Jûra bêhafize
Hafize bi kurdî bîr; tiþtê serborî, cerebe, pêkanîn, têkçûyîn, êþ û xweþiyan berhev dike û jûr; embara danberheviyên, ango bîr bixwe…
Mirov e, li gorî pêdiviyê ji wê bîrê tiþtekî bibîr tîne, tiþtekî bîr nake; jê hin êdî nayên jibîr, di sergoyê bîrê de bîr dibin diçin…
Û ev jî jûr û hafizayê þair e:
Leþkerê Winda
Ku heyetek diçê derekî ji bo gora Leþkerê Winda tacegulekê bi xwe ra dibe
Sibêro eger bê welatê min jî heyetek wiha, bipirse ji min “Kanê gora Leþkerê Winda“
Dibê’m “Ezbenî li kêleka her cuhê li ser dika her mizgeftê li ber deriyê her malê
Her dêrê her þikeftê li ser tahtê her çiyayî li bin siya her baxî
Li Kurdistan, li ser her buhust axê li bin her gazê ezman
Þerm mekê hin serê xwe daxê û daynê tacegula xwe“. (Abdulla Peþêw)
Qarewer e; dibêjin jûra hafize ne ew e ya ez-em dibinîn e!
Çi dibînin? Çelenga M. Akþenerê dibînin lê qelemþûrê wêjeya tirkî yê kurd kokenlî Îzzet Altinmeþeyê wêjeyê yê destê Dogan Hizlan li piþtê, yanê destbirakê xwe yê bi qedeha þerabê poz dayî nabînin...
Dibêje dibînim hatine feht bikin, lê naxwaze em bibînin; li dibistana lê karê dewþîrmetiya zimanî dike ew feht kirine...
Çawa hafize ye; Fanonê Cezayîrî dibîne, Fruxê dibînin û Heyamê nizam hebû yan tunebû dibînin! Wirginia Woolfê dibînin lê bavê rûbayiyan Tahirê Uryan nabînin, jê yek xasejina þiêra kurdî Berçema Miþretanî nabînin, Osmanê Sebrî nabînin, Nûrî Dêrsimî nabînin; heqet hûn bi hafizeyê kê dibînin?
Helbet ku hafizeyek hebe jûrek jî heye û bêþik e; her hafize li gorî avakarê jûra xwe dibîne, dihizire, dipeyve…
Wextekê di nav siyasetê de bûm, dema min siyaset baþ nas kir ku ne karê min e ji nav derketim. Ji hêngê ve dibêjim, ku li cîhanê siyaset û siyasetmedar; yanê çîna rêveber nebûya cîhan ê bo hemî jîndaran cihekî ji ya îro xweþtir ewletir bûya; hê jî li ser wê hizrê me. Lê dîsa jî siyaset heye û belkî divêtiyeke jî. Heke her du siyasetên kurd ên mezin li bakur û baþûr ew qas bi derdê xwe de neketana hinekî bi kurdan re jî eleqeder bûna ew qas bêserûberî, belawelayî nedibû; ew hafize-kesayeta li jor a tiþtê li hesêb tê dibîne ya nayê nabîne hinekî encama xemsariya wan siyasetan e.
Helwest, bertek, rexne baþ in lê berê wan þaþ e; li Kurdistanê tu karên xirab ku kurdek ne di nav de be, ne þîrîk be nayên meþandin! Heke kurdek jê re pêzewengiyê neke bejiyekî serbaz nikare destdirêjiyê li keçên kurd bike. Heke Îzzet Altinmeþeyên huner-wêjeyê nebin çîroka kurd nabe malê wêjeya tirk û belkî kurd ew qas nebin bengiyê tirkî. Heke kurdên xwe spî dibînin ên laîk=muhafazakar +kemalîst nebin kurd ew qas bi hêsayî entegreyî tirkan nabin. Heke kurdek ne di nav de be asîmîlekirina kurdan ew qas ne pêkan e. Heke kurd jê re hemaliyê nekin ew qas bi hêsayî talan li maden, neft û li mermerê kurd naye xistin. Heke alhilgirekî Ziya Gokalp ê kurd-mûlkiyeyî nede pêþiyê jê re mazûbaniyê neke nivîskarekî tirk hunermendekî tirk rojnamegerekî tirk karsazekî tirk û pûþtekî tirk nikare li Amedê bide fortan!
