MEÞ
Di nav nivînan de vedigevizim. Helbestên "Edip Cansever" jî nebûn hogir. Ji rojan în e herhal. Ketim serþoyê. Min û avê xwe þûþt. Bi niyeta belkî çîrokekê binivisînim ji mal derketim.
Qasî meþa nîvsaetek gihîþtim bin darên palmiyeyan. Hewa ewrav e. Sê qaqlîbaz per û baskan diçirpînin. Guveguva bê û xuþexuþa pêlan e. Ne îþê aqilan e. Ji vê hewayê ne çîrok, çirçîrok jî dernayên.
Qutiya çopê ya li kêleka rûniþteka ku lê rûniþtî me bala min dine ser xwe. Li ber qutiyê diçikilim. Guçê þalpeyek sor û spî li ba dibe. Dikim dest bidimê tirs pêjgarî min dibe.
Dimeþim...
Derpiyekî helesor ê bi dantêl, pênûsek þikestî, çend qutiyên kola û bîrayê yên vala, þûþeyên avê, paçê zarokan, goreyek rizyayî, patîkek bêxwedî...û kevirek di þiklê qelb de li ber çavê min dikevin. Xwarî kevir dibim... Bêhn bi ser deryayê dikeve.