Rexneya rexneyê
Di rexne, nirxandin û dahûrandinan de tiþtê tê behskirin bi du aliyan ve dibe mijar; bi awayê giþtî û bi awayê xweser-taybet!
Dikare behsa daristanê bê kirin, di nav daristanê de her cure dar heye; merx, mazê, berû, guvîj, hirmî û yên din… Heke behs bi giþtî daristan be ehlen, lê heke behs bi tenê hirmî be ew ê çawa li gorî dara mazê yan a merxê û bi giþtî, bi nirxandina tevahiya daristanê re taybetiya wê derkeve pêþ? Û tew ku ew hirmî li welatekî mîna Kurdistanê be; dirûvê wê, tama wê, guliyên wê, heta derûniya wê çawa dê bi hevrûkirina hirmiya li welatekî mîna yê Fransayê yan Brîtanyayê re bê nirxandin? Gelo di navbera Kurdistanê û Fransa û Brîtanyayê de cudahiya axê, siruþtê, demsal û baranên tên xarê tune ye? Ma dibe meriv di navbera her duyan de bigihîje heman encamê? Heke em cudahiya mêwe û pelan bidin alîkî gelo em ê cudahiya bejna dara hirmiyê û dara merxê çawa bikin yek...
Di olan de dema bawermendek ji qeîdeyeke olê fêm neke diçe cem þêx an rehîb da wî/ê serwext bike. Dema bo nirxandin, rexne û dahûrandinên civakî, wêjeyî, hunerî tê kirin heman tiþt tê kirin; wekî ayetên neguherbar bin, rexnegir nirxandinkar û dahûrandinkar serî li teorî û gotinên kesên sedsalekê beriya vê jiyayî û bi hezaran km li axa xwe dûr dixin…
Bi taybetî di nirxandin, rexne û dahûrandinên neteweyî û civakî, wêjeyî û hunerî û zayendî de ew yek di rewacê de ye. Bêguman, heya radeyekê divê haya meriv ji cerebe û zanînên civakên din hebe, lê ew yek heya radeyekê ye! Ji radeyekê þûn ve meriv dixwaze hizra nirxandinkar, rexnegir û dahûrandinkar jî bizanibe. Heke na, bo bizanibim Fanon çi gotiye, Sartre çi gotiye, H.Bloom çi gotiye ez ê herim pirtûka wan bistînim çima ya wî/wê ya me…
Di civakên rojhilat de ew yek belkî bûye pîvan, belkî qompleks an pejirandina serweriya qeîdeyên rojava! Her tiþt li gorî ya rojava dibe xwedî ast! Tew ku ew rojava, rojavaya ku xwe bi danberhevên metnî hizrî û zanînî yên rojhilatê anîbe vê astê!...
Rojhilat bêast e yan rojavayiyan ew di çavê rexnegir, nirxandinkar û dahûrandinkarê/a rojhilatî de kiriye dereke bê qîmet, an haya rexnegir ji welat û ji rojhilatê xwe tune ye?
Gelo çima hevrûkirina metneke rojhilat bi ya rojhilat re, metneke kurdî bi ya kurdî re nayê hevrûkirin; helbesteke kurdî bi ya kurdî re û civakeke rojhilat-kurd bi yeka din a rojhilatî re…
Îlam divê rojavayî be, îlam divê biþibe ya rojava! Qey nivîskar tornavan in û metn jî tiþtê ji heman tornayê derketine? Lê xweserî, lê resenî...
Li gundên paþdemayî hiþmendî ev e; zarê filanî bûye dixtor! Yanê ast û pîvana mirovbûnê û bûyîna tiþtekî baþ dixtorî ye. Zarên din ên nebûne dixtor, çendîn xwedî cewherên mirovane û karînê yên ji yê bûye dixtor baþtir bin jî lê di çavê wî bavî wê diyê û wî gundî de…! Wisa ku, min jî bihîstiye gotine-dibêjin filan Kafkayê kurd e û hwd. Bi min ew yek ji kesên bi Kafkayîbûnê tên binavkirin re bêrêzî û neheqî ye. Çiku ew þibandin ne pesn e, ew îþaret bi teqlîdkirinê dike (bûye Kafka lê nebûye Xwe) Balam marîfet ne þibîna Kafkayî, marîfet bi xweserî, resenî, afirandin û bi kûr pê de çûyînê xwebûyîn e, belkî ji nav birina Kafkayî ye…
Çima naþibînin Þêrzad Hesen an yekî din ê kurd, lê fantaziya bi Kafkayî?!
Helbet di navbera rojava û rojhilat de sedsalek pêþketin heye, belkî zêdetir jî heye, lê ew yek ji aliyê aborî û mafên tekakesî yên navxweyî ve wisa ye ne ku ji aliyê çand, huner û wêjeyê ve jî wisa ye! Çimkî tu têkîliya afirandina wêje û hunerê bi þertên baþ re tune, heta belkî baþbûna þertan dibe sedema mirin an bêrihbûna huner-wêjeyê jî! Têkîliya huner-wêjeyê bi estetîkê re heye; li rojhilat li rojava li baþûr û li bakurê rûzemînê, ‘LI HER CIHÊ MIROV LÊ HEYE ESTETÎK HEYE LI CIHÊ ESTETÎK HEYE JÎ HUNER-WÊJE HEYE’!
Rêyeke xwebûnê û nasnamebûnê ma ne xwedîbûna hizrên aîdî xwe bûnê ye? Nexwe heya kêngê bi çav û hiþê rojava dîtin û behskirina rojhilat û ya kurd, huner û wêjeya kurdî….