Yanê bertek rexne helwest rast in lê berê wan þaþ e! Çiku hafizeyê rexne dike ne dirust e; ya tê hesêb dibîne ya nayê hesêb nabîne. Heke dirust be wê bibêje li Kurdistanê tu karên xirab bêyî þirîketiya kurdekî/e nameþe; qey bi hezaran km dûrî tirkan tirk diçin zarokên kurd kokenlî yên di heyata xwe de tirkek jî nedîne hînî tirkî dikin? An dê û bavê wan ên bi hezaran km dûr tirkan nikarin bêyî tirk-î bijîn?..
Gelo di qerekterê kurd de, nemaze di qerekterê kurdê bin destê tirkan re derbas-perwerde bûye de qey erzeyek-nedirustiyek tune? Yan sûc timî yê dagirkeran e…
Heya çendekê min rexne li siyaseta mezin a li bakur û li ya mezin a baþûr digirtin; çima Kurdistanê ava nakin, çima? Lê niha nagirim, ku min ‘kurdbûna xwe’ nas kir rexneyên min pûç man; min fam kir ê neheq ez im; ne ez ew dirust in, realîst in!
Her du siyasetan bi armancên îdîalîst dest pê kirin îro hatine qonaxa realîst; tevî þaþîtî, kêmasî, xelatî û gelek tiþtên din siyaseteke biqailane dimeþînin û di siyaseta xwe de gelekî jî dirûst in.
Min li axaftina vê dawiyê ya birêz Nêçîrvan guhdarî kir û naveroka axaftina wî û ya hizrên birêz Ocalan dan ber hev; xal bi xal, peyv bi peyv yek e; her du jî heman tiþtî dibêjin û heman tiþtî dixwazin û pir bi eþkereyî didin zanîn ku, ji vê bêhtir nabe! Na, ne ku nikarin þer bikin û dijmin têk bibin, xêr, bi awayekî didin zanîn ku bi van kurdan ew qas dibe!!!
Baþ fam kirine; bi kurdê vê hiþmendiyê re, bi hafize-qerekterê wî/ê re ne þoreþ çayek jî nayê vexwarin; newêrî piþta xwe bidêyî, yan wê jehrê bixe çayê yan wê bi qeleþî di piþtê de te kêr ke; kirine jî, kirin jî…
Kîjan kurd? Kurdên dema wan þer dikir li Duhokê sedî not deng ji Sedam re derdiket, ku niha bi pereyên þoreþa pêþmergeyan bi nijatperestên tirk re kar dikin! Kîjan kurd? Kurdên dema li bakur poz, guh û pêsîrên ên gornek wan jî tune ye dihatin jêkirin pêzewengê kurd-peyayê deriyê pavyonan-serokê qirixên… hem bi ser gora þehîdê Kurdistanê-Lehengê Çepikvan de dimîst hem digot, heke wesîqeya sîxurtiyê berîka meriv de nebe meriv nikare li wê partiyê kar bike û keça kurd (li gorî gotina pêzeweng a bi belgeya sîxûrtiyê dixebitî) dema li Îzmîrê hate kuþtin rabû berî her kesî konê þînê veda û Çepikvan di her du rewþan de jî ji pêzeweng re da çepikan!
(Hafize ye, exlaq e, prensîp e? Yan puxteya çîroka kesayeta bi zaaf û kaypax e…)
Þairê tirk Neyzen Tevîk di þiêrek xwe de dibêje: “Wekî hatin neçûn; hinan kûçikê xwe hiþt hinan sipiya xwe, hinan jî bejiyê xwe hiþt; nexwe ne gengaz e ew qas bênamûs ji me bin”
Û pêþiyên kurd jî gotine: “eyarê bênamûsan tune”.
Yanê her du siyasetên kurd kurd pir baþ nas kirine; ma ne heyfe di ber wî hefizeyî û kesayetê de zarên dilsoz û belengazan herin gornê. Heyf e, guneh e, bes e.
