• Rûpela Pêþî
  • Hilbijartina Herêmî 2014
  • Hilbijartina Herêmî 2009
  • REFERANDÛM - 2010
  • Hilbijartin 2011
  • Rûpela Pêþî
  • Qunciknivîskar
  • Helîm YÛSIV
Helîm YÛSIV

Helîm YÛSIV

halimyusiv@hotmail.com,HalimYoussef20,helim.yusiv

Ji bo Rojava 2022 hin hêviyên min

Dîrok : 30 12 2021

Salek ji temen diçe û saleke din tê. Bi hezarên salan e miovayetî di hundirê vê xeleka girover de digere û wê her bigere. Di nav wan de jî kurd sal bi sal bendewariya azadiya xwe dikin. Di vê nivîsê de ez ê bi kurtayî daxwaz û hêviyên xwe ji bo her çar parçeyên Kurdistanê eþkere bikim. Her wisa ez ê hin rexneyan li partî û hêzên kurdan ên xwedî bandor bikim, da ku sala bê ji sala derbasbûyî baþtir be. Ez ê di pencereya rojavayê Kurdistanê re li rewþê binêrim. 

Rojavayê Kurdistanê

Siyaset: Kurd li wir di navbera du aliyan (PYNK û ENKS) de hatine parvekirin. Rêveberiya xweser bi hemû partî, rêxistin û hêzên xwe ve dikarîbû beþekî ji welêt heta radeyekê biparêze, lê Rojava di nav metirsiyên pir mezin de ye û tenê siyaseteke dirust dikare gemiya Rojava ji binavkirinê rizgarbike û wê bigihîne peravên ewlekariyê. Hêviya min ji Rêveberiya Xweser û bi taybetî ji Partiya Yekîtiya Demokratîk û hevalbendên wê ku karê îdolojîk deynin aliyekî û siyasetê bikin. Siyaseteke wiha ku bêhtir “rojavayî” be û ji nakokiyên Bakur û Baþûr bi mesafet be. Her wiha hêviya min ew e ku ENKS “Encûmena Niþtimanî ya Kurdî li Sûriyê” bigihêje wê baweriyê ku hevalbendiya bi eniya dijmin re, Tirkiyeyê û hêz û aliyên îslamî yên pê ve girêdayî, ji siyasetê bêhtir ew zirareke mezin digihîne berjewendiyên kurdan. Kurd dikarin dijberiya hev bikin, lê bêyî ku pala xwe bidin dijminan. Her wisa hêviya min a ji bo her du aliyan ew e ku diyaloga kurdî-kurdî bigihîje encameke û kurd karibin li Rojava bibin xwedî eniyeke yekgirtî.

Çand û huner: Hêvî ew e ku birêveberiya Rojava di qada çand û hunerê de ji pêvajoya “teyoriyên þoreþgerî” derbasî pêvajoya pîvanên çand û hunerê bibe, stratejiyeke nû ji bo weþan û çapemeniyê bê danîn. Her wisa butçeyên mezin ji bo pêþdebirina projeyên çandî yên cidî û resen bêne veqetandin. Li vê qadê ne wekî alaveke propagandayê, lê wekî qadeke serbixwe û di avakirina rihiyeta civakê de xwedî roleke sereke bê nirxandin.

Rêveberî û xizmetguzarî: Bi hêvî me ku di demeke nêzîk de Deriyê Sêmalka vebe û karekî bi rêk û pêk ji bo damezirandina tevneke birêveberiyê ya pispor û pêþdebirina projeyên aboriyê di herêmên Rêveberiya Xweser de. Bi awayekî ku ev kar û bar dûrî mudaxeleyên rasterast ji hêla partî û rêxistinên siyasî ve bê meþandin. Her wiha bûyerên ne di rê de yên mîna þewitandina nivîsgehan û birina zarokan nav qadên perwerdeya siyasî û leþkerî bêne rawestandin.

Hêvî ji tevgera bakurê Kurdistanê ji bo Rojava

Hêvî ji tevgera siyasî ya bakurê Kurdistanê ew e ku “hemû hêkên xwe nexîne selika Rojava” û karê xwe yê di qada xwe ya navendî de li bakurê Kurdistanê sist neke. Her kes dizane ku bêyî piþtgirî û alîkariya tevgera Bakur, wê avakirina statuya Rojava nehata holê. Wisa jî bedelê herî giran vî perçeyê Kurdistanê da. Lê ne rewþa navdewletî û ne jî rûdanên herêmî rê didin ku Rojava ji hêla tevgera Bakur ve bê birêvebirin. Ji ber vê pêdivî bi siyaseteke nû heye, ku rêveberiya Rojava bi temamî ji bo rêxistinên wê derê bê radestkirin û bi awayekî rasteqîne li þûna birêvebirinê tevgera Bakur bibe palpiþt û piþtgirekî ji dûr ve. Pilana dijminên kurdan ew e, ku ew statuya li rojavayê Kurdistanê bi alîkariya tevgera Bakur hatiye holê, bi sedema hebûna tevgera Bakur li wê derê ew statu bê rûxandin û ji holê bê rakirin. Heta radeyekê li Efrîn, Serêkaniyê û Girêsipî ev pilan biserket. Di baweriya min de pêdivî bi wê yekê heye ku rê li ber tevgera Rojava ya siyasî bê vekirin, da ku ji karê îdeolojîk bêhtir siyaseteke nû bimeþîne û dûrî bilindkirina sembol û rengên Bakur yan Baþûr bikaribin ji niha bêhtir bi daxwazên Amerîkayê re biguncin û tevbigerin. Nexasim ku tevgera Rojava ji çar aliyan ve bi dijminan dorpêçkirî ye û ji bilî sîwana Amerîkayê tu derfeta berdewamî û bidestxistina oksejîna jiyanê nayê dîtin.

