çûye ser kokeke þaþ ‘zerdeþtiyê’ û derba dawî ya li reseniya êdî ne resen e dikeve jî ya di vê heyama torên înternetî de bi awayekî ku em hew karibin li reseniya xwe vegerin li dar e.
Îro meriv rabe kirasê çand, edet û derûniya erebî li ser kurdê muhafazekar rake; meriv kirasê ziman, çand û derûniya tirkan li ser kurdê ku li vê cîhanê ji xeynî tirkan, tirkî û rojeva tirkan bi hebûneke din nizane rake; (bi angaþta tirk dijmin in dipeyvin lê di bin wê dijmin hesibandinê de derûniya kesê/a hînî destdirêjkarê xwe bûye heye; bêyî cûtina gûyê tirkan bi marîfetek din nizanin!); meriv hiþmendiya dîrokî di nav hiþê kurdê dîroka xwe bi zerdeþtiyê re têkîldar dike derxe; meriv kurdê bi cizbeya sîmulasyonî ya sanalê ketî bîne nav rasteqîniya jiyanê gelo yê/a li holê rût mayî wê rengê çi celeb mirov û miletî bide? Yanê, ku meriv angaþta kurdbûnê ya rût û rijî û gevezetiya sanal a valabûnê ji destê wan bigire, kesê/a li holê wê reng û qerekterê çi û kê binimîne?...
Tiþtê min ji vî wêneyê giþtî fam kirî ev e; kes dikare dîl be, eger temenê xwe têrê bike wê rojekê xilas bibe, netewe dikarin bikevin bin desta axa wan ji destê wan were girtin lê rojekê ew jî dikarin xwe rizgar bikin azad bibin, lê û belê, malwêraniya herî mezin eger mêjûyê kes-an ji aliyê hinan ve yan ji aliyê qelsiyeke qerekterî ve hatibe bidestxistin ew mêjû wê heta û heta li gorî çawa hatiye hînkirin û çi jê tê xwestin ‘biþixule’; timî dîl e, timî ne xwe ye.