Gotine: “Dema av di golê de dimîne genî dibe”. Yanê bi genîbûna avê re ne dijmin lê hafize û kesayeta li jor a yavþax piþta yên îdîalîst danîn gorê….
Yanê çi? Çima dibêjin çareserî û pêkve jiyanek bi tirk ereb û farsan re? Na, ew wê nabêjin! Ew navê statûyekê li jiyan, ziman, kar, heval, yar û civakên hûn pê re û di nav de dijîn dikin;
ew meþrûtiyekê ji wê ‘konum’a we ya hinekî oryantalîst û hinekî tiþtên din re dixwazin ne ji xwe re; da hûn ne bi þermokeyî…!
Gelo, pêþî kî bi kar û jiyana xwe bû tirkî-ye yî???
Gotiye: ‘Ku ne fên e ew çi ben e’! Dema jinexas û mêrexasan li ser her bihosta axa welêt sîng didan mirinê ew ên hê newêrin bêjin dagirkerî-mêtîngerî dibêjin kolonyalîzm-antî kolonyalîzm direviyan Ewropa qûn girkirinê, diketin kunên miþkan, mitehîtî û memûrtî dikirin. Vega hin jê li dijî vî parçeyî li dijî wî parçeyî bi karê siyasî fîtnetiyê rabûne, hin rojên xwe yên malnîþîniyê bi gevezetiya siyasî-bi tirên kelp tacîdar dikin, hin nexweþên eleqeyê yên bi xerclixan hatine kirêkirin ku bi salan bi xwendina þiêrên þairê tirk-î kemalîst dixwestin bala xama û netemaman bikþînin îcar jî navgîna eleqeyê ‘kurdistanî’ bûn e; bûne teyrên berate û xwe dane bendê; ‘ku yê dawî jî ket erdê da vepeliþin ser diranên xwe yên qîç pê de cît bikin’!
Ne dagirkerî û mêtîngerî, bi kolonyalîzmê makyaj û manîpîlekirina rastiyê… Çiku dema bêjî dagirkerî-mêtîngerî-tew ku vê yekê bi tirkî bêjî xwediyê kolana rengîn û peravên meferqbûnê dê bêje: “de siktir be rabe ji vir qûneko, bicehme here gundê xwe”! Bo wê ne dagirkerî-mêtîngerî, kolonyalîzm; çimkî kolonyalîzm dikare bibe ‘abêsî me behsa Tanzanyayê dikir’ jî!
Wext e; divê ODP’ya kurd ‘Partiya Qaþarên Kurdistanê’ bê avakirin.
De fermo; dev ji mitehîtiyê, cafeyên Beyogluyê, konfora Ewropayê û havîngehên xwe yên li qeraxên Egeyê û behra spî berdin, zarên xwe yên bi pereyên gundekî kurdistanê dikare pê têr bixwe li kolejan dixwînin jî bidin kêleka xwe, ji ser telefonên xwe yên jîr ên hûn rojane pê aqilê xwe þarj dikin rabin û bifermin; bi wan zarên xwe yên kolejî Kurdistaneke ne kolonî ava bikin, ne ku bo fantaziyên xwe yên sanal malikê li hiþê zarên hejaran xirab bikin.
Gotine: “kesê bêje û bike mêr e, kesê nebêje û bike þêr e, lê kesê bêje û neke…”(!)
Jûra hafizeyê! Kîjan hafize? Hafizeyê ji ereban, hafizeyê ji rast-çep ê tirkan, piþtî hezar nehsedî hafizeyê zerdeþtiyan; an hafizeyê sanal, belkî jî hafizeyê hesabên qurnaztiyê!..
Kîjan hafize, kîjan?
Erê jûrek heye, ku bêhafize be jî lê ne vala ye; tê zanîn, roviyên Kurdistanê bi fêlbazî, bi qurnazî, bi kaypaxtî û bi lîstikên xwe yên xapandinê meþhûr in, ne bi hafize…
Êdî ji kolonyaya ku bûye navgîna bidestxistina du Fv û du Tik’an re hewceyî bi kolonîstan nake; yên di JÛRÊ de jixwe projeya wan bi serkeftî bi cî tînin.