Modernîte û sîmûlasyon!
Medeniyet-þarîstanî; a jiyan û sazûmaniya civakî ya civakên ji alî çandî, dadî, bawerî, aborî, hunerî û estetîkî ve diþibin civakeke navendî-mezin-deshilat; (ji ya xwe bêhay, kurd di nav a ereb, fars û tirkan de!)
Modernîte; civakên ku nikarin bi hêzên navxweyî veguherînê pêk bînin bi mînakgirtina civakên rojava hewldana xwe gihandina asta wan…
Medeniyet; pêkhateya civak-ên bi çand, bawerî, aborî, dad, huner û estetîkî ve nêzî hev-diþibin a mezin-desthilat!
Modernîte; bo veguherîn û pêþketinê mînakgirtina civak-ên model-rojava!
“A me kurdan di navbera medeniyet û modernîteyê de di neqebê de mayîn e; alîkî neqebê medeniyeta ne ji me alîkî neqebê modernîteya ne ji me; her du jî kirasekî ji derve û em di navbera her duyan de li serê neqebê asê mayî; ji bo medeniyetê em ne tam bûn ereb, fars û tirk, ji bo modernîtê em ne tam bûn alman, îngilîz û fransî û ne jî xwebûn in em…”.
Ax, nivîsek jî bêyî behskirina kurdan temam bûbûya min ê aha ev simbêl di ber de kurkira…
Axirî babet ne ev e, babet modernîte ye, navgîn û rengên modernîteyê ne;
Seyare modern,
Telefonê biaqil modern,
Avahî û xaniyê biaqil ê em tê de rûdinin modern,
AVM, cafe û marketên sûper modern,
Zad, çay, qehwe, libas, pêlav modern,
Înternet modern,
Peyv û lûgat modern,
Hemjar û þîfreyên me modern,
Reqamên hesabên bankayan modern,
Û Covîd-19 jî modern…
Lê mirov? Têkîliyên mirov, danûstendinên mirov; dostanî, xeyal, hez, evîn û hestên mirov; kenê mirov, hêrsê mirov, xweþiya mirov, nexweþiya mirov, hevkujî û xwekujiya mirov; tirs û tenêtiya mirov?.. Lê baweriya mirov a ji mirov, lê piþt û pend dayîna mirov; lê sozdayînên mirov, rihê mirov, dirûstiya mirov?..
Belkî jî her tiþt lîstîkeke kompîturî ye; ne pênc sal, ne pênc meh, ne pênc roj; her kes pênc deqeyan dertê pêþberî yekî/ê û rolê xwe yê mirovbûnî yê medenî û modern dilîze û paþê vedigere rastiya xwe.
Yên di axê de tiþtek neçandî û neçinî; nifþ-mirovê nû nizane, loma bo wan ne pirs e jî ne pirsgirek e jî…
Lê bo yên di axê de tiþtek çandî tiþtek çinî, yên ji axê têr xwarî û di axê de mezin bûyî; yên hê pê li axê dikin, destê xwe bi darê dikin û bi zimanê xwezayê dizanin; ango bo yên serdema xwezayî yên heta dengê resen nebihîsin, heta bi dest nepalîkînin, heta bi rih hest û tam nekin, pirs e; ‘modernîte ye yan sîmûlasyon e’?...