Eger tevgera bakurê Kurdistanê vî karê xwe yê îdolojîk bi vî awayê berfireh li Rojava berdewam bike û di nîþandana sembol û çalakiyên xwe yên hizbî de berdewam bike, wê zirareke mezin bigihîje rojavayê Kurdistanê û wê derfeta serkeftinê roj bi roj ber bi windakirinê ve bibe.

Hêvî ji baþûrê Kurdistanê ji bo Rojava

Hêvî ji rêveberiya baþûrê Kurdistanê û bi taybetî li Hewlêrê ew e, ku berî her tiþtî guh bide berjewendiyên xelkên kurd yên rojavayê Kurdistanê û wan berjewendiyan neke qurbana nakokiyên xwe bi tevgera bakurê Kurdistanê re. Bi gotineke din, berjewendiyên neteweyî di ser nakokiyên siyasî re bêne girtin. Ji ber vê divê berî her tiþtî deriyê Sêmalka bê vekirin û careke din bi vî awayî di rûyên xelkên kurd de neyê girtin. Her wisa bandorê li þaxê xwe yê Rojava ENKS bike, da ku ji eniya dijmin dûr bikeve û ber bi aliyê din ê kurd ve bê, da ku diyaloga kurdî-kurdî bi gavên bilez biçe serî û bigihîje encameke. Her wiha li Rojava binêre ne wekî qezenceke rêxistinî û siyasî, lê wekî qezenceke neteweyî. Piþtgiriya avakirina statuyeke siyasî naskirî bêyî ku li pey qezenc û desthilatdariyên rêxistinî be.

Çend gotinên dawiyê

Dibe ev hêviyên ji bo sala nû ku min li jor bi kurtayî rêz kiribin hinekî romantîk bêne xuyakirin, lê ew hêviyên ji dil in. Ji ber vê qonaxa hestiyar û dîrokî ku rojavayê Kurdistanê tê re derbas dibe, hemû rê yên ji bo siberoja kurdan li wê derê berê me didin qada siyasî. Ev kirasê hêviyan yên ji bo sala 2022’an jî ji vir tê. Em ê hêviyên xwe yên wêjeyî û takekesane bispêrin bendewariya siberojeke baþtir ji vî miletê kedkar û layiqî jiyaneke xweþtir re.





Helîm YÛSIV

Hemû Nivîsên Helîm YÛSIV

Hûn dikarin li van jî binêrin

Jiyana Zelensky kirin xêzeroman

Jiyana Zelensky kirin xêzeroman

19 05 2022

Cannes de wext wextê fîlman o

Cannes de wext wextê fîlman o

19 05 2022

Dengbêj Xalîde hat berdan

Dengbêj Xalîde hat berdan

19 05 2022

Vê carê li Bedlîsê konsera bi kurdî hat betalkirin

Vê carê li Bedlîsê konsera bi kurdî hat...

18 05 2022

Hilbijartin: 07.06.2015

Ji aliyê HDP'ê ve bajarên krîtîk

Ji aliyê HDP'ê ve bajarên krîtîk

31 10 2015

Þîrketên anketan ji bo HDP'ê gotibû çi? (Ji bo 7'ê pûþperê)

Þîrketên anketan ji bo HDP'ê gotibû çi? (Ji bo 7'ê pûþperê)

09 06 2015

Vaye lîsteya mebûsên HDP'ê yên hatin hilbijartin

Vaye lîsteya mebûsên HDP'ê yên hatin hilbijartin

08 06 2015

Kîjan navçeyê herî zêde deng daye HDP'ê

Kîjan navçeyê herî zêde deng daye HDP'ê

08 06 2015

Nivîskaran ji bo 7'ê pûþperê çi gotin?

Helîm YÛSIV

Serkeftina HDP‘ê serkeftina rojavayê Kurdistanê ye

08 06 2015

Zekî OZMEN

HDP bi dengên kurdên xeyalþikestî bi ser ket

08 06 2015

Cemil Oguz

Demîrtaþ dondirmeyek deyndarê Delalê ye

08 06 2015

Nivîskarên kurd hilbijartin nirxandin

Nivîskarên kurd hilbijartin nirxandin

07 06 2015

Hin pêþniyarên HDP'ê

Ji aliyê siyasî û rêveberî ve pêþniyarên HDP'ê

Ji aliyê siyasî û rêveberî ve pêþniyarên HDP'ê

05 06 2015

HDP: Meaþa herî hindik dê 1800 TL be

HDP: Meaþa herî hindik dê 1800 TL be

21 04 2015

Ev partî ji ku hat ku?

Ji 1999 heta 2015'an meþa azadiyê

Ji 1999 heta 2015'an meþa azadiyê

04 06 2015

Mebûsên berê yên vê tevgerê

Mebûsên ku 2007'an de hatin hilbijartin

Mebûsên ku 2007'an de hatin hilbijartin

04 06 2015

Mebûsên ku 2011'an de hatin hilbijartin

Mebûsên ku 2011'an de hatin hilbijartin

04 06 2015

2014: HILBIJARTINA HERÊMÎ

Hin îstatîstîkên hilbijartina 2014'an

Li kîjan navçeyê HDP herî zêde dengan digire?

Li kîjan navçeyê HDP herî zêde dengan digire?

06 06 2015

Îstatîstîkên hin bajarên mezin

Îstatîstîkên hin bajarên mezin

05 06 2015

Li bajarên kurdan vê tevgerê sedî çend deng girtin?

Li bajarên kurdan vê tevgerê sedî çend deng girtin?

05 06 2015

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname